YNKê Ciwan û Jinan dike modelek ji bo guhertinên bingehîn
Kurdistan 03:32 PM - 2025-10-22
PUKMEDIA
Lîsta Hejmar 222 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
Lîsta 222 ya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di rojeva xwe de girîngiyek mezin daye ciwan û
jinan, û tekez li ser rola pêşeng a van her du koman di guhertinên bingehîn yên
civakî, siyasî û aborî de kiriye ku sereke li xwe digire, ev yek hêsankirina perwerde û
gihîştina zanîngehên navneteweyî, dabînkirina kursan, pêşxistina projeyên Start
Up û dabînkirina bazarên kar ên Dîjîtal vedihewîne,her wiha dabînkirina
derfetan ji bo beşdarbûna çalak di postên bilind yên partî û hikûmetê de û nûnerayetiyê
di festîvalên navneteweyî de ji bo ciwan û jinan.
Karnameya Lîsta 222 ya YNKê ji bo Ciwan û Jinan
Ciwan û jin
dê bibin modelên guhertinên bingehîn kli cem YNKê de, YNKê di bin serokatiya
rêberekî ciwan ê bi biryar de, armanc dike ku ciwan û jin wekî du beşên herî girîng yên civakê di
pêşengiya hemû guhertinên nû de bin û di warên hestyar yên civakî, siyasî û
aborî de di pêşengiya têkoşînê de bin.
1-Dabînkirina
xwendinek erzan li zanîngeh û peymangehan ji bo ciwanan,mîna ya li Îraqê.
2-Hêsankirina
gihîştina ciwanan ji bo zanîngehên navneteweyî û dabînkirina kursan.
3-Berdewamkirina projeyên destpêkê ji bo ciwanên Kurdistanê, bi riya
desteyên ku hikûmeta Îraqê salane ji bo projeyên ciwanan yên piçûk fînanse dike
ku ev gav li ser pêşniyara Cîgirê Serokwezîr demek dirêj e hatine avêtin.
4-Hewldan ji bo avakirina bazareke kar ya dîjîtal ji bo parvekirina kar
di navbera Kurdistan û bajarên Îraqê û derveyî welêt de.
5- Hewldan ji bo beşdarbûna salane ya ciwanên Herêma Kurdistanê di
festîvalên navneteweyî yên Îi Iraqê de, an jî nûnerayetiya Îraqê di festîvalên navneteweyî
de bikin.
6- Bi riya hikûmeta Îraqê, emê li hemû
bajarên Herêma Kurdistanê ji bo dirustkirin cihê hevbeş ya kar(coworking
spaces ) ji bo ciwanan bernamesaz û dîzayîn li tevaya bajarên Herêma
Kurdistanê.
7-Pêşkêşkirina
derfetan ji bo ciwan û jinên welatê me daku bi awayekî çalak beşdarî siyasetê
bibin û baweriya wan bi wan were kirin ku postên bilind yên hizbî û hikûmetê
bigirin.
8-Bi riya dezgehên federal û Wezareta Xwendina Bilind ya Federal,
derfetên zêdetir ji bo ciwanên Herêma Kurdistanê peyda bikin daku xwendina xwe
li derveyî welêt bidomînin.
Armanca YNKê ew e ku li Bexdayê xizmeta ciwanan bike
Yekîtîya
Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo ciwanan planeke taybet heye, namzetek ya
jin ya ciwan dibêje: Çawa ku min di demên berê de di warê werzîş û
derfetên kar de piştgirî da ciwanan, di pêşerojê de jî bi riya Civata Nûneran
ya Îraqê ez dikarim bêtir û çêtir xizmeta ciwanan û hemû beşên civakê bikim.
Hêma Şehîd
Karzan Şeqlaweyî, namzeda hejmare 24 ya Lîsta 222 ya YNKê li bazineya Hewlêrê,
ji malpera PUKMEDIA fermî ya YNK re got:Armanca ynkê ew e ku LI Bexdayê xizmeta ciwanên Herêma
Kurdistanê bike û deriyên xwendingehên navneteweyî ji wan re veke, ji bo vê
armancê, yek ji mijarên sereke yên di rojeva me de mijara ciwanan e û plana me
ya taybet ji bo wan li wir heye.
Her weha got: Ez
namzetê herî ciwan ya Kurdistanê me û di demên berê de min gelek alîkariyên
madî û manewî dane werzişvanên ciwanan û di pêşerojê de, ez plan dikim ku ji bilî alîkariya wan
ji bo afirandina derfetên kar, di warên werziş û hunerê de xizmeta bêtir
ciwanan bikim.
Em hewl didin jiyaneke baştir ji bo ciwanan peyda bikin
Yek ji wan komên ku YNKê bala xwe dide wan ciwan in û namzetekî ciwan yê
di lîsta YNKê de dibêje:Hewldanên min ew e ku koçberiya ciwanan kêm bikim û
jiyaneke baştir ji bo ciwanan peyda bikim.
Şeyda Hadî
Hecî Kerîm, namzeta hejmare 8 ya Lîsta 222 ya YNKê li bazineya Silêmaniyê, ku
namzeta herî ciwan ya bazineya xwe ye, ji malpera fermî ya YNKê, PUKMEDIA re
wiha got: Karnameya partiya min xizmetkirina hemû çîn û texan
e û pêşîniya min wekî namzeteke jin ya ciwan ew e ku di hemû waran de xizmeta baştir
ciwan û jinan bikim.
Her weha
aşkere kir ku ew ji bo
kêmkirina koçberiya ciwanan û dabînkirina derfetên kar yên zêdetir ji bo wan kar
dikin, ji ber ku piraniya malbatan ji koçberiya endamekî malbatê bandor bûne,piraniya wan ji ber nebûna
derfetên kar û ji bo jiyaneke baştir koçber dibin û em hewl didin ku bi riya
komîteyên Civata Nûneran jiyaneke baştir ji bo ciwanan peyda bikin, ji bo ku ez
bikaribim karekî baş û planên guhertinê hebin.
Ev yek di
demekê de ye ku YNKê di kar û planên xwe de her timî girîngî daye ciwanan di warê dabînkirina derfetên kar û perwerdehiya bi kalîte li
zanîngeh û kolejên herêmî û navneteweyî, û di warê werzîş û hunerê de, wî
piştgirî daye ciwanan û ji bo pêşerojê, ew dixwaze zêdetir girîngiyê
bide jin û ciwanan û wan bike dînamoya pêşveçûna Kurdistan û Îraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

