Encûmena Wezîran: Rawestandina mûçeyên Herêma Kurdistanê ne destûrî û neyasayî ye
Kurdistan 06:21 PM - 2025-06-04
Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 4ê Hezîrana 2025an, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya. Di civînê de hat tekezkirin ku nabe di bin ti hincetekê de mûçeyên karmendên Herêmê ji bo heşt mehên bê bên rawestandin û ev biryara hikûmeta federal wek "ambargoyeke siyasî" û "cezakirina komî ya xelkê Herêma Kurdistanê" bi nav kir.
Di beşa yekem a civînê de, ku taybet bû bi şopandina mijara mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê bi temamî pabendiyên xwe bicih anîne û hemû dane û zanyariyên darayî bi şefafî pêşkêşî tîma hevbeş a Dîwanên Çavdêriya Darayî ya Federal û Herêmê kirine. Herwiha di destpêka sala darayî ya 2025an de, rêkeftineke hevbeş di navbera herdu wezaretên darayî yên Federal û Herêmê de ji bo dabînkirina tevahiya mûçeyên mehane yên îsal hatibû îmzekirin. Ev yek jî li ser bingeha biryara Dadgeha Federal bû ku rê nade nakokiyên di navbera herdu hikûmetan de li ser cîbicîkirina yasaya budceyê bibin sedema rawestandina mûçeyên karmendên Herêmê.
“Biryara rawestandina mûçeyên Herêma Kurdistanê, nedestûrî û neyasayî ye”
Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir, Destûra Iraqê bingeha wekheviyê di navbera hemû Iraqiyan de destnîşan kiriye û Dadgeha Federal jî tekezî li ser serederiya wekhev a mûçexwarên Herêmê ligel hevkarên wan ên di hikûmeta federal de kiriye. Ji ber vê yekê, hat gotin ku "nabe di bin ti hincet û behaneyekê de, nanê mûçexwarên Herêmê ji bo heşt mehên bê were birîn, nemaze ku çend rojên kêm mane ji bo Cejna Qurbanê ya pîroz.
Lewma hikûmeta federal bi vê biryara xwe ya siyasî, dorpêçê dixe ser Herêmê û ev biryar cezakirineke komî ye li ser hemû welatiyên Herêmê."
Derbarê vê mijarê de, Encûmena Wezîran biryara rawestandina mûçeyên Herêma Kurdistanê wek nedestûrî û neyasayî bi nav kir û daxwaz ji Encûmena Wezîran a Federal kir ku li gorî biryara Dadgeha Bilind a Federal, di biryara Wezareta Darayî ya Federal de çavdêriyeke pêwîst bike, da ku mûçexwarên Herêmê ji mafên xwe bêpar nemînin û li gorî rêkeftina hevbeş a dawî ya di navbera herdu wezaretên darayî yên Federal û Herêmê de kar were kirin.
Herwiha biryar hat dayîn ku nameyeke fermî ji civaka navdewletî û nûnerên welatan re were şandin, tê de aliyên destûrî, yasayî û darayî yên mijarê bên ronîkirin û daxwaza hemahengî û piştgiriyê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Herêmê di çarçoveya destûrê de were kirin.
Encûmena Wezîran lêborîna ji pêşîneya zewacê ji bo kur û keçên şehîdan pejirand
Beşa duyem a civînê taybet bû bi pêşniyara Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan, ku tê de hatibû pêşniyarkirin ku ji bo kur û keçên şehîdan û girtiyên siyasî lêborîn di pêşîneya zewacê de were kirin. Ev li ser bingeha biryara Encûmena Wezîran hejmar 158 a di 12ê Adara 2025an de ji bo kesên ku ji xelat û diyarîya zewacê sûd wernagirtibûn, hat pêşkêşkirin.
Piştî pêşkêşkirina raporekê ji aliyê Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan Ebdulla Hacî Mehmûd ve, Encûmena Wezîran bi yekdengî ev pêşniyar pesend kir.
Wezareta Darayî hat raspardin ku amadekariyan ji bo yekxistina hejmar û daneyên hemû karmendên girêbestî bike.
Di beşa sêyem a civînê de, mijara karmendên girêbestî yên li ser budceya geşepêdanê, dahatê, pêşîneya berdewam û karkerên rojane hat gotûbêjkirin. Encûmena Wezîran, ligel piştgiriya xwe ji bo rewabûna daxwazên van karmendan li hemû saziyên Herêmê, bi mebesta birêkûpêkkirina vê mijarê bi biryareke giştî ji bo hemû wezaretan, biryar da ku Wezareta Darayî û Aboriyê raspêre da ku amadekariyeke baştir ji bo vê mijarê bike, ji aliyê yekxistina hejmar û amarên li ser asta hemû wezaretan û herwiha nirxandina îdarî û darayî ya mijarê, da ku di civînên bê yên Encûmena Wezîran de biryareke yekalîker li ser were dayîn.
Bêhnvedana Cejna Qurbanê
Di dawiya civînê de, Encûmena Wezîran Cejna Qurbanê li hemû misilmanan û welatiyên Herêma Kurdistanê pîroz kir. Bi vê minasebetê, biryar hat dayîn ku ji roja Înê, 6ê Hezîrana 2025an, heta roja Duşemê ya hefteya bê, 9ê Hezîrana 2025an, rojên bêhnvedana Cejna Qurbanê bin û roja Sêşemê, 10ê Hezîrana 2025an, dewama fermî dê ji nû ve dest pê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23 Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
03:40 PM - 2026-02-23
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
zortrin xwendraw
-
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23 -
Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23




.jpg)

Aplîkêşin

