Di peyama xwe ya dawî ya Ocalan de: Ez baweriya xwe bi siyaset û aştiyê tînim, ne bi çekan
Kurdistan 10:11 AM - 2025-07-09
ANF NEWS
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye
Rêber Apo bi dîmen bangeke dîrokî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Baweriya min bi hêza aştiya civakî û siyasetê tê, ne bi çekê. Û ez bang li we dikim ku vê rêgezê bixin meriyetê."
Rêber Apo bi dîmen bangeke dîrokî weşand. Banga Rêber Apo bi vî rengî ye:
"Hevreyên hêja
Tevgera me ya xwe dispêre hevrêtiya komunalîst, di rewşa xwe ya heyî û pirsgirêkên heyî de, têkildarî rêyên çareserkirina pirsgirêkan, dubare be jî ez ê bi namekeyeke berfireh û şênber, bersivên afirîner bidim we û vê yekê jî weke erkeke exlaqî dibînim.
27’ê Sibata 2025’an min banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û ez hê jî vê bangê diparêzim. Di Kongreya 12’an a hilweşandina PKK’ê de we bi berferehî û awayekî pozîtîf bersiv da û ez vê helwesta we weke bersiveke dîrokî dinirxînim.
Divê rewşa heyî weke encameke dîrokî û hêja were dîtin. Di vê navberê de keda hevalên ku bi rola pirê rabûne jî ew çendî hêja û bi qîmet e.
Dawiya hemû pêşketinên rû dan bi qasî ku veguhertineke dîrokî be, min Manîfestoya Civaka Demokratîk amade kir. Ev manîfesto weke serketina manîfestoya 'Rêya Şoreşa Kurdistanê' ya 50 salî ye. Ne tenê ji bo civaka Kurd, her wiha ez bawerim ku ji bo herêm û hêzên civaka gerdûnî jî xwedî heman naverokê ye. Ti fikarên min tine ne ku ev yek mînakeke serketî ya kevneşopiya manîfestoya dîrokî ye.
Dikarim eşkere bêjim, ev pêşketin encama hevdîtinên ku min li Îmraliyê pêk anîne. Ji bo ev hevdîtin li ser esasê îradeya azad de pêk werin hewldan di asta herî jor de hatin nîşandan.
Qonaxa heyî me neçarî derbasbûna gavên nû yên pratîk dike. Ev qonax û gavên wê yên pêwîst xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Ji bo were fêmkirin û li gorî wê dilsozî bê nîşandan, elzem e ku em pêşde biçin.
-Tevgera PKK’ê ya xwe dispart bidawîkirina înkara hebûnê û avakirina dewleteke cûda, stratejiya şerê rizgariya neteweyî hatiye bidawîkirin.
- Hebûn hate naskirin, lewma armanca sereke jî pêk hatiye. Ji ber vê mîada xwe temam kir. Ji derveyî vê rewş weke dubarekirin û xetimandin hate nirxandin. Wê dubarekirin û xetimînê rû bide. Li ser vî esasî wê rexne û xwerexnekirinên berfireh dewam bikin.
-Ji ber ku siyaset valabûnê qebûl nake, divê stratejiya bernameya bi sernavê Aştî û Civaka Demokratîk 'siyaseta demokratîk' weke taktîkeke bingehîn bi hiqûqeke hevgirtî were dagirtin. Di wateya dîrokî de em behsa pêvajoya diyarkirina qederê dikin.
-Di rewşa heyî de danîna çekan bi dildarî û li ser hîmê hiqûqê xebata avakirina komîsyoneke berfireh û erkdar li nava Parlementoya Tirkiyeyê girîng e. Şert e ku gavên werin avêtin bi hesasiyet bin û ji mantiqê teng dûr bin. Ez dizanim ku gavên bêne avêtin wê vala neçin. Ez vê samîmiyetê dibînin û bawer dikim.
-Lewma hewldan tên kirin ku derî bêne vekirin û gavên partîkî yên berbiçav bêne avêtin. Fikrên ku ji aliyê min ve hatine pêşxistin weke sernav ev in;
Bicihanîna berpirsiyariyê ji aliyê herkesî ve û pêkanîna armanca Aştî û Civaka Demokratîk, tenê bixwegihandina perspektîfa entegrasyonalîsta pozîtîf pêkane. Ji hemû tiştên hatî gotin, encama derdikeve: PKK’ê dest ji armanca avakirina dewleta netew berdaye, bi vê yekê re jî dest ji stratejiya şer jî berdaye. Ango dawî li hebûna xwe aniye. Di qonaxa heyî ya dîrokî de bendewarî hene ku ev rewş hê ber bi pêşdetir ve were birin.
