John Bolton bi parvekirina zanyariyên nehênî tê tawanbarkirin
Cîhan 12:38 PM - 2025-10-17
Reuters
John Bolton, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê berê yê Serokê Amerîka Donald Trump.
John Bolton,
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê berê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi
gelek tohmetên parvekirin û parastina agahiyên nehênî hatiye tawanbarkirin, ku
ev yek pêşketineke din ya girîng ya yasayî ye ku yek ji rexnegirên serok tê de
ye.
Li dadgeheke federal ya li Marylandê hatiye vekirin, Bolton bi şandina ne
yasayî ya agahiyên hesas yên parastina neteweyî ji bo du xizmên xwe di navbera
salên 2018 û 2025an de ji bo karanîna potansiyel di projeyek pirtûkekê de
tawanbar dike,tawan heşt tohmetên şandinê û deh tohmetên parastina agahiyên
parastina neteweyî di bin Yasaya Sîxuriyê de vedihewîne - her yek sizayê dibekî
yê heta deh sal sizyê girtîgehê distîne.
Li gorî dozgeran, Bolton notên ku hewlagiriya ji civînên hikûmetê yên asta
bilind, gotûbêjên bi serokên biyanî re û tiştên nehênî têde hene parve kiriye,di
peyamên elektronîkî yên ku di îdianameyê de hatine behs kirin de, Bolton û
xizmên wî - ku tê gotin jina wî û keça wî - tê gotin ku di nivîsandina xwe de
li ser karanîna vê agahiyê nîqaş kirine,wî ji wan re got:Edîtorên" xwe û
behsa axaftina bi weşangerê xwe re li ser "mafê redkirina pêşîn" ya
wan kir.
Bolton, balyozê berê yê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî û yek ji rexnegirên herî
eşkere yên Serok Trump, her cûre tawanê înkar kir. Bolton di daxuyaniyekê de
got:Ez li benda têkoşîna parastina tevgerên xwe yên yasayî û eşkerekirina
îstismara wî ya desthilatdariyê me.
Parêzerê wî,
Abbe Lowell, bi heman awayî nêrîn red kirin û israr kir ku Bolton bi awayekî ne
rast çi materyalên nehênî parve ne kiriye an jî ne hilaniye.
Doza Wezareta Dadê ya li dijî Bolton piştî rêze dozên ku kesên ku bi eşkereyî
li dijî Serok Trump derketine hedef digirin tê,rêvebirê berê yê FBI James Comey
û Serdozgera Giştî ya New Yorkê Letitia James jî di mehên dawî de bi dozên sûc
re rû bi rû mane, ku herdu jî înkar dikin.
Rexnegir
dibêjin ku ev doz siyasîbûnek berfirehtir ya Wezareta Dadê di bin Serdozger Pam
Bondi de nîşan didin.
Lêpirsîna li ser Bolton di sala 2022an de, berî vegera Serok Trump bo Koçka
Spî, dest pê kir. Karbidestên ku bi mijarê dizanin gotin ku doz ji yên ku li
dijî Comey û James hatine vekirin girîngtir tê hejmartin.
Îdîaname her wiha îdia dike ku aktorek sîber ya bi Îranê ve girêdayî piştî ku
ji xizmeta hikûmetê derket,nameya kesane ya Bolton hack kiriye û gihîştiye
agahdariya nehênî,her çend nûnerên Bolton rayedaran ji binpêkirinê agahdar
kirine jî, dozger îdia dikin ku wî eşkere nekiriye ku wî daneyên nepenî di
hesabê xeternak de hilaniye.
Îdîanameya Bolton her wiha balê dikişîne ser zêdebûna lêkolîna li ser
birêvebirina agahiyên hesas di nav derdorên siyasî yên Amerîkî de,di destpêka
vê salê de, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth piştî ku tê gotin hûrguliyên êrîşeke
leşkerî ya plankirî li ser hêzên Hûsî yên Yemenê di komeke peyamên taybet de
parve kiriye, rastî rexneyan hat,lê, di wê dozê de çi lêpirsîneke sizayî nehat
meşandin.
Dema ku ji Serok Trump li ser tohmetên li dijî Bolton hat pirsîn, wî bi hêsanî
got:Ew mirovekî xerab e.
Çavkanî: Reuters
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

