Perwîn Buldan: Serkeftina aştiyê rêzgirtin e ji bo bîranînên Serok Mam Celal

Kurdistan 12:54 PM - 2025-08-05
Perwîn Buldan, Cîgira Serokê Parlemana Turkiye Medya

Perwîn Buldan, Cîgira Serokê Parlemana Turkiye

Perwîn Buldan Cîgira Serokê Parlemana Turkiye, ku di heman demê de endama şanda Îmraliyê ye, di hevpeyvînekê de bi rojnameya Kurdistanî Nwê re got: Pêvajoya aştiyê li Turkiye berdewam dike û ragihand ku, ew pirsgirêkek 100 salî ye û îro em di xalek pêşkeftîtir de ne û di civakê de pesendkirinek e giştî ya pêşveçûna vê pêvajoyê heye û dibêje: Serkeftina pêvajoya aştiyê rêzgirtinek e ji bo hewildan û bîranînên Serok Mam Celal û pabendbûna bi mîrata ku wî li pey xwe hiştiye ye.

Naveroka hevpeyvîna Perwîn Buldan:

*Di destpêkê de em dixwazin tu behsa tendirustiya rêzdar Ebdulah Ocalan bike


- Tevî 26 salên di girtîgehê de, dehsalan dorpêç û bandorên neyînî yên girava Îmraliyê jî, Birêz Ebdulah Ocalan xwe pir bihêz,û xwedî exlaq û biryardar nîşan da, di demekê de ku çêdibe hindek pirsgirêka wî ya tendirustiyê hebe, ji ber mezinbûna temenê wî û ew rewşa ku pêştir me  behsa wê kiribû, lê ew berdewam tendirustiya xwe dixe pişt karên xwe, û hemû terkîz û îrade û xebata wî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û parastina berjeweniyên xelkê û vekirine riyek e nû ye.

*Digel berdewamiya proseyê, gelo nêrîn û hêviyên rêzdar Ocalan bi pêvajoyê zêdetir bûye? Yan baweriya wî wusa ye ku vê carê pêvajo encamê digir e?Di demekê de ku pêvajoyên dema borî bi şikestin bi dawî bûn?

Pêvajoya Aştiyê serkeftî dibe

- Rêzdar Ocalan dizane ku çareserkirina pirsgirêka Kurd ne hêsan e, lê ew bi xwe û têkoşîna gelê Kurd bawer dike, xwezaya wî ew e ku dijwarîyan berevajî bike, astengiyan derbas bike û derfetan biafirîne, di rewşên herî dijwar de bi destxistina tiştên ne gengaz taybetmendiya herî berbiçav a rêberiya wî ye.

Bi berpirsiyariyeke mezin û giran, ew hewl dide her kesî qanih bike ku ev çareserî gengaz e, di vî warî de, ez dikarim bibêjim ku ew bi vin e,ew yek ji wan karakteran e ku bi baldarî û rast li ser dema borî lêkolîn dike, ew gelek caran rayedarên peywendîdar, rêxistina xwe, civaka Turkiyê û me li ser vê mijarê hişyar dike,ew ji astengiyan haydar e û rêbazên dîrokî û girîng pêş dixe daku wan derbas bike,hemû pêşketinên ku em îro behsa wan dikin, pêngavên li ser bingeha waneyên dema borî hatine girtin in û di vî warî de, hem rêzar Ocalan û hem jî şandeya Îmraliyê bawer dikin ku em ji dema borî zêdetir nêzîkî çareseriyê ne û em bawer dikin ku vê carê çareserî gengaz

Em di qonaxek pêşketî de ne

* Hûn pêvajoya giştî ya heta niha çawa dinirxînin? Hûn bîr dikin ku heta niha bi serkeftî pêşketiye?


"Îro em di xalek ji duh pêşketîtir de ne,pêvajo di nav dînamîkên xwe de dest bi zemînsaziyê kiriye, pesendkirinek e giştî ya pêşveçûna vê pêvajoyê di nav civakê de çê bûye û piştgiriya raya giştî rojane zêdetir dibe, ku pir hêja ye, û wekî din, vîn û biryardariya aliyên peywendîdar berdewam in, belê, zehmetî hene, lê biryardariya serkeftinê li ser van hemî zehmetiyan serdikeve, rastiya ku pêvajo gihîştiye vê xalê serkeftinek e, lê serkeftina herî mezin temamkirina vê rê ye, ku ew jî gihîştina encamekê ye, çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingehek yasayî û siyasî.

