Rêxistina Meteorolojî ya Cîhanî: Kuna Qata Uzun biçûk bûye
Cîhan 10:16 AM - 2025-09-16
Yewm El Sabih
Kuna Qata Uzun
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanî li Cinêvê
îro roja Sêşemê rêkefta (16-09-2025) an ragihand ku Kuna Uzunê par li gorî
salên berê biçûk bûye, ku vê yekê bi başbûna mercên hewayê yên xwezayî û
hevkariya navneteweyî ve girê dide.
Li gorî Radyoya Swîsre ( LAC), rêxistinê
piştrast kir ku heya sala 2040an an jî nîvê salên 2060 an, li gorî herêmê, Qata
Uzun dikare vegere asta salên 1980an, her weha destnîşan kir ku ev yek dê
rêjeya Kansera Çerm û ziyana li sîstemên Jîngehê ya ji ber zêderavdana tîrêjên
ultraviyole (Li Ser Benfsecî) bi girîngî kêm bike.
Rêxistinê bang li civaka navneteweyî kir
ku hewlên xwe bidomîne, ji ber ku vejandina Qata Uzunê dibe alîkar ku gelek
armancên pêşkeftina domdar werin bidestxistin, wekî yên derbarê tenduristî,
avhewa û xwarinê.
Radyoyê destnîşan kir ku sala borî, Kuna
Uzunê li ser Antarktîka di dawiya Îlonê de gihîştiye lûtkeyê û hinekî zêdetirî
46 mîlyon ton e, ku ji navînîya nêzîkî 30 salan kêmtir e her weha di çar salên borî
de, kêmasî hîn mezintir bû, destnîşan kir ku nîşaneyên din yên dilxweşker ew in
ku windabûna Uzub dereng dest pê kiriye û başbûn bilez bûye.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî
António Guterres bi boneya Roja Cîhanî ya Uzun got: Çil sal berê, welatên
cîhanê li hev civiyan daku biryarê li ser gava yekem ya ji bo parastina Qata Uzunê
bidin, her weha askere kir ku, îro, Qata Uzun baş dibe, ev serkeftin ji me re
tîne bîra me ku dema netewe guh bidin hişyariyên zanistî, dikarin pêşketinan bikin.
Radyoyê rave kir ku Protokola Montrealê
bûye sedema rawestandina ji %99 zêdetir hilberîn û xerckirina madeyên
kontrolkirî yên ku ozonê kêm dikin. Ev made di sarinc, klîmayê, kefên
agirkujiyê û spreyê porê de dihatin bikar anîn.
Her weha 164 welatan protokolek ji bo
kêmkirina Hîdroflorokarbon (HFC),ku wekî alternatîfên madeyên ku Uzun kêm
dikin têne bikar anîn, pejirandine, ev kêmkirin li gorî pîlanê dimeşe û dikare
bibe alîkar ku heya sala 2100an guherîna avhewayê heta 0,5 pileya Celsius were
astengkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

