Konferansa ji bo yekîtiya civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despêkir
Kurdistan 02:33 PM - 2025-08-08
Ajans
Dîmena konferansê
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xiwêran a Hesekê dest pê kir.
Di konferansê de nêzî 500 siyasetmedar, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên Suryan-Asûr-Kildan, Ermen, Tirkmen, Çerkes, hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û rêxistinên jinan, keşîşê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh, Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û şêx Murşîd El Xeznewî amade ne.
Hevseorkên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, hevseroka MSD’ê Leyla Qereman jî beşdar in.
Dê bi navê Rêveberiya Xweser, QSD, MSD, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêkhateyên herêmê axaftin werin kirin. Her wiha dê peymanên Durziyên Miwehidîn û Elewiyan ên ji bo konferansê jî hebin.
Dê belgeya konferansê were xwendin, nirxandin û pêşniyarên beşdaran hebin jî. Di dawiyê de dê encamnameya konferansê were xwendin.
Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed ve hat kirin.
Îlham Ehmed diyar kir ku konferans di pêvajoyeke girîng a dîroka Sûriyeyê de tê lidarxistin, lewra berpirsyariya siyasî û exlaqî ya li hemberî welat ji her kesî tê xwestin.
Îlham Ehmed destnîşan kir ku konferans îfadeya zindî ya îradeya gelan e ku di yekrêzê de li hemberî şer li ber xwe bidin û bi birêxistinbûnê li hemberî paşguhkirinê rabin û modelek demokratîk a li ser bingehê hevnaskirin, tevkariya rasteqîn û edaleta civakî ava bikin.
Îlham Ehmed da zanîn ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen, Tirkmen, Çaçan, Çerkes, misliman, xiristiyan û êzidî îsbat kirin ku pirrengî ne gef e, lê jêdera hêzê ye û wiha domand: “Pêkhateyên herêmê îsbat kir ku parastina rasteqîn ne ji derve tê, lê bi îradeya hevbeş a ji bo avakirina aştî û edaleteke mayînde pêk tê.
Berdewama hişmendiya yekalî ya rêvebirinê wê aloziyan kûrtir bike.”
Îlham Ehmed konferans wek serekftineke siyasî ya gel pênase kir ku armanc jê "diyarkirina siberoja Sûriyeya nû ya li ser esasê tevkariya rasteqîn, hevnaskirin, nûnertiya adilane, hemwelatîbûna rasteqîn, pirrengî, nenavendîbûn û demokasiyê ku garantiyên yekitiya welat û aramiya wê ye.”
Îlham Ehmed diyar kir ku beşdariya nûnerên herêmê di konferansê de cewherê proseya siyasî û destûrî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan û bêyî beşdariya çalak Sûriyeya nû ava nabe.”
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku "piştî salên dirêj ji desthilatdarî û înkarê ev konferans bibe gavek ber bi Sûriyeya nû ve ji bo tevahî pêkhateyên wê û siyasetê vegerîne wateya wê ya exlaqî.”
Li gel wan, nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên gelên Kurd, Ereb, Siryan, Ermen û Tirkmenan cihê xwe girt.
Yek ji xalên herî girîng ên konferansê, peyama vîdeoyî ya Serokê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî bû.
Hecerî piştgiriya civaka Durzî ji bo yekrêziya pêkhateyan anî ziman û got:
“Di serdemeke ku zehmetî tê de zêde ne û astengî li hev dikevin em îro vê kongreya pîroz li dar dixin da ku bi yekdengî bibêjin: Yekgirtina pêkhateyan a li başûr û rojhilatê Sûriyeyê ne tenê dirûşmeke siyasî ye, aramiyeke wijdanî ye ji bo welat û gelekî ku rûbirûyî şerê paşguhkirinê bûye.
Em, zarokên civaka Durzî, li gel birayên xwe yên Kurd, Ereb, Siryan, Êzidî û Tirkmen radiwestin û ev pêkhate di wê baweriyê de ne ku pirrengî ne gef e, samaneke girîng e û yekrêziya me di bin dirûşma 'Bi hev re ji bo pirrengiyê û bihêzkirina yekrêziya me; hevparî paşeroja me ava dike' de xurt dike.
Ev konferans destpêka rêçikeke nû ye; stûnek e ku parastina rûmet û azadiya mirovan li welatekî ku mirov ne li ser bingeha aidîyet û nêrînên xwe, li ser bingeha mirovbûn û beşdariya xwe ya di jinûveavakirinê de tên nirxandin, xurt dike.”
Li gorî bernameya konferansê, piştî axaftinên destpêkê, dê nûnerên HSD, MSD û Meclisa Jinan rewşa heyî û dîtinên xwe yên ji bo paşerojê pêşkêş bikin.
Piştre jî dê nûnerên pêkhateyên din ên etnîkî û olî mafê axaftinê wergirin.
Tê payîn ku konferans bi xwendina encamnameyeke hevpar a ku dê nexşerêya pêkhateyan a ji bo Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî diyar bike, bi dawî bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
04:50 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
Kurdistan 05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
Kurdistan 04:50 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

