18 Rêxistin daxwaza azadkirina Şêrwan Şêrwanî dikin
Kurdistan 04:28 PM - 2025-09-24
PUMEDIA
Şêrwan Şêrwanî
Rêxistina Nûçegîhanan digel 17 rêxistinên din yên navxweyî û
navneteweyî daxwaza azadkirina tavilê ya Şêrwan Şêrwanî dikin.
Rêxistinên navxweyî
û navneteweyî yên navdar ji bo parastina mafên rojnamevanan û Enstîtuya Medyayê
ya Paragraf di daxuyaniyek hevbeş de, daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê
dikin ku tavilê û bê merc Şêrwan Şêrwanî aad bikin û dawiyê li binpêkirina yasayî
ji bo armancgirtina rojnamevanan bîne.
Her weha rêxistinan
daxwaz ji hikûmetê dikin ku bi girtina tedbîrên berbiçav ji bo parastina ewlehî
û serxwebûna hemû rojnamevanên li Herêma Kurdistanê ku ew lê kar dikin, rêzê li
pabendbûna xwe ya bi mafên mirovan û serweriya yasayê bigire.
Her weha aşkere kir
ku bikaranîna xirab ya sîstema dadwerî ji bo sizadana rojnamevanên mîna Şêrwanî
binpêkirineke cidî ya pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan e û pabendbûna
yasayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe ji bo dadweriyê lawaz dike, doza Şêrwan nîşan dide ku azadiya rojnamegeriyê
li seranserî Rojhilata Navîn, ku dengên nerazîbûnê her ku diçe zêdetir têne
tepeserkirin, kêm bûye û ev yek jî nîşan dide.
Naveroka daxuyaniya
ku ji aliyê rêxistinan ve hatiye îmzekirin:
Divê Hikûmeta
Herêma Kurdistanê rojnamevan Şêrwan Şêrwanî tavilê azad bike û dawiyê li tacîza
li ser dadweriyê bîne.
Em, rêxistinên
azadiya rojnamegeriyê, rêxistinên mafên mirovan û dezgehên medyayê yên ku li
jêr îmze kirine, daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku rojnamevan Şêrwan
Şêrwanî tavilê û bê merc azad bike,ku ew ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê bi
neheqî di girtîgehê de hatiye girtin û bi riya tacîza sîstematîk ya dadweriyê
hatiye fişarkirin daku dengên nerzaîbûnan û rojnamegeriya rexnegir bitepisîne.
Roja 20ê Tebaxa 2025an, Dadgeha Tawanan ya Hewlêrê çar sal û
pênc meh sizayê girtîgehê da Şêrwanî, ku ev sêyemîn siza ye ji sala 2021 an ve,her
yek ji wan bi gelemperî wekî tolhildana siyasî li dijî karê rojnamegeriyê yê bê
xem yê Şêrwanî li ser gendelî û mafên mirovan tê dîtin. Tenê takew Tawana Şêrwanî
pratîkkirina rojnamegeriyê ye.
Di hemû qonaxan de, Şêrwanî ji maf û rêkarên herî bingehîn yên
yasayî, wek mînak parastineke adil û darizandineke bê alî, bêpar hatiye hiştin, zilm û zordariya yasayî ya li ser
Şêrwanî di sala 2021an de bi sizayê şeş sal zindanê dest pê kir, û piştre jî
di heyva Tîrmeha 2023 an de bi tohmeta sextekariya ne zelal sizayek din lê hat
birîn, sizaya wî yê dawî di sala 2025an de li ser bingeha şahidiyên nakok û
tohmetên nepiştrastkirî bû, çavdêrên yasayî di dema darizandina wî de, ku bi
bingehîn ne heq bû, ne zelaliya rêkarên yasayî, nebûna şefafiyetê û atmosfereke
tirs û çavtirsandinê destnîşan kirine.
Bikaranîna îstismar
ya sîstema dadwerî ji bo sizakirina rojnamevanên mîna Şêrwanî binpêkirineke
cidî ya pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan e û pabendbûna yasayî ya Hikûmeta
Herêma Kurdistanê bi xwe ji bo dadweriyê lawaz dike, doza Şêrwan nîşan dide ku azadiya rojnamegeriyê
li seranserî Rojhilata Navîn, ku dengên ne razîbûnê her ku diçe zêdetir têne
tepeserkirin, kêm bûye û ev yek jî nîşan dide.
Em bang li Hikûmeta
Herêma Kurdistanê dikin ku:
* Şêrwan Şêrwanî
tavilê û bê merc azad bike û ji dijberiya her îtîrazê li dijî biryara dadgehê
dûr bisekine.
* Bi dawîanîna xirab
bi karanîna yasayê ji bo armancgirtina rojnamevanan û misogerkirina ku hemû rêkarên
yasayî li gorî pîvanên navneteweyî yên dadperwerî û şefafiyetê ne.
* Bi girtina
tedbîrên berbiçav ji bo parastina ewlehî û serxwebûna hemû rojnamevanên ku li
Herêma Kurdistanê kar dikin, rêz li pabendbûna hikûmetê ya bi mafên mirovan û
serweriya yasayê bigirin.
Berdewamiya girtina Şêrwan Şêrwanî dê ziyanê bide navûdengê
navneteweyî yê Herêma Kurdistanê wekî herêmek ku pabendî prensîbên demokratîk e, ji ber vê yekê em ji we daxwaz
dikin ku hûn gavên tavilê û pratîkî bavêjin da ku vê nêrînê berevajî bikin, û
pabendbûna xwe ya bi azadiya rojnamegeriyê, rûmeta mirovan û serweriya yasayl
re ji nû ve piştrast bikin.
Îmzeyên ji aliyê:
1. Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ).
2. Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF).
3 . Tîmên Aştiya Civakî (CPT).
4 . Peymangeha Navneteweyî ya Rojnamegeriyê (IPI).
5 . Grûpa Mafên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka (Grûpa Mafên
MENA).
6 . Navenda Metro ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan.
7 . Rêxistina Jasana ji bo Azadiya Bîr û Ra û Medyayê.
8 . Peymangeha Mafên Navneteweyî (IRI).
9 . Rêxistina Rojnamevanên ji bo Maf û Pêşveçûnê.
10. Komeleya Parastina Azadiya Çapemeniyê li Îraqê (PFAA).
11. Komeleya Îraqê ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan.
12. Çavdêriya Çalak (Acitve Watch).
13 . Mafên Mirovan û Beşdariya Sivîl.
14 . Saziya Medyayê ya Paragraph.
15 . Demokrasî ji bo Cîhana Erebî ya Îro – DAWN.
16 . Saziya INSM ji bo Mafên Dîjîtal.
17 . Tora Mafên Karîkaturîstan ya Navneteweyî.
18 . Destpêşxeriya Misrî
ji bo Mafên Kesane (EIPR).
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

