Ocalan ji bo gelê Mexmûrê: Hûn stûna sereke ya pêvajoya aştiyê ne
Kurdistan 12:15 AM - 2025-08-09
Arşîv
Birêz,Abdullah Ocalan
Rêzdar Abdullah Ocalan ji bo gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî nameyek nivîskî şand û got: “Em ê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin.”
Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî ji ber zextên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê 31 sal in li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di şert û mercên dijwar de berxwedanek bêyî hempa raber dike. Ocalan ji bo gelê wargehê nameyek bi nivîskî şand.
Nameya birêz Ocalan li Saziya Malbatên Şehîdan ji gelê Mexmûrê re hat xwendin. Dema name hate xwendin kêliyên hestiyar hatin jiyîn û girseya gel bi yek dengê dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Nameya Birêz Ocalan wiha;
Ji bo gelê Mexmûrê yê hêja
Ez silavên xwe yên germ ji bo hemû gelê me yê li Mexmûrê dijîn re dişînim. Gelê me yê Mexmûrê di dîroka têkoşîna me de roleke pir girîng lîstiye û bûye xwediyê cihekî pir bi nirx. Ruxmê hemû zehmetiyan jî, bi pratîka xwe nîşan daye ku berxwedan jiyane û qehremanên mezin derxistine û barê têkoşînê yê giran bi awayek serkeftî hilgirtiye ser milên xwe. Îspat kiriye ku şert çi dibin bila bibin, jiyana azad ji ser her tiştî re ye. Û bûye xwediyê sekn û kedek layiqî gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd.
Ez di wê baweriyê de me, gelê me yê Mexmûrê çawa ku berê bû stûna bingehîn a têkoşîna me, di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de jî wê bibe xwediyê heman rol û misyona girîng. Wekî hêza dînamîk a vê pêvajoyê, bûyîna xwedî berpirsyarî û pêşengtî kirin, pêwîstiya mîrasa wan a têkoşînê ye. Xaleka hevdîtînên me jî li ser rewşa gelê me yê Mexmûrê ye.
Bêguman bi pêşketina pêvajoyê re vegera wan a ser xaka xwe wê çêbibe. Lê belê pêwîste were zanîn ku, divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş. Em ê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin.
Der barê yên Mexmûr, yên Ewropa û tevahî yên penabertiyê de wiha difikirim: Vegera hemûyan wê kolektîf be û erdnîgariyê em ê hilbijêrin. Dixwazin vegerin ?
Em wisa hesab bikin ku nîv bi nîv dixwazin vegerin. Divê em vegerê kolektîf bifikirin. Di vê çarçoveyê de silavên min li Mexmûrê bikin.
Li ser vî esasî di serî de jin û ciwan silavên xwe û hezkirinên xwe yên kûr û bêdawî ji tevahî gelê Mexmûrê re dişînim.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

