Encûmena Wezîran: Me erkên xwe bi temamî bicîh anîn
Kurdistan 05:41 PM - 2025-07-30
Ragihandina Encûmena Wezîrên Kurdistanê
Civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro, Çarşemê, civîna xwe ya asayî li dar xist û piştî civînê daxuyaniyek weşand û ragihand ku "mîqdara niha ya petrolê ji bo hinardekirinê amade ye û dê bi rêya bendera Ceyhanê ji bo hinardekirinê radestî SOMOyê were kirin. Divê hikûmeta federal mûçeyên Hezîran û Tîrmehê bişîne, wekî ku di parêzgehên din ên Îraqê de jî heye."
Daxuyanî wiha ye:
"Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro, roja Çarşemê, 30ê Tîrmeha 2025an, di bin çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî de civîna xwe li dar xist.
Beşa yekem a civînê ji bo nîqaşkirina gavên dawî yên ji bo dayîna mûçeyên Hezîran û Tîrmeha 2025an, li gorî peymana hevbeş a di navbera Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, û ji bo şopandina karê komîteyên hevbeş ên di Wezaretên Darayî û Lijneya Kontrolkirina Bilind a herdu aliyan de, hat veqetandin.
Li pêşiyê Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab raporek li ser dahatên giştî li Herêma Kurdistanê û destnîşankirina c dahatê û çavkaniya wê û bingeha qanûnî ya wergirtina wê pêşkêş kir, ku her meh bi awayekî zelal û şefaf di çarçoveya terazûya nirxandinê de ji Wezareta Darayî ya Federal re hatiye pêşkêşkirin û bi awayekî berdewam ji hêla tîma hevpar a her du Dîwanên Çavdêriya Darayî jî hûrbînî jî re hatiye kirin.
Wezîrê Darayî û Aborî amaje jî da ku, nûnerên Herêma Kurdistanê di komîteya hevpar a her du aliyan de ji bo dahatên negirêdayî petrolê û diyarkirina para xezîneya federal ji van dahatan di biserxistina karê komîteyê de û li ser bingeha destûr, qanûna rêveberiya darayî ya federal û qanûna budçeya sê-salî, pêşniyareke herêmî ya berfireh di vî warî de amade kiriye.
Awat Şêx Cenab ron jî kir ku, lîsta mûçeyan û terazûya sererastkirina meha Hezîranê ji Wezareta Darayî ya Federal re hatiye şandin û erkê Wezareta Darayî ya Iraqê ye ku, li beranberî wê yekê mûçeyên meha Hezîranê yên Herêma Kurdistanê xerc bike.
Encûmena Wezîran ji bo vê rapora şirovekarî ya li ser dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê û bizav û xebata wan a di vî warî de destxweşî li Wezareta Darayî û Aborî û tîma Dîwana Çavdêriya Darayî û Danûstandinan bi Bexdayê re kir.
Her wiha Encûmena Wezîran ew nêrîna Wezaretê li ser dahatan di çarçoveya wan metnên destûrî û qanûnî de yên ku di civînê de hatine pêşkêşkirin pejirand.
Nûnerên Herêma Kurdistanê jî di komîteya hevpar a bi hikûmeta federal re erkdar kir ku, vê nêrînê bi hevkarên xwe yên di komîteyê de nîqaş bikin, da ku pirsgirêka dahatên negirêdayî petrolê di zûtirîn dem de bê çareserkirin, li gorî wê rêkara hevpar a ku di biryara Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê û Encûmena Federal de hatiye.Piştre, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Wekalet, Kemal Mihemed Salih, pêşniyarek pêşkêş kir. ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, li gorî biryara hevbeş a dawî ya di navbera Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de.
Piştî nîqaşê, Encûmena Wezîran biryar da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsiyariya tezmînatkirina şîrketên petrolê yên ku li gorî biryara hevbeş a Encûmena Wezîran, mîqdara petrola ku ji bo armancên navxweyî li herêmê hatiye veqetandin, hildiberînin, digire ser xwe. Mîqdarên heyî ji bo hinardekirinê amade ne û dê bi rêya bendera Ceyhanê ji bo hinardekirinê radestî SOMO werin kirin.
Encûmena Wezîran dubare kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî lihevkirina hevbeş a di navbera her du aliyan de ye. Di vê çarçoveyê de, divê hikûmeta federal mûçeyên mehên Hezîran û Tîrmehê bide, wekî ku di rewşa parêzgehên din ên Iraqê de ye, ji ber ku herêm pabendî bicîhanîna dahatên petrol û ne-petrolê yên li hevkirî ye. Encûmen her wiha bi tundî piştgirî dide serkeftina lihevkirinên hevbeş ên di navbera her du aliyan de, li gorî peymanên berê yên ku ji hêla Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ve hatine pejirandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

