Karnameya lîsta 222 ya YNKê ji bo karûbarên diyasî û dîplomatîk
Kurdistan 10:01 AM - 2025-11-01
PUKMEDIA
Lîsta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê- Hejmare 222
Hevrikiyên siyasî yên ne saxlem, xwesepandî, serdestî, hizra
partiyan ya bi berjewendiyên teng, druşmên bilind yên bê naverok û gefên nerast
û bê lêkolîn zirareke mezin dane pêgeha siyasî û dîplomatîk a Herêma Kurdistanê, bi cûrekê ku mûçe û mafên darayî yên
Herêma Kurdistanê kiriye qurbanê serhişkiya siyasî û siyasetên cûrbecûr yên
keyfî, bi vî awayî mûçexweran û jiyana welatiyan bûye perperok, û bandor li ser
bazar û rewşa darayî ya hemî welatiyan kiriye û bandor li ser bazar û rewşa
darayî ya hemû welatiyan dirust kiriye.
Ev rewş tenê bi partiyek wekî YNKê dikare were
sererastkirin, bi taybetî ji ber ku YNKê di çend salên borî de bi serokatiya
Serok Bafil,gelek destkeftiyên girîng bi dest xistine û bi pêgeha xwe ya
dîplomatîk ya bihêz kariye gelek pirsgirêkên girîng yên girêdayî gelê me
çareser bike:
Destkeftiyên Sereke:
1- Ji ber nakokiyên siyasî û hewldanên kesanekirina
pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li derveyî destûrê,pirsgirêka
mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li ber hatin û ne hatinê ma û gelek
mûçeyên welatiyên Kurdistanê çarenivîsa wan ne diyar man, tevî erkên xwe yên
partiyê, Serok Bafil, wekî rêberek meydanî û siyasî, çareserkirina pirsgirêka
mûçeyan kir mijara serdanên xwe yên li pey hev yên Bexdayê;di dawiyê de, ev yek
rê li ber têgihîştinek di navbera her du hikûmetan de vekir ji bo peymanek
yekgirtî ji bo xizmetkirina mûçexwaran,û di dawiyê de biryara xerckirina mûçeyên
mûçexweram hate dayîn,ev pêngava dîrokî ya Serok Bafil derfetek bû ji bo
çareserkirina pirsgirêka mûçeyan,lê di heman demê de ew zemînsaziyek bû ji bo
ber bi çareserkirina pirsgirêkên din yên di navbera her du hikûmetan de.
2- YNKê karî rêbaza hikûmraniyê serrast bike û dawî li xwesepandinê
di hilbijartina Parlemana Kurdistanê de ji bo cara yekem û heta hetayê bi dawî
bîne, YNKê dikarî bi riya sindoqên dengdanê bi ser bikeve û nehişt tu hêzek
careke din 1+50 bi dest bixe, û bi riya pêvajoya demokratîk avakirina hikûmetek
xizmetguzariyê misoger kir.
3- Encamên Referandûmê û siwarbûna li ser destkeftî û
çarenûsa gelê me, gefek rasterast li ser Herêma Kurdistanê anî û çarenûsa Kerkûk
ya Qudusa Kurdistanê ya pîroz, xist nav duryanek e ne diyar û bi bijardeya şer
û wêraniyek mezin re rû bi rû hişt,piştî
derbazbûna çendîn salan li ser înkarkirina vegera Kurd ji bo jiyana hevbeş li
Kerkûkê, dengderên YNKê li Kerkûkê û hewldanên dîplomatîk yên Serok Bafil,YNK
karî parêzgarekî Kurd yê Kerkukî ji bo xelkê wê destnîşan bike bi arasteya
vegerandina rûmeta rastî ya bajêr û
peyama aştî, jiyana hevbeş û xizmetkirina xelkê Kerkûkê kir bingeha serfirazî û
xurtkirina pêgeha Kurdan li bajêr,ev wesiyeta Serok Mam Celal bû ji bo YNKê û
bi riya YNKê ji bo xelkê Kerkûkê.
4- Piştî
gelek salan ji tepeserkirin û xapandina dengê azad yê civakan û çespandina
modela yasayî ya kilasîk ya hilbijartinan, ku ji bo hemî aliyên siyasî yên
Herêma Kurdistanê bûbû çavkaniya şerm û ne zelaliyê, di dawiyê de, bi hewldanên
Serok Bafil û vîna polayî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), yasa di
berjewendiya gelê Kurdistanê de hate çareserkirin û mafê xwedîtiya rastîn
vegeriya bo pêkhateyan daku bi vîn û deng û daxwaziyên xwe karê xwe li
Parlemana Kurdistanê bikin.
5- Wek qerebûyek e îdarî û exlaqî ji bo Helebçe, Serok Bafil
bi riya hewildanên xwe yên dîplomatîk li Bexdayê û firaksiyona xwe ya parlemanî
karîbû bi awayekî kirdarî bibe parêzvanekî bihêz yê Helebçe û Helebçe wekî
parêzgeha 19.emîn ya Îraqê biçespîne.
6- Dijberên YNKê her tim YNKê bi peywendiyên gumanbar digel
beşek ji hêzên siyasî yên li Îraq û welatên hevsê tawanbar kirine û gelek ayet
û çîrok çêkirine daku gumanan li ser peywendiyên navxweyî û derve yên YNKê dirust
bikin, lê YNKê siyasetek Kurdistanî û neteweyî li ser bingeha parastina
hevsengiyê û peywendiyên dostane û aştiyane digel hêzên siyasî yên herêmî,
welatên hevsê û cîhanê re meşandiye û xwedûrgirtin ji cemserên herêmî û
navneteweyî ew hemû tohmet pûç kiriye û bi siyasetên jîran e yên ku peyrew
kiriye bandor li her kesî kiriye.
7- Li ber çavan girtina rola pêkhateyan di nûneratîkirina Îraqê
di dîplomasiyê de û di rêxistinên navneteweyî de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
04:30 PM - 2026-06-06 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
Kurdistan 04:30 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Duyemîn Foruma Aborî Delphi li Silêmaniyê destpê kir
Kurdistan 01:48 PM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

