Rêkeftineke sêalî ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêmaê hat îmzekirin
Kurdistan 05:18 PM - 2025-09-22
PUKMEDIA
Zeviya petrolê
Çavkaniyên medyayê ragihandin ku peymanek sêalî di navbera Hikûmeta Herêma
Kurdistanê, Hikûmeta Federal a Îraqê û kampaniyên petrolê yên ku li herêmê de
hatiye îmzekirin. Medyaya Îraqê ragihand ku îmzekirin li Hewlêrê pêk hatiye û
li gorî şertên peymanê, hinardekirina petrola herêmê dê ji nû ve dest pê bike.
Zêdekirina para Kampaniyan
Piştî çend mehan ji nekokî û aloziyan, Bexda û Hewlêr bi kampaniyên
biyanî re gihîştin peymenekê ku pirsgirêka hinardekirina petrola herêmê bi rêya
bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bi dawî bikin. Peyman zêdekirina mûçeyên kampaniyên
biyanî destnîşan dike, ne ku para wan a rasterast a dravî ya dahatên petrolê, û
derî li ber pêşkeftina ku demek dirêj li bendê bû vedike. Lêbelê, pirsgirêkên
ewlehî, siyasî û aborî hîn jî girêdayî pabendbûna her sê aliyan in.
Hinardekirina petrola herêmê bi rêya bendera Ceyhanê di
Adara 2023an de ji ber nakokiyên qanûnî û teknîkî hate rawestandin. Ji wê demê
ve, hewldanên dijwar û berdewam hatine kirin da ku lihevkirinek çêbibe ku dê ji
nû ve destpêkirina herikîna petrola Herêma Kurdistanê misoger bike.
Peymana Dîrokî
Îraq pabendî para xwe ya sabît a OPEC+ ye, ev tê vê wateyê
ku ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bo bakur dê bi
kêmkirina hinardekirina bo başûr re rû bi rû bimîne. Piştî danûstandinên dirêj
û serdanên hevbeş, Bexda û Hewlêr bi kampaniyên biyanî re peymanek girîng
çêkirin da ku krîza hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera
Ceyhanê bi dawî bikin. Peymana ku du mehan dom kir gihîşt têgihîştinek hevbeş.
Kampanî bi Bexdayê razî bûn
Çavkaniyek agahdar a hikûmetê ji PUKMEDIA re got ku "kampaniyên
biyanî israr kirin ku nekokiyan bi rêya dadgeh û saziyên navneteweyî çareser
bikin, lê Bexdayê red kir û got divê hemî pirsgirêk li gorî qanûnên Îraqê werin
çareser kirin. Di dawiyê de, kampanî li ser vê yekê razî bûn, û mijar qediya.
Çavkaniyê her wiha destnîşan kir ku şandeyek bilind bi
serokatiya Wezîrê Petrolê yê Federal Hayan Abdul Genî dê bi Rêveberê Giştî yê
SOMO re biçe Enqerê da ku li ser ji nû ve destpêkirina hinardekirinê bi rêya
bendera Ceyhanê lihev bikin û peymanek nû îmze bike da ku şûna peymana berê ya
bi Tirkiyeyê re bigire, ku biryar e di Tîrmeha 2026an de biqede.
Hinardekirin dê bi 100 hezar bermîl di rojê de dest pê bike
Pispor texmîn dikin ku hinardekirin bi rêya bendera Ceyhanê
dê bi qasî 100 hezar bermîl di rojê de dest pê bike, û piştî temamkirina
amadekariyên teknîkî û lojîstîkî û lihevkirinên bi Tirkiyeyê re, hêdî hêdî
bigihîje 300 hezar bermîl di rojê de, û girîngiya stratejîk a benderê vegerîne.
50,000 bermîl di rojê de ji bo kampaniyan
Li gorî peymanê, herêm pabend e ku rojane 280,000 bermîl
hilberîne, ku ji wan 50,000 bermîl dê ji bo xerckirina navxweyî were
veqetandin, di heman demê de 230,000 bermîl di rojê de dê radestî SOMO-yê were
kirin, ku berpirsiyarê hinardekirin û kirrûbirrê ye.
kampaniyên petrolê hîn helwestek fermî li ser peymanê nîşan
nedane, di heman demê de tê payîn ku kabîneya federal roja Sêşemê ya bê wê
pesend bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

