Qubad Talebanî: Têgihîştina di navbera Herêm û Bexdayê de divê çareseriyek radîkal ji bo nakokiyan be
Kurdistan 07:56 PM - 2025-10-14
Nivîsgeha Ragihandina Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Balyozê Brîtanya Îrfan Sadiq
Cîgirê
Serokwezîr Qubad Talebanî bi Balyozê Brîtanya li Îraqê Irfan Sadiq û Balyozê
Fransayê li Îraqê Patrick Dorrell re cuda cuda civiya da ku rewşa herêmê û
hilbijartinên li Îraqê hat gotûbêj kirin.
Di herdu
civînan de, ku roja Sêşemê 14ê Cotmeha 2025an li Hewlêrê hatin lidarxistin, li
ser pêşketinên dawî yên li herêmê, bi tekezî li ser bidawîhatina şerê Xezeyê,
nêrîn hatin guhertin û hêvî dihat kirin ku bi dawîhatina şer dê bibe
destpêkek baş ji bo xurtkirina aştî û aramiya berfireh li herêmê.
Di tewerek
din ya civînê de her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de
hatin gotûbêjkirin, Cîgirê Serokwezîr bal kişand ser rêkeftina li ser mijara
petrolê û ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrol her weha
aşkere kir ku ewê hemû hewlekê bidin daku ji têgihîştina di navbera her du
aliyan de wekî derfetek ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Herêma
Kurdistanê û Bexdayê de mifa werbigirin, bi taybetî ji bo garantîkirina mûçe û
budceya Herêma Kurdistanê.
Di beşeke
din ya her du civînan de, hilbijartinên Civata Nûneran ya Îraqê hatin gotûbêj kirin,
Qubad Talebanî got: Lidarxistina hilbijartinên paqij û dadperwer, di rewşek
aram û bê alozî de, ji bo aramiya Îraqê û avakirina hikûmeteke bi bandor ku ji
bo hemû civakên Îraqî têrker be pir girîng e û hêvî kir ku di çar salên bê de
gelên Kurdistan û Îraqê beşdarî hilbijartinan bibin û li ser çarenûsa xwe û
welatê xwe biryar bidin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

