Dr.Letîf Reşîd pêşwazî li Serokkomarê Ermenistanê kir
Kurdistan 10:12 AM - 2025-09-23
Nivîsingeha Rojnamevanî ya Serokkomarê Îraqê
Serokkomarê Îraqê digel Serokkomarê Ermenistanê civiya
Di dema beşdarbûna xwe ya civînên Civata Giştî ya Neteweyên
Yekbûyî de,Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd duh roja Duşemê rêkefta (22-09-2025)
an li mala xwe ya li New Yorkê pêşwazî li Serokê Ermenistanê Vahagan
Khachaturian kir.
Her du serokan li ser peywendiyên dualî yên di navbera her
du welatan de û çawaniya pêşxistina hevkariyê di warên aborî, çandî û
perwerdehiya bilind de gotûbêj kirin û serokkomarê Îraqê tekez li ser girîngiya
berfirehkirina asoyên hevkarî û hemahengiyê di forumên navneteweyî de kir.
Her weha di civînê de li ser xebata civînên Civata Giştî û
encamên wan, û her wiha rewşa navneteweyî ya heyî gotûbêj kirin û her du
serokan li ser pirsgirêkên ku civaka navneteweyî pêre rû bi rû ye, di nav de
zêdebûna aloziyên navneteweyî û qeyrana ewlehiya xwarin û wuzeya ji bo
çareserkirina pevçûnan û parastina aştî û ewlehiya navneteweyî, nêrînên xwe
parve kirin, hevdem tekez li ser pêwîstiya rêzgirtina li yasayên navneteweyî û
pêşvebirina prensîba diyalogê ji bo çareserkirina nakokiyan û parastina aştî û
ewlehiya navneteweyî kirin.
Her di hevdîtinê de,her du aliyan pabendbûna xwe ji bo
piştgiriya hewildanên piralî ji bo çareserkirina pirsgirêkên gerdûnî û
pêşxistina hevgirtina navneteweyî di rûbirûbûna qeyranên ewlehî, mirovî û aborî
de ji nû ve tekez kir.
Ev yek di demekê de ye ku di civînê de, Cîgirê Serokwezîr Qubad
Talebanî û Wezîrê Tenduristiyê Dr. SalIh Hesnewî; Serokê Nivîsgeha
Serokkomariyê Dr. Kamil Duleymî; Şêwirmendê Serokwezîr Xalid Yaqûbî û hejmarek
ji berpirsên payebilind yên herdu aliyan amade bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

