Hevserokê DEM partî: Bê guman Ocalan dê bê berdan
Kurdistan 01:46 PM - 2025-11-10
Kurdistana Nwê
Ferîd Dilşad bi Tunjer Bekrhan re
Tuncer Bakrhan hevserokê Dem Partî di hevpeyvînekê de li ser çareseriya
pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê axivî, her wiha halwêsta berpirsên paye bilind û
komelgeha Turkiyê bi giştî derbarê proseya çareseriyê zelal dike, serkeftina
pêvajoyê û guhertinên destûrî, û rola girîng a YNK ji bo serkeftina pêvajoyê
eşkere kir. Bi taybetî hewldanên Rewanşad, Serok Mam Celal û Bafil Celal Talêbanî
Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê.
Nivîsa hevpeyvînê:
Pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê
gihîştiye ku derê?
- Pêvajoya aştî û civaka demokratîk, ku di 1/10/2024an de dest pê
kir, pêşveçûnek girîng bi dest xistiye. Ez dikarim bibêjim ku me ezmûnên girîng
derbas kirine û niha nêzîkî aştî û çareseriyê ne. Ev komisyona li encûmena
mezin ya niştîmanî a Turkiyê hatiye damezrandin beşek ji karên xwe qedandiye,
raportê dinivîse û û pêşniyarên yasa dixe rû. Em pêşbînî dikin ku di meha Novembirê
de pêşhateke berbiçav li Turkiyê rû bide, ji ber ku hêviya sereke ya hemû
civakê çeksaziya yasayî û rêxistinî ye, divê dewlet gavên berbiçav bavêje. Partiya
Karkerên Kurdistanê (PKK) gavên dîrokî avêtiye da ku proseyê bilezîne û li dijî
gefên jinişkava tedbîran bigire, ji ber vê yekê divê dewlet niha berpirsiyariyê
bigire ser xwe. Wekî ku tê gotin, "destê xwe bixe bin kevir" ku tê vê
wateyê ku divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe.
*Helwêsta hikûmeta Tirkiyeyê, bi taybet Receb Tayb Erdogan, li ser proseya
çareseriyê çi ye?
- Şanda Îmralî di vê dawiyê de li gel Receb Typ Erdogan serok
komarê Tirkiyeyê re civiya, careke din wan li ser pêvajoya aştiyê û civakeke
demokratîk nêrînên xwe gotûbêj kirin. Ez dikarim bibêjim ku civîn pir berhemdar
bû.
Erdogan di Mijdarê de got ku ji bo ku pêvajo bi ser bikeve,
di rewşek erênî û piştgir de ye, daxuyanî di 1 tişrîna duyem de dema ku got: Dema
çareseriyê ye, divê her tiştê ku divê were kirin bê kirin, niha dema avêtina
gavên wêreke, divê ev pirsgirêk bi bê du dilî û bi wêrekî were çareserkirin,
Ji ber vê yekê, dîtina vê vînê li ba Erdogan dilxweşker û
hêvîdar ji mera dibexşîne.
Pêşbînî heye ku Abdulah Ocelan ji zîndanê were berdan?
- Pêşîniya Abdulah Ocelan çareseriyeke demokratîk ji bo
pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê ye. Ew 50 sal in ji bo vê armancê dixebite, nexşeya
çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê divê bibe sedema azadiya i xwe. Ger
çareserî serkeftî be, bê guman Ocelan dê were berdan, ji ber ku ne rast e ku
kesayetiyek dîrokî ya wisa di zîndanê de bimîne.Her weha destragîştina wî bi mercên
xebata azad û şiyana wî ya beşdarbûna jiyana azad di çarçoveya têkiliyên dîrokî
yên Kurd-Tirk de jî girîng e.
Hûn çiqas geşbîn in ku aştî di vê pêvajoyê de bi ser bikeve?
Tenê şansê serkeftina aştiyê di pêvajoya civakîbûnê de ye.
Aştî tê wateya jiyana hevbeş di aheng û yekîtîyê de.ji bow ê mebestê bacên
çetin hatine dayîn, îri zimaneke nûh, siyaseteke nûh gereke, Dîrok derfetekê
dide me, Deriyek fireh vedike, û divê em bi hev re jê derbas bibin.
Hûn dikarin behsa
rola Serok Mam Celal di pêvajoya aştiyê de bikin?
- Berî her tiştî, bila giyana Mam Celal bi aramî razê. Ez
careke din wî bi rêzdarî bi bîr tînim. Wî di dema xwe de gelek beşdarî pêvajoya
aştiyê bû. Birêz Mam Celal bi rastî dixwest pirsgirêka Kurd çareser bike, û ji
bo vê yekê wî hewla dîplomasiyê dabû, ku di dîrokê de tê behs kirin, pêşketinên
îro û pêvajoya ku em tê de dijîn encamên hewlên wan rojan e ku Mam Celal li ser
dixebitî ye, ji ber vê yekê beşdariya Mam Celal di pêvajoya aştiyê de her gav
pir mezin bû.
Hûn hatin Silêmaniyê
û çek li vir hatin şewitandin. Rola YNK û Serok Bafil çiqas girîng e?
- Ez ji bo piştgiriya ku YNK û rêberên wê dane vê pêvajoyê
spasdar im.
Piştgiriya demokrasî û aştiyê siyaseta herî bilind e. Di
serdana me ya Silêmaniyê de, min behsa rola girîng a YNK û Bafil Talebanî kir.
Bawerî û piştgiriya wan di vê pêvajoyê de cesaret û hêzê dide me, her wiha
hêviya yekîtiya neteweya Kurd dide me. Ji ber vê yekê, ez bi rêya rojnameya
Kurdistanî Nwê silavên xwe ji Birêz Bafil Talebanî û Birêz Qubad Talebanî re
dişînim.
PUKMEDIA /Kurdistana Niwê
hewal ziyatr
-
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28 -
Kîmyabarana Helebceyê bi fermî dikeve nav bernameya xwendina Siwêdê
09:02 PM - 2026-03-26 -
Wezareta Parastinê: Drone li nêzîkî Kerkûkê hate xistin, heta niha ti qurbanî tinene
04:38 PM - 2026-03-26
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Hevpeymanan û HSD li Hesekê manorek serbazî encamdan
Kurdistan 01:18 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
Kurdistan 11:15 AM - 2026-03-29 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