Ji bo em xebatên meclîs û komîsyonê bi wate bikin, her wiha ji bo em fikarên raya giştî ji holê rakin, di çarçoveya sozên me dayî de divê berdana we ya çekan ji aliyê deverên pêwendîdar û raya giştî bi awayekî xwezayî were pêşwazîkirin. Avakirina mekanîzmeya berdana çekan wê pêvajoyê ber bi pêşde bibe. Ev wê bi dildarî bibe bidawîkirina şerê çekdarî û derbasbûna qonaxa huqûqî û siyaseta demokratîk. Ev ne têkçûn e, berevajî divê weke serketineke dîrokî were nirxandin. Têkildarî berdana çekan wê rê û rêbaz bêne nîşandan û bi lezgînî werin pratîzekirin.
DEM a ku di bin sîwana parlementoyê de ye, wê tevî partiyên din ji bo ev pêvajo bi ser bikeve erka bikeve ser milê xwe bicih bîne.
Di vê navberê de, ji bo mijara azadiya min ku weke şert di hemû metnên biryaran de hatiye diyarkirin dibêjim, hûn dizanin ku min ti carî azadiya xwe ya şexsî nekiriye pirsgirêk. Di maneya felsefî de jî azadiya şexis ji civakê nabe were cudakirin. Bi azadiya şexis civak û bi azadiya civakê jî şexis dikare azad bibe. Wê bi dilsozî pêwîstiya vê rastiyê pêk were.
Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.
Rojên dawî bûyerên ku li herêmê pêk tên, girîngî û lezgîniya vê gava me a dîrokî eşkere piştrast dikin.
Têkildarî vê pêvajoyê, ez bi kelecan li benda her cûre rexne, pêşniyar û piştgiriya we me.
Ev nîqaş li tevahiya welat, herêm û li ser asta gerdûnî nîşan me dide ku Hêzên Modernîteya Demokratîk dibin xwedî bernameyeke teorîk û dighêjin qonaxeke nû ya stratejîk û taktîkî. Ji niha ve diyar dikim, ez di nava hewldanên amadekirinê de me û bi xweşîbînî dikarim bêjim ku ez bi kelecan û biryare im.
Banga min ji bo dema pêş, li ser esas biryarên kongreyê û herî dawî nêrîn û pêşniyarên ku min di vê nivîsê de anîne ziman, em pêşde biçin û encamên serketî bidest bixin.
Di nava silav, hezkirin û hevrêtiyeke bê dawî de bimînin.
19’ê Hezîrana 2025’an
Abdullah Ocalan"
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Barack û Sefedî tekez li pêkanîna Peymana 10 Adarê dikin
02:01 PM - 2026-01-10 -
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 11:17 PM - 2026-01-10 Serok Bafil: Divê li dijî Kurdên Rojava tundûtûjiya bê ragirtin û hemû vegerin gotûbêjan
Agirbestek demkî li Şêx Meqsûd hat ragihandin
10:08 PM - 2026-01-10
Tom Barack ji Şereh daxwaza aramiyê li Helebê dike
08:48 PM - 2026-01-10
Wezîra Alman: Êrîşên ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
07:01 PM - 2026-01-10
Civata Şêxmeqsud bo xelkê Şêx Meqsûd:Xwedî li birîndaran derkevin
06:11 PM - 2026-01-10
zortrin xwendraw
-
Tom Barack ji Şereh daxwaza aramiyê li Helebê dike
Cîhan 08:48 PM - 2026-01-10 -
Kurdistanî li dijî êrîşên ser taxên Kurdnişîn xwepêşandanan dikin
Kurdistan 12:27 PM - 2026-01-10 -
Barack û Sefedî tekez li pêkanîna Peymana 10 Adarê dikin
Cîhan 02:01 PM - 2026-01-10 -
Agirbestek demkî li Şêx Meqsûd hat ragihandin
Kurdistan 10:08 PM - 2026-01-10 -
Serok Bafil: Divê li dijî Kurdên Rojava tundûtûjiya bê ragirtin û hemû vegerin gotûbêjan
Kurdistan 11:17 PM - 2026-01-10 -
Pênc şervanan çalakiyên fedayî encam dan û sê Dron jî ketin xwarê
Kurdistan 12:05 PM - 2026-01-10 -
Kenada:Divê xelkê sivîl yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bên parastin
Kurdistan 09:32 AM - 2026-01-10 -
Wezîra Alman: Êrîşên ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
Kurdistan 07:01 PM - 2026-01-10



.jpg)
.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

