Di dîroka Nepalê de Shoshila Karki yekem serokwezîra jin e
Cîhan 10:13 AM - 2025-09-13
Reuters
Şoshîla Karkî Serokwezîra nû ya Nepalê
Piştî xwepêşandanên girseyî ku hikûmeta berê hilweşandin,
Şoshîla Karkî bû yekem serokwezîra jin ya demkî ya welatê Nepalê.
Seroka Dadgeha Bilind ya Nepalê ya berê Shoshila Karki ya
temen 73 salî, duh roja Înê sonda yasayî xwar û piştî lihevkirinekê bi serkirdeyên
xwepêşandanan re, bû yekem serokwezîra jin ya wî welatî.
Di heyama xwepêşandanên girseyî de ku li paytext Katmandu
û bajarên din piştî biryara nakok ay hikûmetê ya qedexekirina platformên
medyaya civakî dest pê kirin, di şer û pevçûnên bi hêzên ewlehiyê re zêdetirî
50 kes hatin kuştin, di heman demê de avahiya parlemanê û çend saziyên hikûmetê
hatin şewitandin, ev yek jî bû sedem ku Serokwezîr Kay Bî Sharma Oli dest ji
kar bikşîne.
Lihevkirina siyasî hilweşandina parlemanê û ragihandina
hilbijartinên giştî di 5ê Adara bê de dihewîne.
Shoshila Karki dê di nav çend rojên bê de hikûmetek demkî
ava bike ku ew ji ber durustiya xwe û piştgiriyek girîng ji nifşê ciwan, bi
taybetî rêberên xwendekaran yên ser bi Nifşa Z, xwedî navûdengek baş e.
Shoshila Karki kiye?
Shoshila Karki, ji malbateke xwedî peywendiyên nêzîk bi
Partiya Kongreya Nepalê re tê.
Di sala 2016an de wek Seroka Dadgeha Bilind kar dikir,
lê di dema 11 heyvên karê xwe de rastî hewldanên ji bo dûrxistina wê ji kar hat;
ew bi kariyera xwe ya dirêj di parastina serdestiya hiqûqê de tê nasîn, û mêrê
wê, ku serokê berê yê partiyê ye, piştgirî da kariyera wê ya siyasî û dadwerî.
Ev yek di demekê de ye ku hêzên artêşê di nav aloziyan de
li paytextê bi cih bûne, di heman demê de çavdêr bawer dikin ku damezrandina
Shoshila Karki destpêka qonaxek siyasî ya nû nîşan dide ku dikare pêşeroja
demokrasiya nû ya Nepalê diyar bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

