Dadgeha Federal çareserkirina pirsgirêka mûçeyan paşda dixe
Kurdistan 01:05 PM - 2025-06-17
Medya
Dadgeha Bilind ya Federal ya Êraqê
Dadwerên Dadgeha Federal ya Êraqê yên ku ji Erebistana Siûdiyê bûn vegeriyane Êraqê, lê dê civîna xwe ya derbarê pirsa mûçeyên mûçexwerên Herêma
Kurdistanê paşda bixin, endamekî firaksiyona YNKê jî dibêje: Dadgeha Federal dê
demê bide aliyan daku wê pirsgirêkê di navbera xwe de çareser bikin.
Xerîb Ehmed, Endamê
Firaksiyona YNKê li Parlemana Êraqê, ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand ku, hemû dadwerên Dadgeha Federal yên ku ji bo pêkanîna ferîzeya Hecê li
Erebistana Siûdiyê bûn, niha ew vegeriyane û tê çavrêkirin ku heya dawiya vê
hefteyê li ser pirsa rawestandina mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê dê bicivin.
Xerîb Ehmed got: Sedema paşdaketina civîna dadgehê li ser wê
pirsê vedigere bo wê yekê ku girînge demek bi aliyan bê dayîn bi taybet (Hevpeymaniya
Birêvebirina Dewletê) daku beriya biryara dadgehê hewl bidin ku li ser wê pirsê
rêkeftinekê bikin.
Xerîb Ehmed got:Li gorî nêrîna Dadgeha Federal, piraniya
endamên Parlemana Êraqê û wezîrên hikûmeta Êraqê, biryara Wezîra Darayî Teyf
Samî ne destûrî û ne yasaya û bi xirap bi karanîna desthilatdariyê dizanin,û tekez dikin ku pêwîste ew biryar were hilweşandin.
Ev yek di demekê de ye ku, Wezareta Darayî ya Êraqê roja 28ê
Gulan ya sala 2025an de hişyarî da Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku êdî ew nikare
berdewam bin li ser şandina pareyên mûçeyan,û sedemê bi wê yekê ve girêdaye ku
herêmê ji beşa xwe ya yasayî ya budçeyê hatiye veqetandin derbas bûye, li
hemberî wê jî fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 1ê Hezîran ya sala 2025an
gilînameyek li Dadgeha Federal tomar kiribûn û daxwaz kiribûn ku xerckirina
mûçeyan di dema xwe ya diyarîkirî de berdewam bişînin û divê Dadgeha Federalî
fermanekê derxîne ku Wezareta Darayî ya Êraqê pabend bike bi cî bi cîkirina
biryara dadgehê û şandina mûçeyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

