Heft sal bi ser koça dawî Adil Murad re derbas dibe
YNK 11:25 AM - 2025-05-18
PUKMEDIA
Adil Murad endamê desteya damezrêner ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Îro heft sal bi ser koça dawî yê Adil Murad endamê desteya
damezrêner ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye û Sekreterê Encumena Navendî
ya YNKê re derbas dibe.
Adil Murad di salên şêstî yên sedsala borî de tevlî Yekîtiya
Xwendekarên Kurdistanê bû û piştî wê bû sekreterê yekîtiyê. Rehmetî Adil Murad
di dema tekoşîna xwe ya di nava refên şoreşgerên bizava rizgarîxwaza gelê
Kurdistanê de, di dema wergirtina postên hizbî û hikûmî de, xwediyê postên bi
rûmet û roleke berçav bû.
Adil Murad di 11/12/1949ê de li Bexdayê ji dayîk bûye,
bawernameya bawenameya di beşa kîmyayê de li zanîngeha Bexdayê wergirtiye û yek
ji endamên damezrîner ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû.
Di heman demê de nûnerê YNKê li Bexdayê bû , nûnerê taybet ê
serokomar Mam Celal li Şamê bû, herwiha 4 salan balyozê Êraqê li Romaniyayê bû
û çend salan jî serokê ofîsa ragihandinê ya navendî YNKê bû.
Di jiyana xwe ya pêşmergetiyê de li herêma Balakaitiyê bûye
endamê PDK û di heman demê de ji ber nebûna mamosteyan li yek ji gundan dest bi
mamostetiyê dike.
Piştî ragihandina deklerasyona 11ê Adara 1970ê wek sekreterê
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hat hilbijartin.
Piştî vê yekê Adil Murad vedigere Bexdayê û heta sala
1974an, beriya ku şerê di navbera kurdan û rejîmê de ji nû ve destpê bike, ji
wir derket.
Piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê di sala 1975’an de cû
Îranê û berê xwe da Sûriyê.
Dema çû Sûriyê, bi Mam Celal re têkilî danî û di avakirina
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de beşdar bû.
Piştî damezrandina Yekîtiyê berpirsiyariya rêxistinê li
welat girt ser milê xwe û piştre ji bo avakirina rêxistinekê li Ewropayê çû
Ewropayê û karî li çend welatên Ewropayê ji bo bingehê rêxistina Yekîtiyê
deyne.
Piştî vegera Sûriyê, ew û endamên din ên komîteya damezrîner
mijûlî dabînkirina pêdiviyên ji nû ve destpêkirina şerê çekdarî li Kurdistanê
bûn û di vî warî de berpirsê karên lojîstîkî bû û şandina hêzên destpêkê bo nav
welêt dikeve ser milê wî.
Di Kanûna 1979an de vegeriya Kurdistanê û li Nawzangê bi cih
bû.
Lê di Sibata heman salê de ji ber sedemên siyasî ji YNKê
veqetiya û vegeriya Sûriyê û li wir di rojnameya Safir de rojnamevanî kir.
Di sala 1994an de careke din tevlî refên Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bû û pileya endamê komîteya serkirdayetiyê
wergirt.
Bû serokê buroya medyaya navendî ya YNKê û heta sala 2000
berdewam kir.
Di heman salê de bû berpirsê pêwendiyên YNKê li Sûriyê bû.
Di Kanûna 2003an de vegeriya Kurdistanê û beşdarî xebatên li
dijî rejîma Baas bû.
Di sala 2003’an de bi rûxandina rejîma Baasê re derbasî
Bexdayê bû û dest bi karên dîplomatîk kir.
Di sala 2004 de bû balyozê Êraqê li Romanya
Di sala 2011an de piştî pêşniyar û israra Serok Mam Celal,
postê Sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî wergirt û heta dawiya
jiyana xwe li wir ma.
Rehmetî mirovekî fedakar bû, li ser helwêstên xwe yên
prensîbên hişyar bû, ji slogan û nirxên hêja yên ku bi wan dihat nasîn dûr
neket, bi hemû hêza xwe, heta di nav partiya xwe de jî, li dijî gendelî,
nepotîzm, bindestî û taybetmendiyê şer kir.
