Serok Bafil li Hevpeymana Sosyal Demokrat doza Kurd zêdetir pêş dixe

Kurdistan 11:35 AM - 2025-08-31
Bafil Celal Talebanî serokê YNK PUKMEDIA

Bafil Celal Talebanî serokê YNK

Silêmanî YNK

Roja 27 heta 30ê Tebaxê  Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat li Cîhana Erebî li Silêmaniyê hate lidarxistin, ku 4 rojan dirêj kir û têde Bafil Celal Talabanî, serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wekî serokê Hevpeymanê hate hilbijartin. Çavdêrên siyasî hilbijartina Serok Bafil wekî gaveke girîng dibînin ku dikare di asta welatên Ereb û cîhanê de bêtir xizmeta doza Kurd bike.

Ji bo zanîna girîngiya lidarxistina vê konferansê li Herêma Kurdistanê û Silêmanî, malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA nêrînên çend kesayetên siyasî wergirtiye û hemûyan girîngiya konferansê tekez kirine.

Ezmûna Yekîtî li gel Sosyal Demokrat de heye

Balyoz Hazim Yusifî ji PUKMEDIA re got: Niha dema demokrasiyê ye û cîhan ber bi demokrasiyê ve diçe. Divê em jî bi vê şepolê re herin û paşde nekevin, Sosyal Demokratîk bo YNK pirseeke nûh nîne, berê jî endam bû, Serok Mam Celal cîgirê rêxistina Sosyal Demokrata Cîhanê bû û piştre wek serokê rûmet yê wê hat diyar kirin.

Derbarê girîngiya lidarxistina konferansê de, wî got: Tiştê ku îro li Silêmaniyê tê kirin ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Kurdan û Îraqê girîng e, ji bo hemû kesên ku ev xebat kirine ser milê xwe û kongre rêxistin kirine girîng e.


Serok Bafil roleke girîng dilîze

Di 30ê Tebaxa 2025an de, serokê berê post radestî Bafil Celal Talabanî serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir, ku dê sê salan di postê de bimîne.

YNK roleke girîng li ser asta navçeyê heye ne tenê li Kurdistanê û Îraqê

Derbarê konferans û danûstandina nêrînan de, Pola Talabanî, endamê serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji PUKMEDIA re got: Konferansa ku li Silêmaniyê tê lidarxistin girîng e, nemaze ji ber ku herêm di rewşek hestiyar re derbas dibe, beşdarên konferansê ku ji welatên Ereb û cîhanê hatine, dê li ser mijarên girîng nêrînan biguherînin, ev nîşan dide ku YNK roleke girîng li navçeyê heye, ne tenê li Kurdistan û Îraqê.

Pola Talabanî got jî: Girîngiyeke din a vê kongreyê ew e ku bi danûstandina nêrînan û gotûbêjkirina mijaran, we kiriye ku nuxbeya siyasî ya YNK û heta girseyê jî ji her demê bêtir zelal û çêtir bin ku mafên gelê Kurd biparêze.

Amaje bi wê jî kir ku: Beşdarên kongreyê hemî partiyên bi bandor ên li welatê xwe ne, girseyek wan heye û di hikûmet û parlementoyê de bi bandor in.Ev yek we dike ku bandorek mezin li ser raya giştî û di asta hikûmetê de bikin.


Silêmanî aştî û jiyana hevbeş dipejirîne

Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat li cîhana Erebî nîşanek din e ku Kurd aştîxwaz in û aştî û jiyana hevbeş dipejirînin.
Westa Resul, endama serokatiyê û fermandara hêzên yedek ji PUKMEDIA re got: Vê kongreyê nîşan da ku Silêmanî aştî û jiyana hevbeş hembîz dike, û di vê kongreyê de em destê beşdarên kongreyê ber bi demokrasiya civakî ve digirin, ji ber ku geşeya sosyal demokrat li welatên Erebî kêm bûye.

Hilbijartina Serok Bafil tê wateya bi hêzbûna pêgeha YNK

Westa Resul got jî: Hilbijartina Serok Bafil tê wateya ku YNK di nav Hevpeymaniya Sosyal Demokrat de xwedî pêgehek bihêz e, ji ber ku ji sala 1992an vir ve bi vê prensîbê kar dike û xwedî ezmûn e, ji ber vê yekê serokê YNK dê wekî serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokratîk hate hilbijartin.

Di nav YNK de jin xwedî pêgeh in

Derbarê pêgeka jinan di nav YNKê de, Westa Resul got: Jin di nav YNKê de xwedî pêgeheke girîng in, ji ber vê yekê hilbijartina Xanim Feryal Abdulah wekî seroka Yekîtiya Jinên Tewar a Hevpeymaniya Sosyal Demokrat li Cîhana Erebî tê vê wateyê ku YNK xwedî rêberên jin e. em jî dive zêdetir girîngiyê bidin jinan.

Pêşxistina Hevkariya Navbera Partiyan

Dr. Bryar Reşîd, nûnerê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ji PUKMEDIA re got: Lidarxistina vê konferansê ne tenê li ser bajarê Silêmaniyê, lê li ser tevahiya Îraqê bandorek erênî dike.
Wî her wiha got: Lidarxistina vê konferansê delîlek eşkere ye ku Yekîtî  ji bo xurtkirin û pêşxistina têkiliyên xwe yên navneteweyî, pêşvebirina demokrasiyê û ramanên din, û avakirina pirên hevkariyê bi welatên Ereb û navneteweyî re ye.

Yekîtî çalakvanekî siyasî yê navneteweyî yê girîng e

Cengîz Çandar, parlementarê DEM partî û nivîskar û rojnamevanekî navdar ê Tirk, ji PUKMEDIA re got: YNK konferansek bi rêve bir ku beşdar ji xelk ji Filîpîn heta Şîlî, û Berazîl heta hemû deverên cîhana Erebî têde bûn.
Got jî: Konferans pir baş hate rêkxistin kirin û duoat kir ku YNK çalakvanekî siyasî yê navneteweyî yê girîng û jêhatî ye.



PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket