Serok Bafil: Kelha Hewlêrê dê her Kesk bimîne

Kurdistan 12:51 PM - 2025-11-01
Serok Bafil Nivîsingeha Rojnamevaniya Serok Bafil

Serok Bafil

Serok Bafil Celal Talebanî Lîsta 222 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Îro Şemî rêkefta 1ê Mijdara 2025an, li Hewlêrê, bi beşdarbûna Birêz Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), kernevaleke giştî bi rêve çû bi merema nasandina namzetên lîsta 222 ya YNKê Ku têde Serok Bafil gotarek pêşkêş kir û bername û plana YNKê ji bo gera bê ya Civata Nûneran û karên wê yên pêşerojê li Bexdayê zelal kir.

Destpêka Kernevalê bi nasandina namzetên Lîsta 222 li Hewlêrê dest pê kir û piştre heval Qubad Talebanî, Serpereştê Bazineya Erbîlê ya Lîsta 222 ya YNKê û Darbaz Kosret Resûl, Endamê Mekteba Siyasî bi axaftina xwe gel silav kirin û piştre Şalaw Kosret Resûl bi xêr hatina mêvanan kir û ji Serok Bafil xwest ku ji bo pêşkêşkirina gotara xwe derkeve ser dikê.

Hewlêr keleha Hewlêrê Kesk e û qet Sor nabe

Serok Bafil di gotara xwe de got: Silav ji paytexta Kurdistanê re, silav ji bajarê keleh û mînareyan re, silav ji bajarê pîroz ê Hewlêrê re, hevalên Hewlêrê, keleha Hewlêrê kesk e û tu carî sor nabe.

Her weha  ragihand ku ey cemawerê bi rûmet yê YNKê ,em dengê we li Bexdayê ne, dengê we, hêza we, giraniya we ne,ew ê YNKê biçe Bexdayê û bi Bexdayê re rêkeftineke dawî çêbike,vê carê emê mûçeyên Herêma Kurdistanê wekî salên 2003 û 2013an vekin û projeyên mezin û sendîkayan bînin Herêma Kurdistanê û ji Zaxo heta Helebçe bê cudahî xizmetê bikin.

Hindek kesên vî bajarî mîna Fîrawûn dijîn

Serok Bafil tekez kir: Hemû bazirganên bazara Hewlêrê, hûn xwîna aboriya Kurdistanê û Hewlêrê ne, we gelek êş kişandiye û dil û karsaziyên we yên aborî ji ber pirsgirêkên herêma Bexdayê êşiyane, lê hin kes li vî bajarî mîna Fîrewn jiyane.

Serokê YNKê got: Ez dizanim hûn ê dengê xwe bidin me û hûn dizanin ku em li Bexdayê bi hêz in û emê ji bo we kar bikin ; gelo hûn serdema zêrîn ya Serok Mam Celal bi bîr tînin,bi çi cûrekê dijiyan?

Derbarê rewşa welatiyan de, serokê YNKê got: Ji sala 2014an vir ve damezrandin kes û karên rawestiyaye, lê kar ji bo xizmên Fîrewnan ne sekiniye.

Wî tekez kir: Ew peywendiya germ ya ku heval Mam Celal û birêz Kosret afirandine, emê vejînin.

Xirîstiyan dilê Kurdistanê ne

Derbarê Xiristiyanan de, serokê YNKê got: Bira û xwişkên Xiristiyan, hûn beşek girîng in û can û dilê Kurdistanê ne, emê hevalbendên we bin û we, ol û axa we biparêzin,emê li kêleka we şer bikin daku mafên we û ji bo her perçeyek axa ku ji we hatiye dagirkirin bi dest bixin.

Divê Turkmen nûnerên wan yên rastîn hebin

Serok Bafil her wiha ji pêkhateya Turkmen jî got: Turkmenên hêja, hûn xwecihî û xelkê Hewlêrê ne, lê ka nûnerên we yên rastîn? Çima divê Turkmen nûnerên xwe nebin û wan neparêzin? Ez soz didim ku ezê we jî biparêzim, çawa ku ez Kurdan û Kurdistanê diparêzim,bi heman awayî jî emê we bi awayekî rasteqîne biparêzin.

Serokê YNKê soz da xelkê Hewlêrê û ragihand ku sond bi xwedayê mezin bi gora şehîdên YNK û Kurdistanê emê çi caran Hewlêrê bi tenê nehêlin,ew ê qet ji Hewlêrê dernekeve, û ev du hilbijartin in ku hevalan birêz Qubad û kak Derbaz ji we re dişînim, lê ji niha û pêve ez ê herî kêm heftê carekê li Hewlêrê bim.

YNKê ji bo tevahiya Kurdistanê şer dike

Derbarê xelkê Soranê de, Serok Bafil got: Gelê Soran, ez êşa we dizanim û ez dizanim çi xiyanet li we tê kirin emê hevsengiyê rast bikin û bizanin ka we bi salan çawa xizmeta YNKê kiriye û wek sozek dilsoziyê ku heta dawiyê ezê bi tere bimînim û xiyanetê ji kesî pesend nekim, ji ber ku YNKê ji bo tevahiya Kurdistanê şer dike û ji bo bêrîka xwe kar nake û ez ji we re piştrast dikim ku hikûmet ji ber we ne hatiye avakirin, em ê beşdarî hikûmetekê nebin ku li tevahiya Kurdistanê nenêre.

Çima rêyên we yên fireh hene ku her roj di bin avê de dimînin?Her tim qîr bikin û serê xwe bilind bikin ji ber ku hûn YNKê û Kurd in divê xelk ji te bitirsin. Soz be me ku em li pişta we ne mîna çiya û Sefîn.

Sindoqan bi rengê kesk bipêçin û yê mayî jî ji min re bihêlin

 Her weha got: Ew dixwazin te bitirsînin da ku îxanet li te bikin, lê ew nikarin, ji ber ku agirê kesk ê di dilê te de wê rojekê wan bişewitîne û ew roj  hatiye 11ê vê mehê sindoqên dengdanê bi dengên xwe yên kesk tijî bikin,emê ji bo mafên te şer bikin.

Derbarê rewş û xweşguzeraniya welatiyan de, serokê YNKê got: Îro sotemenî pir biha ye, ji ber ku xwediyên wê dixwazin bêrîkên xwe tijî bikin, ji ber vê yekê dengê xwe bidin me da ku em diziyê rawestînin, bes e.

Her weha tekez kir ku me karîbû Kurdistanê biparêzin û yasaya hilbijartinê biguherînin, me karîbû Helebçe bikin parêzgeh, me Kerkûk rizgar kir û parêzgarekî Kurd tayîn kir,her  YNKê xwedî hêza siyaseta dîplomatîk ya Birêz Kosret û Mam Celal e, ji ber vê yekê ew hêza we ye li Bexdayê, ez ji we dixwazim ku hûn bi her kesê ku mafê dengdanê heye re biaxivin û ji wan re bibêjin ka cudahiya di navbera YNK û partiyên din de çi ye.

Di dawiyê de, Serok Bafil bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û ragihand ku roja hilbijartinê, sindoqên dengdanê bi rengê kesk bipêçin û tiştê ku hûn dibînin ji min re bihêlin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket