Parlemana Îraqê pêşwazî li hinardekirina petrola herêmê dikin
Kurdistan 02:20 PM - 2025-07-31
PUKMEDIA
Logoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal
Hikûmeta herêmê biryar da ku bi riya Kompaniya Somo dest
bi hinaredkirina petrola herêmê bike, û endamekî firaksiyona YNKê li Civata
Nûneran jî ragihand ku, biryara hinardekirina petrolê bi riya Kompaniya SOMO pêngavek
e girîng e ku dê gelek pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de çareser bike.
Hinardekirina petrolê dê gelek pirsgirêkan çareser bike
Sebah Şêx Hebîb, Endamê Civata Nûneran yê Îraqê ji firaksiyona
YNKê, ji PUKMEDIA re ragihand ku pêngava hinardekirina petrolê ji Herêma
Kurdistanê bi riya Kompaniya SOMO, ku di civîna duh ya Civata Wezîran Ya Herêma
Kurdistanê de hatIYE pejirandin, pêngavek e erênî ye ku dê gelek pirsgirêkan
çareser bike.
Her weha got: Girîng e ku her du hikûmet pabendî peymana di
navbera xwe de îmzekirine de bin, daku ji qeyrana paşdaketina mûçeyan rizgar
bibin, û tê pêşbînîkirin ku hikûmeta Îraqê di demek e nêzîk de mûçeyên heyva Hezîranê
bişîne.
Bandora êrîşan li ser hinardekirina petrolê hebû
Navbirî aşkere kir
ku her çend e Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha ji ber êrîşên Dronan yên
li ser zeviyên petrolê nikare 230 hezar bermîlên petrolê hinarde bike, ku di
peymanê de hatiye destnîşankirin,
lê biryara hinardekirina petrolê ji
aliyê herêmê ve pêngaveke erênî ye ku ber bi çareserkirina pirsgirêkan diçe, ji
ber ku ev birê hinaredekirina petrolê di pêşerojê de dê were zêdekirinû derbarê
nebûna pareyên kaş li ber destê Wezareta Darayî ya Îraqê got: Çi pirsgirêkên
pereyan nîne û dikare mûçeyan bişîne.
Hikûmeta federal amade ye hinaredeya petrola Herêma Kurdistanê bike
Her derbarê
hinaredekirina petrola herêmê, Nazim Şiblî, Endamê Komîteya Petrol û Gazê ya Civata
Nûneran ya Îraqê, ji rojnameya Sebah re got: Hinardekirina petrolê ji Herêma
Kurdistanê bi riya Kompaniya SOMO pêngavek e girîng e û got: Hikûmeta federal
bi riya Wezareta Petrolê û SOMO amade ye ku petrola Herêma Kurdistanê bi
awayekî şefaf û dadperwerane bifroşe û bazarê pê bike.
Amaje bi wê yekê
kir ku, Komîteya me piştgirîya van pêngavan dike û li ser wê yekê rijd e ku
biryarên Dadgeha Federal bên bicîhanîn, bi awayekî ku bibe sedema yekbûna
bazara Îraqê û parastina mafên hemû aliyan.
Herêm amade ye petrola xwe hinarde bike
Ev yek di demekê de
ye ku, duhî Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di civîna xwe de biryar da ku
petrola herêmê bi riya Kompaniya SOMO ji bo bazarên derve hinarde bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

