21 Îlonê Roja Cîhanî ya Aştî ya îsal bi şeran derbaz bû
Cîhan 03:20 PM - 2025-09-21
Pêgeha NY
Wêneyek derbarê Roja Cîhanî ya Aştiyê
Roja Cîhanî ya Aştiyê , ku her sal ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve
di roja 21ê Îlonê de tê pîrozkirin, îsal di bin siya gelek şerên li Sûriye, şerê
navbera Hemas û Îsraîlê li Kerta Xeze ,şerê di navbera Hindistan û Pakistan, Rûsya
û Ukraniya û aloziyên di navbera Tayland û Kemboçya û çendîn welatên din yên cîhanî de derbaz bûye.
Di sala 2001an de, Neteweyên Yekbûyî jî ev roj wekî
"serdema ne tundûtûjî û agirbestê" destnîşan kir, û ew bi fermî wekî
"Roja Navneteweyî ya Aştiyê" hatibû nasîn.
Roja Cîhanî ya Aştiyê veguheriye tevgereke gerdûnî, ku
hikûmetan, civaka sivîl û kesan di çalakiyên ku cîhanek aştiyane pêş dixin de
beşdar dike.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dive mijara sereke ya sala
2025an hewldan û tevgerkirin ji bo cîhanek
aştiyane be.
Bi vê boneyê, divê em hewlên Serok Mam Celal di vî warî de
bi bîr bînin,ew yek ji kesayetiyên herî berbiçav bû ku banga aştiyê li Îraq,
herêm û cîhanê dikir, û têkoşîna xwe ji bo xurtkirina nirxên pêkvejiyan û
hevjiyanê terxan kir, di tevahiya jiyana xwe de, wî hewl da ku çareseriyên
aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd bibîne û roleke girîng di nêzîkkirina nêrînên
aliyên nakok di pêvajoya siyasî de list, piştî hilweşîna rejîma Beis, wî pêgeha
serokatiya komarê veguherand platformek yekgirtî ji bo pêkhate û hêzên siyasî
yên cûda yên li Îraqê.
Her weha rola Serok Mam Celal ya sereke hebû di di encamdana
lihevhatinê di navbera hêzên Şîe û Sunnî de û parastina lihevhatinê di navbera
wan de, ji bilî xebata wî ya berdewam ji bo asayîkirina peywendiyên Îraqê bi
derdora wê ya Ereb û herêmî re, ku ji ber siyasetên rejîma Serokê berê Sedam
Husên gelek zirar dîtibûn, bi vî awayî, bi saya siyaset û hewldanên wî yên baş,
Îraq bû egera aramî û aştiyê li herêmê, ewqas ku Lêvgerê Olî ya herî bilind li
cîhanê, Semahet Seyîd Sîstanî, li ser wî got: Mam Celal valva (Semam El Eman) ya
ewlehiyê ya Îraqê ye," û hemî aliyên siyasî yên li Îraqa nû şahidiya vê
yekê kirin.
Di sala 1981an de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi yekdengî 21ê Îlonê wekî Roja Cîhanî ya Aştiyê ragihand,ev roj ji bo xurtkirin û çespandina aştiyê bi riya çalakiyên ne tundûtûjî, perwerde û hişyariya giştî hatiye veqetandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

