Firaksyonên Kurdistanî daxwaza şandina mûçeyan dikin
Kurdistan 06:55 PM - 2025-05-29
PUKMEDIA
Parlemana Êraqê
Fraksiyonên Kurdistanî derbarê nivîsara Wezareta Darayî
daxuyaniyek weşandin û ragihandin ku em li dijî her name û biryarekê ne ku
rûmeta takekesê Kurd armanc digire û siyasetên cudakar pêk tîne û dibêjin: Mûçe ne nîmetek e, lê mafek e û di destûra
bingehîn ya Êraqê de hatiye destnîşankirin, ji ber vê yekê em derengxistin û
rawestandina mûçeyan wekî sizayek e komî dibînin.
Firaksyonên Kurdistanî piştî civîna wan derbarê nivîsara Wezareta
Darayî ya rawestandina mûçeyên mûçexwerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji meha
Gulanê ve daxuyaniyek belav kirin ku kopiyek
ji wê ji PUKMEDIA re hatiye şandin têde hatiye:Ev
nûçe ji bo me tiştekî matmayî ye bû ku beriya cejnê, bêyî ku rewşa mûçexwerên
herêmê, darayiya Êraqênameyek belav kiriye ku li gorî me rewş gihîştiye asta
birçîbûn û ev yek dijberiya gelê Herêma Kurdistanê ye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin:Ev biryara Wezareta Darayî ji
bo şopandina siyasetek e ku li dijî destûra bingehîn ya Êraqê ye, ku di her
rewşê de parastina rûmeta welatiyan tekez dike,ku ev ji di (Madeya 37 yekem ya
A) de hatiye, her weha em li dijî her biryarekê ne ku rûmeta takekesê Kurd armanc
digire û siyasetek cudakariyê pêk tîne.
Her weha aşkere kir ku Wezareta Darayî ya Êraqê divê li gorî
madeya 14an ya destûra bingehîn ya Êraqê tevbigere, ku mafê wekhevî û dadweriyê
di navbera welatiyên Êraqê de garantî bike,ji ber wijdanê neteweyî, erkê mirovî
û berpirsiyariya exlaqî, me îro bi fermî ji Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şeyah
Sûdanî xwest ku tavilê mudaxele bike û mûçeyan ji karmendên Herêma Kurdistanê
re bişîne,û divê mafên welatiyan bi çi nakokiyeke siyasî an teknîkî ve neyên
girêdan, ji ber ku mûçe ne bereket e, lê mafek e ku di destûra bingehîn a Êraqê
de cih digire.
Di daxuyaniyê de hatiye: Em derengxistin û rawestandina
mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî sizayek e komî dibînin, ji ber ku tenê mûçexwer
baca wê didin, di vî warî de, em daxwaz dikin ku pirsgirêka mûçexên herêmê bi giştî
were çareserkirin, helwesta me wekî fraksiyonên Kurdistaî bi bersiva
Serokwezîrê Êraqê ve girêdayî ye, daku gavên din yên li gorî pirsgirêkên
mûçegiran in werin avêtin.
Fraksiyonên Kurdistanî bang li serokkomar û wezîrên Kurd yên
di hikûmeta federal de kirin ku helwesta xwe ya zelal li ser biryara li dijî
karmendên mûçexwerên herêmê eşkere bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

