Bêgerd Talebanî: Yekîtî xwediyê wan destkeftnane ku bangeşe pê tên kirin
Kurdistan 11:06 AM - 2025-11-06
PUKMEDIA
Wezîra çandiniyê Bêgerd Talebanî
WezîrA Çandiniyê Bêgerd Talebanî dibêje ku Bendava
Gomespanê, ku bûye şanaziya Hewlêrê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest jê berda
bûn, min ew ji nûh ve germ kir lê dema ku ew qediya, wan ew veguherand partiyê
û bêyî ku navên me bînin ser ziman ji xwe re di kampîna hilbijartinan de bi kar
anî, di heman demê de yekîtî xwediyê wan destkeftinane ku ew pê kampînê dikin.
Bêgerd Talebanî Wezîra Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma
Kurdistanê, di bernameya Panorama ya Kurdsat TV de got: Bendava Gomespanê, ku
yek ji wan projeyan e ku ji bo xelkê Hewlêrê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye
şanaziyek, lê berî her tiştî ez wekî wezîra peywendîdar pê serbilind im, û min
got ku ew pir girîng e û herêmê dike herêmeke geştiyariyê ya girîng û ew herî
zêde avê dikişîne, ji ber vê yekê divê lênêrîn lê were kirin.
Ragihand jî: Bendava Gomespanê dest jê hatibû berdan. Min ew
ji nû ve dest pê kir lê dema ku ew qediya, wan ew veguherand û kirin partî û ji
bo kampîna hilbijartinê bi kar anîn û nave min ne anîn ser ziman, di demekê de
ye ku yekîtî xwediyên wan destkeftiyane ku partî kampînê li ser dike, bêyî ku
navê wezîrekî YNK bibêjin, dixwazim bibêjim ku xizmetkirina ji bo Kurdistanê ji
bo YNK ferz e û divê di dema kampîna hilbijartinê de ji gel re neyê firotin.
Birêz Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê û birêz Qubad Talabanî Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê, qet destûr nedane ku di navbera herêman de di xizmetguzariyê de
cudahî çêbibe, û qet qebûl nekirine ku ti wezîrek di warê dabînkirina
xizmetguzariyê de di navbera herêman de cudahî bike.
Wê berdewam kir: Bi piştgiriya Cîgirê Serokwezîr Qubad
Talabanî, me karî sektora çandiniyê pêş bixin ji ber ku wî ji bo dabînkirina
hemî pêwîstiyên ji bo veberhênerên li Silêmanî û Helebçeyê xebitî. Ew her gav
tekez dike ku xizmetkirina welatiyan erkek e ku divê ji bo qezencên siyasî an
hilbijartinê neyê bikar anîn.
Wezîra Çandiniyê diyar kir: YNK qet berjewendiyên gelê me
nexistiye metirsiyê û her gav qenciya giştî li ser berjewendiyên partîzanî
datîne. Ji ber vê yekê, dengdana ji bo Lîsteya 222 Herêma Kurdistanê diparêze,
û divê em YNK bi hêz bikin da ku bercewendiyên giştî ya gelê xwe biparêze.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