*Li gorî wê ev pêvajo kengî dê bigîhje encamê ?

- Pirsgirêka ku em qala wê dikin xwedî dîrokeke 100 salî ye, pirsgirêkek ku bûye sedema êş û azaran, pirsgirêkek ku xwedî aliyên siyasî, civakî, çandî, aborî û leşkerî ye, ji ber vê yekê çareserkirina wê di şevekê de ne hêsan e,lê niha pêvajoyek saxlem heye, bêyî ku pêvajo bilezînin an jî bi demê re dirêj bikin, em pêşniyar dikin ku ew li ser bingeha lihevkirinek hevpar were gihîştin, ji ber vê yekê, diyarkirina demek diyarkirî ne gengaz e û armanca me ew e ku riyek zelal ji bo çareseriyê hebe.

Karên şandeya Îmraliyê dê berdewam bin

* Gelo serdanên şandeya Îmraliyê dê heta dawiya pêvajoyê berdewam bikin?


- Şandeya Îmraliyê di vê qonaxê de berpirsiyariyek girîng girtiye ser xwe û ez careke din hevkarê xwe yê hêja Sirî Surye Onder bi bîr tînim, ku gelek beşdarî gihandina vê pêvajoyê kiriye û mîrateyek ji me re hiştiye û em pêşvebirina pêvajoyê wekî erkê dilsoziya ji bo kesên ku ji mirinê re rû bi rû mane bêyî ku hewcedariya wan bi şande, sazî an kesek hebe dibînin û şandeya me dê di vê rewşê de rola xwe ya hêsankirinê bidomîne.

*Mihemed Ocalan birayê Ebdulah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî digel birayê xwe gotiye: Ocalan gotiye ku êdî aliyek bê alî tune ye;li şûna wê de, ew rasterast bi dewletê re diaxive. mebesta Mihemed Ocalan çi ye?

* Ma ew dibêje ku êdî pêdivî bi şandeya Îmraliyê tune ye?


- Wek şandeya Îmraliyê, em encamên hevdîtinên me yên rasterast bi rêzdar Ocalan re û trafîka dîplomatîk ya ku me bi girseyan re kiriye binirxînin guncawtir dibînin,lê eger daxuyaniyek wisa hebe, ew qonaxek nû û saxlemtir di diyalog û danûstandinên çareserkirina pirsgirêka Kurd de temsîl dike,diyaloga rasterast di navbera aliyan de riya herî bibandor û guncaw e ji bo gihîştina çareseriyekê û erk û berpirsiyariyên şandeya me cuda ne, her weha daxuyaniyek wisa nayê wê wateyê ku şandeya me êdî ne hewce ye, nerevajî vê, her çend  emerc ji bo rêzdar Ocalan werin afirandin ku rasterast bi civakê re peywendiyan dayne jî, rola hêsankar a şandeya me dê berdewam bike.

Pêvajoya aştiyê mîrata Serok Mam Celal e

*Wekî ku hûn dizanin, Serok Mam Celal di sala 1993an de heta nexweşiya xwe ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê hewlên mezin da; nirxandina we ya li ser hewldanên Mam Celal çi ye? Rêzdar Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi we re çawa behsa Mam Celal dike?


