Biryara şandina mûçeyên heyva 7 ya herêmê hat dayîn
Kurdistan 04:49 PM - 2025-09-23
Nivîsingeha Ragihandina ya Serokwezîr
Civîna Civata Wezîrên Îraqê
Civata Wezîrên Îraqê di civîna xwe ya îro, roja Sêşemê 23ê Îlona 2025an
de biryar da ku mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê yên heyva Tîrmehê bide.
Civata Wezîrên Îraqê îro civîna xwe ya asayî bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şeyah
El Sudanî li dar xist, her çend pirsa mûçeyên mûçexwerên herêmê di rojeva
civînê de nebû jî, lê di dawiya ivînê de ji aliyê El-Sudanî ve behsa wê pirsê hat
kirin.
Li gorî zanyariyên ku PUKmedia bi dest xistiye , piştî gotûbîjîn
li ser peymana sê alî ya ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola ku
li Herêma Kurdistanê tê hilberandin di navbera hikûmeta federal, hikûmeta
herêmê û kompaniyên navneteweyî yên hilberînerên petrolê de, her weha raya Civata
Dewletê ya li ser hawirdekirina petrolê ya herêmê, Civata Wezîran biryar
da ku mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê yên heyva Tîrmehê bide,ev piştî wê
yekê hat ku hikûmeta herêmê 120 milyar dînar wekî deynê xezîneya federal ji
dahatên navxweyî yên herêmê şandiye Bexdayê.
Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lîstên mûçeyên heyvên Tîrmeh û
Tebaxê ji Wezareta Darayî ya Federal re şandiye.
Li gorî PUKMEDIAyê , lîste
hatine kontrolkirin û tê çavrêkirin ku herêm hefteya bê lîstên mûçeyên heyva
Îlonê jî bişîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

