Washington pêşwazîya rêkeftina ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêmê dike
Îraq 11:22 PM - 2025-09-25
PUKMEDIA
Logoya wezareta derve yê Amerîkayê
Wezareta Derve ya Amerîkayê peymana petrolê ya di navbera
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê û kampaniyên petrolê de ku hatiye
îmzekirin, pêşwazî kir û rê li ber ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê
ji herêmê vekir.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got: Em
pêşwaziya ragihandina rêkeftinekê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi Hikûmeta Herêma
Kurdistanê û kampaniyên navneteweyî re ji bo vejandina boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê
dikin.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê jî hat kirin ku "Amerîkayê
ev rêkeftin hêsan kir, ku dê di berjewendiyên Amerîkiyan û Îraqê de be.
Di daxuyaniyê de pesnê "hewldanên biryardar ên
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeya El-Sûdanî, û her weha hewldanên berpirsên
payebilind ên Hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina van
encaman" hat dayîn.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de aşkire kir
ku "ev rêkeftin dê hevkariya aborî ya avaker di navbera Dewletên Yekbûyî û
Îraqê de xurt bike, handana aramkirina jîngeha veberhênana aramtir ji bo kampaniyên Amerîkî
li hemû deverên Îraqê, ewlehiya enerjiyê li navçeyê baştir bike û serweriya Îraqê
xurt bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

