Trump bang li Îsraîlê kir bombebarana Xeze ragire,Hamas jî ji bo aştiyê amade ye
Cîhan 11:18 AM - 2025-10-04
Reuters
Serokê Amerîka Donald Trump di civîna çapemeniyê ya digel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû de
Serokê Amerîka Donald Trump di civîna digel Serokwezîrê Îsraîlê
Benjamin Netanyahû de bang li Israîlê kir ku tavilê bombebarana Xezeyê rawestîne, piştî daxuyaniya
Tevgera Hamasê ku ew ê rehîneyan berde û hêmanên sereke yên plana ku ji hêla
Amerîka ve tê piştgirî kirin û armanc dike ku pevçûn bi dawî bibe, pesend bike,lê,
mijarên krîtîk yên wekî bêçekkirinê hîn jî çareser nebûne.
Nivîsingeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku Îsraîl ji bo
"bicîhanîna tavilê" ya qonaxa yekem ya plana Trump ya Xezeyê, ku têde
serbestberdana rehîneyên Îsraîlî piştî ku Tevgera Hamasê bersiva xwe da,
amadekariyan dike.
Piştî demek kurt, medyaya Îsraîlê ragihand ku serokatiya siyasî ya welêt ferman
daye artêşê ku operasyonên êrîşkar yên li Xezeyê kêm bikin.
Hamas, tevgera Filistînî ya ku Kerta Xezeyê kontrol dike, bersivek fermî da
pêşniyara 20 xalî ya Serok Trump piştî ku serokê Amerîka hişyarî da komê ku
heta Yekşemê dem hebû ku razî bibe an jî bi "encamên giran" re rû bi
rû bimîne.
Serok Trump ragihand, Hamas nîşan da ku ew ji bo aştiyek mayînde amade
ye," û ji hikûmeta Netanyahu xwest ku tevbigerin; wî li ser Truth Social
nivîsand, "Divê Îsraîl yekser bombebarana Xezeyê rawestîne daku em karibin
serbestberdana ewle û bilez ya rehîneyan misoger bikin,ev ne tenê li ser Xezeyê
ye - ew li ser aştiya ku demek dirêj e li Rojhilata Navîn tê xwestin e.
Nivîsgeha Netanyahu bi soza "berdewamkirina xebata bi tevahî bi Serok û
tîma wî re ji bo bidawîkirina şer, li gorî prensîbên ku ji hêla Îsraîlê ve
hatine danîn, ku bi nêrîna Serok Trump re li hev dikin," bersiv da.
Malbatên rehînên li Xezeyê careke din bang li Serokwezîr Netanyahu kirin ku
"tavilê ji bo vegerandina hemî dîlan danûstandinan ferman bike."
Serokwezîr bi zextek navxweyî re rû bi rû ye - ji malbatên kesên revandî û raya
giştî ya ji şer westiyayî ku daxwaza bidawîanîna pevçûnê dike - di heman demê
de bi dengên tundrew yên di nav koalîsyona wî ya rastgir de ku daxwaz dikin ku
Îsraîl kampanyaya xwe ya li Xezeyê bidomîne.
Îsraîlê êrîşa xwe piştî êrîşa bi pêşengiya Hamasê ya 7ê Cotmeha 2023an dest pê
kir, ku têde nêzîkî 1200 kes hatin kuştin û 251 rehîne hatin birin Xezeyê,li
gorî daneyên Îsraîlê, 48 rehîne hîn jî di dîlgirtinê de ne, 20 ji wan sax in.
Li gorî rayedarên tenduristiyê yên Xezeyê, ji ber vê kampanyaya leşkerî
zêdetirî 66 hezar Filistînî, ku piraniya wan sivîl in, hatine kuştin û piraniya
deverên Xezeyê di nav kavilan de ye, û sînordarkirinên alîkariyê hin dever xistine
nav birçîbûnê.
Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî û çend pisporên
mafên mirovan Îsraîlê bi kirina jenosîdê tawanbar kirin, îdiayên ku hikûmeta
Netanyahu red dike û israr dike ku ew ji bo parastina xwe tevdigere.
Di bersiva xwe ya li ser plana Serok Trump de, Tevgera Hamasê bi eşkereyî razî
nebû ku çek deyne - daxwazek ku tevger bi berdewamî red kiriye - û ne jî
vekişînek qonax bi qonax ya Îsraîlê pesend bike, li şûna wê banga vekişînek
tavilê û tevahî kir.
Karbidestekî payebilind ê Hamasê ji El Jazeera re got: Heta ku dagirkirina
Îsraîlê ya li ser herêmê bi dawî nebe, ewê çekan nedin, û ev yek jî bal kişand
ser nakokiya kûr a di navbera aliyan de.
Pêşniyara Agirbestê ya Serok Trump
Qeterê piştrast kir ku ew bi Misir û Amerîka re dest bi hevrêziyê kiriye da ku hewlên navbeynkariyê li dora plana Trump bidomîne.
*Pêşniyar ji van xalan pêk tên:
* Agirbestek tavilê.
* Danûstandina rehîneyan bi girtiyên Filistînî re.
* Vekişîna qonax bi qonax ji Xezeyê.
* Bêçekkirina Hamasê.
* Avakirina desthilatek veguhêz di bin çavdêriya navneteweyî de.
Hamasê hewldanên navneteweyî û herêmî yên ji bo bidawîkirina şer pêşwazî kir û "pejirandina xwe ya berdana hemî girtiyên dagirkeriyê - hem sax û hem jî mirî - di bin formula danûstandinê ya di pêşniyara Serok Trump de" de piştrast kir,Komê amadebûna xwe ji bo beşdarbûna danûstandinên navbeynkariyê li ser pêkanînê nîşan da.
Wê her weha amadebûna xwe anî ziman ku rêveberiya Xezeyê veguhezîne dezgehek teknokratîk li ser bingeha lihevkirina neteweyî ya Filistînê, bi piştgiriya Ereb û Îslamî;lê, wê bi eşkereyî pêşniyara Trump Ya ku Hamas ji rêveberiyê were derxistin, negot, li şûna wê israr kir ku divê ew "beşdarî" her diyalogek neteweyî li ser pêşeroja Xezeyê bike.
Beriya wê rojê, Serok Trump hişyarî da ku "Dojeh" li Xezeyê Derkeve Eger Hamas heta roja Yekşemê plana wî pesend neke; bi taybetî, Hamas rasterast beşdarî danûstandinên ku pêşniyara Serok Trump hilberandin nebû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