-Her kesê ku vê pêvajoyê şopandiye dizane ku hewldanên rêzdar Ocalan ji bo aştiyê îro dest pê nekirine, eger agirbestên salên 1998, 1995, 1993 û piştre û hewldanên aştiyê têk neçûbana, em ê di hemû salên piştî wê de ewqas wêranî nekişandana, ji ber vê yekê, ji bo ku em sibê winda nekin, divê em îro nirxa van pêngavan bizanibin, ji bo vê pêvajoyê, yekîtiya di navbera Kurdan de ji her tiştî girîngtir e, ew fêm dike ku hem aştî û hem jî çareserî bi vîn, hêz û rêxistina gel ve girêdayî ne, ew bawer dike ku ev yekîtî ne tenê ji bo rewşa heyî, lê di heman demê de ji bo parastina destkeftiyên xwe yên dîrokî ji bo gelê Kurd pêwîst e, bi taybetî, ew girîngiyek mezin dide hewldanên Serok Mam Celal ji bo aştî û çareseriyê û piştgiriya ku wî di vî warî de pêşkêş kiriye û bilind dinirxîne, ew bawer dike ku serkeftina vê projeyê hem rêzgirtinek ji bo bîranîna wî ye û hem jî pabendbûnek bi mîrateya ku wî li pey xwe hiştiye ye, her wiha divê were zanîn ku ew ji hemî hêzên Kurd, di nav de Rêzdar Mesûd Barzanî û Birêz Bafil Talabanî jî, hêviyên mezin hene.

Rola Serok Bafil gelekî girîng e

*Hûn rola Yekîtiya Niştimanî ya kurdistanê û Bafil Celal Talabanî di vê pêvajoyê de çawa dinirxînin?


- Rola Birêz Bafil Talabanî û berpirsên din yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de pir girîng e, ji ber ku civîn û danûstandinên ku li Îmraliyê têne lidarxistin bi rihê Kurdîtiyê têne lidarxistin û bi her kesî re têkildar in, ji ber vê yekê, piştgiriya ku ji rêzdar Ocalan re tê dayîn, di heman demê de piştgiriya daxwazên gelê Kurd ji bo azadî, demokrasî û aştiyê ye, piştgiriya hevpar a rêberên Kurd îro me hemûyan şok kiriye, di serdemên Kurd bi hev re şer dikirin êdî nemaye, niha derfet û deriyên nû ji bo yekîtiya neteweyî li ber me vebûne, em ji Birêz Bafil Talebanî û hemî rêberên din ên Kurd re spasdar in.

* Li gorî we  digel serkeftina pêvajoyê re, siyaseta Turkiyê ya li hember Silêmaniyê dê biguhere û esmanê welêt dê ji bo Silêmaniyê vebin? Gelo niha Silêmanî wekî cihê jidayikbûna aştiyê tê dîtin?

Silêmanî mêvadariya aştiyê dike


-Divê biguhere, neçare biguhere,eger hûn dixwazin bi Kurdan re aştiyê bikin, nabe hûn bi Kurdên Dîyarbekirê re aştiyê nekin û û digel wê yekê jî digel Hewlêr, Silêmanî, Mehabad, Qamîşlo bi Kurdên re şer bikin, ji ber vê yekê, Turkiye ne tenê bi Silêmaniyê re divê aştiyê bike, niha pêngavên mezin hatine avêtin, yek ji wan merasîma şewitandinê ya di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê hat lidarxistin bû,ev pêşketin yek ji pêngavên herî girîng e ku hatiye avêtin, belê, Silêmanî di vî warî de mêvandariya aştiyê dike; ez dibêjim ew mêvandariyê dike ji ber ku ev pêvajo bi dawî neûye û ez bawer dikim ku Silêmanî dê vê rola xwe bidomîne, bi vê boneyê, em dixwazin spasiya xwe ji birayên xwe yên li başûr û nûnerên YKK û KDP re, ku di vê bûyera dîrokî de rol lîstine, vîna siyasî nîşan dane, piştgirî dane û bê kêmasî mêvandarî kirine diyar bikin.

Qonaxa bê ya pêvajoya aştiyê dê çi be? Kîjan pêngavên hevbeş dê werin avêtin?

-Qonaxa yekem ya vê pêvajoyê aştî ye û qonaxa dawîn jî dê heman tişt b ,têgehên wekî demokrasî, Yasa, Wekhevî û Dadwerê kevirên bingehîn ên vê pêvajoyê ne, her pêngavek ku tê avêtin vexwendinek ji bo gava din e, pêngavên girîng hatine avêtin,daxuyaniyên Bahçeli, kongreya PKKê ya 27ê Sibatê, merasîma şewitandina çekan ya 11ê Tîrmehê û avakirina komîsyonek li Parlemana Turkiye vê pêvajoyê temam dikin, piştî wê bingeha yasayî dê were danîn.

PUKMEDIA / Kurdistanî Nwê  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket