Washington: Erka Hevpeymaniya Navneteweyî li Îraqê dê veguhere hevkariyeke ewlehiyê
Îraq 11:20 AM - 2025-08-18
Reuters
Hêzên Amerîka li Îraqê
Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê ragihand ku erka Hevpeymaniya Navneteweyî li
Iraqê dê veguhere hevkariyeke ewlehiyê ya dualî.
Ajansa
Nûçeyan a fermî ya Îraqê ji zarê Balyozxaneya Amerîkayê veguhest ku gotiye,
"Ev ne dawiya karê hevpeymaniya navneteweyî ye ji bo têkbirina DAIŞê, ew ê
hewlên xwe yên bi pêşengiya sivîl li ser asta cîhanî bidomîne.
Wê zêde kir,
Erka leşkerî ya hevpeymaniyê li Îraqê dê veguhere hevkariyeke ewlehiyê ya dualî
û destnîşan kir ku "hûrguliyên têkildarî plan û operasyonên me yên leşkerî
dê ji Wezareta Parastinê re werin şandin.
Şêwirmendê
Serokwezîrê Îraqê Hisên Elawî duh Yekşemê ji ajansa fermî re got ku hebûna erka
hevpeymaniya navneteweyî li Bexda û Eyn el-Esed dê di Îlonê de biqede, û
destnîşan kir ku hikûmet bi nêzîkatiya hikûmetê ya avakirina hêzên çekdar û
bidawîkirina erkên hevpeymaniyê pabend e.
Elawî destnîşan kir ku "lihevkirinek bi
welatên hevpeymaniya navneteweyî re hatiye kirin da ku erkên hevpeymaniyê li
gorî demek diyarkirî ya 2025 û 2026 bi dawî bibe. Ev lihevkirina ku di navbera Îraq
û Amerîkayê de derbarê bidawîbûna erkên hevpeymaniyê de hatiye kirin.
Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê nêzîkî 2,500 leşkerên xwe li Îraqê hene di çarçoveya
hevpeymaniya ku di sala 2014an de ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst DAIŞê
ava bû, piştî ku wê deverên berfireh li her du welatan dagir kir.
Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îraqê li hev kiribûn ku erka hevpeymaniya
navneteweyî di Îlona bê de bi dawî bikin.
Hikûmetên
her du welatan di 27ê Îlona 2024an de daxuyaniyek hevbeş weşandin, ku tê de lihev
kiribûn ku "di nav 12 mehên bê de, û herî dereng heta dawiya Îlona 2025an,
erka leşkerî ya hevpeymaniyê li Îraqê bi dawî bibe, û nîşan dan ku her du alî
dê derbasî "hevkariyên ewlehiyê yên dualî" bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

