Tawanbar Hecac yê Nuqret El Selman hat desteserkirin
Kurdistan 07:02 PM - 2025-08-01
Ragihandina Dezgeha Ewlekariya Neteweyî
Tawanbar Hecac yê Zîndana Nuqret El Selman
Dezgeha Ewlekariya Neteweyî ya Îraqê roja Înê girtina yek ji daxwazkirî yên rejîma berê yê reviyayî Ecac Ehmed Herdan, bi nasnavê
"Hacac yê Nuqret El-Selman", li parêzgeha Musene ragihand.
Dezgeha Ewlekariya Neteweyî di daxuyaniyekê de got: Di
berdewamiya operasyonên bi armanca şopandina tawanbarên rejîma berê de, û piştî
lêpirsînek e hewalgirî ya hûrgulî ku ji şeş mehan zêdetir dom kir, yekîneyên
Dezgeha Ewlekariya Neteweyî li Parêzgeha Musene, bi hemahengiya ewlekariya
Selahedîn ya Başûr, karîn yek ji tawanbarên bi navê Ecac Ehmed Herdan, bi
nasnavê "Hecac yê Zîndana Nuqret El-Selman", ku ji dadweriyî reviyayî bigirin ku
wekî efserê ewlehiyê li girtîgeha navdar Nuqret El-Selman kar dikir, tawanbar
berê di gelek postên ewlehiyê de bû, ku di van postan de bû: (Efserê Sektora Rumeyse,
Efserê Sektora Necmî, Efserê Sektora Hilal, Efserê Sektora Parêzgeha Musene,
Efserê Sektora Buseye, û di dawiyê de jî Efserê Sektora Nuqret El-Selman) bû ku beşdarî bi darvekirin û veşartina qurbaniyan di gorên komî de bibû.
Li gorî daxuyaniyê di serdema dîktatoriyê de, tawanbaran
rêze tawanên li dijî mirovahiyê û bi sedan Îraqiyan encam dabûn bi taybetî
endamên koma etnîkî yên wekî Kurd ku bi zorê sirgûnî Parêzgeha Musene kiribûn ku
li di girtîgehê de tawanên îşkence, kuştin û destdirêjî hebûn.
Malbata wî ji bo ku dezgehên ewlehiyê bixapînin, mirina wî ragihandibû,lê
bi hewldanên hewalgiriyê û komkirina zanyariyên cûr bi cûr ew hate desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku piştî pesendkirina dadweriyê û
tomarkirina daxuyaniyên qurbanî û dozgeran, tawanbar hate girtin û ji bo
temamkirina rêkarên yasayî yên li dijî wî ew ji rayedarên lêpirsînê yên şareza re hatiye
şandin.
Dezgeha Ewlekariya Neteweyî ya Îraqê piştrast kir ku destê dadweriyê
dê herdemê li pey wan kesan be ku destên wan di rijandina xwîna bê gunehan de hene,û dem jî dê nebe penagehek ji bo ew kesên ji dadweriyê direvin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

