Di salvegera 31 Tebaxê de
Kurdistan 09:25 AM - 2025-08-31
PUKMEDIA
Xiyaneta 31 Tebaxê
Îro salvegera 31ê Tebaxê ye, dema ku hêzên rêjîma dîktator
di sala 1996an de êrîşî Hewlêrê kirin. Bi dehan dijberên Tevgera Neteweyî û
Îslamî ya Îraqê ji Şîe û Tirkmen, ligel welatiyên Kurdistanê û endamên
Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, şehîd û birîndar bûn û hatin
girtin. Ev bûyer ji bo hemî hêz û partiyên Kurdistan û Îraqî wekî kêrek li
piştê bû.
Bûyerê 31ê Tebaxê ji
bo endamên Tevgera Neteweyî ya Îraqê û hêzên Kurdî şok bûn, û birînên wê rojê
heta roja îro jî baş nebûne. Saziyên destûrî û rewa yên hilbijartî yên herêmê
rastî dagirkerî û binpêkirinên eşkere hatin. Çek li saziyên hikûmetê û
Parlamentoya Kurdistanê, ku sembola demokrasiyê ye, hatin avêtin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku armanca sereke ya wê
êrîşa leşkerî bû, wê rojê qurbaniyên mezin da. Baweriya wê bi wê yekê hebû ku ji
bo çareserkirina nekokiyên navxweyî nabe serî li hêzên biyanî bidin. çareseriya
çêtirîn rêbazên siyasî û diyaloga aqilane ye ji bo çareserkirina her nekokiyeke
siyasî, hem niha û hem jî di pêşerojê de.
Ev diyalog û têgihîştin ewe ku ezmûna me diparêze û wê dixe
ser rêya rast a pêşketin, çaksazî û geşepêdanê. Ji bo vê armancê, Yekîtiya Niştimanî
her tim berjewendiyên bilind ên gelê me tekez kiriye û di vî warî de qurbaniyên
mezin daye.
Dema ku em vê salvegera bi êş bi bîr tînin, em helwestên xwe
yên welatparêzî ji nû ve piştrast dikin û giyanê şehîdên 31ê Tebaxê û hemû
şehîdên gelê Kurdistanê silav dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

