Civata Wezîran biryar li ser şandina mûçeyan bo herêmê neda
Kurdistan 06:52 PM - 2025-07-08
Nivîsingeha Ragihandina Serokwezîrên Êraqê
Civîna Civata Wezîrên ya Êraqê
Civîna Civata Wezîrên Êraqê bi dawî hat lê biryar derbarê
mûçeyan ne hate dayîn, li hemberî wê yekê civatê komîteyek ji pênc wezîran pêk
anî daku projeya pêşniyarkirî yên Hikûmetên Êraq û Herêma Kurdistanê ya li ser
çareserkirina mûçeyan, petrol, dahat û Tewtînê çareser bike.
Karwan Yarweys, Endamê Civata Nûneran ji fraksiyona Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji PUKMEDIA re ragihand ku civîna îro ya Civata
Wezîrên Êraqê bi dawî hat, lê çi biryar derbarê mûçeyan ne hate dayîn,û civatê
ji bo gotûbêjkirin û çareserkirina her du projeyên pêşniyarkirî yên hikûmeta Êraq
û Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bo çareserkirina pirsgirêkên mûçeyan, petrol,
dahat û petrolê, komîteyek ji wezîrên (Dad, Tenduristî, Avadankirin û Akincîkirin, Plansazî û Xwendina
Bilind) pêk anî.
Karwan Yarweys got: Ew komîte dê projeyekê ji bo her du
projeyên herêm û federal amade bike û pêşkêşî Civat Wezîran ya Êraqê bike.
Ev yek di demekê de ye ku, îro Rojnameya Sebah ya Êraqî di
nûçeyekê de ragihand ku di 48 demjimêrên borî de, gelek hewl ji bo
çareserkirina pirsgirêkên di navbera Êraq û Herêma Kurdistanê de hatine dayîn, berî
her tiştî, pirsgirêka mûçeyan û hinardekirina petrol, û niha her du hikûmetan
li ser çend xalan li hev kirine, û tê çavrêkirin ku rêkeftin di civîna îro ya Civata
Wezîran de were gotûbêjkirin û bi fermî were îmzekirin lê, civîn bêyî ku çi
biryarekê li ser şandina mûçeyên mûçexwerên herêmê bide bi dawî bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