Wî gelek daxuyanî û peyam belav kirin û tê de tekezî li ser
pêwîstiya pabendbûna kurdan bi kûrahiya xwe ya stratejîk li Êraqê kir û tekezî
li ser parastina peywendiyên dîrokî yên ku bi hevrêyê xwe Mam Celal re li gel
hêz û aliyên cuda yên Êraqî û erebî çêkiriye. Yek ji damezrînerên Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Adil Murad roja 18-5-2 li Almanya koça dawî kir.
nasnameya wî bi awayekî berfireh
Endamê desteya damezrêner a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
rehmetî Adil Murad di Kanûna 1949ê de li Bexdayê di malbateke têkoşer a kurdên
Feylî de ji dayîk bû û ji ber kûrahiya nêzîkbûna wî ya neteweyî, xebatên
xwendekarî û nêzîkbûna neteweyî, tevlî kar bû. Di sala 1965an de bi tevlî nav
refên Partiya Demokrat a Kurdistanê bû .
1966an de wek xwendekarê beşa Kîmyayê li Kolêja Perwerdeyê
ya Zanîngeha Bexdayê beşdarî xwendina zanîngehê dibe. Di wê heyamê de
serpereştiya rêkxistinên xwendekarî yên Partiya Demokrat li Bexdayê kir, piştra
tevlî pêşmergeyên hevalên xwe yên li çiyayên Kurdistanê bû.
Piştî derketina ji Bexdayê, li parêzgeha Hewlêrê erkê endamê herêma
Belakayetî wergirt û ji bilî erkên hizbî, dersên çend dersên rêbazî û
siyasî, li yek ji dibistanên gundê Kelala, wek yek ji mamosteyên şoreşê
xebat kir.
Piştî ragihandina daxuyaniya 11ê Adarê, Adil Murad di
konferansa Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek sekreterê yekem hat
hilbijartin û bû cîgirê berpirsê rêxistinên pîşeyî li Êraqê, lê ji ber zextên
rejîma Baas li ser wî berî ku di sala 1974an de şerê di navbera Baas û şoreşa
Kurdî de dest pê bike, dîsa neçar ma ku ji Bexdayê derkeve û li deverên çiyayî
yên di bin desthilata şoreşê de bi cih bibe.
Di sala 1975an de, piştî ragihandina bidawîhatina şoreşa
kurdî, piştî rêkeftina Cezayîrê di navbera rejîma Baas û Şahê Îranê de, Murad
çû Îranê û piştre çû Lubnanê û ji wir jî çû Şamê û li wir ligel Serok Mam Celal
karî û çend serkirdeyên kurd yên navdar, ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li
wir ava bikin.
Adil Murad û komek hevalên xwe yên di serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê de, piştî salekê piştî ragihandina yekemîn daxuyaniya damezrandina
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, di 1ê Hezîrana sala 1976an de, karî yekem
hêza çekdar bişîne çiyayên Kurdistanê, piştî biçekkirina wan bi çek û alavên
locistîkî, bi serpereştiya şehîd Kaptan Ibrahîm Ezzo û 28 Pêşmergeyên din bi
fermî destpêkirina şerê çekdarî bo rûxandina rejîma dîktator li Êraqê ya wê
demê ragihand.
Murad piştî damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê,
erkê berpirsê rêxistinên li hundir û derveyî welat girt, piştre ji bo avakirina
rêxistineke bibandor ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê çû Ewropayê û
daxwaz ji ciwanên şoreşger kir ku bikevin nava hewldanana şoreşa nû ya ku
Yekîtiya Niştîmanî li Sûriyê di bin dirûşma şoreşa Êraqê de ku li çiyayên
Kurdistanê dest pê kir, ava kir.
Di sala 1979an de Adil Murad piştî vegera ji Sûriyê tevlî
serkirdayetiya Hêzên Pêşmerge bû, ku wê demê li geliyê Nawzingê bi cih bûbûn û
ji ber kûrbûna peywendiyên wî bi piraniya tevgerên siyasî yên erebî, pêşverû û
sosyalîst re û Partiyên Êraq û cîhana erebî, neçar ma ku dev ji şerê çekdarî
berde û berê xwe bide Lubnan û Sûriyê û li wir bi hebûna piraniya rêxistinên
partiyên siyasî yên êraqî û erebî û hêzên dijberê hikûmetên dîktatorî bû.
Murad di sala 1991ê de ligel hevalên xwe yên Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê beşdarî amadekariyên serhildana gelê Kurdistanê bû û di
sala 1992an de ji aliyê Yekemîn Konferansa Giştî ve wek endamê Mekteba Siyasî
hat hilbijartin, piştî wê di sala 1994an de dest bi berpirsiyariya Nivîsgeha
Navendî ya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya ku tê de kar kir, heta
sala 2000ê piştra çû serkirdetiya Nivîsgeha Têkiliyên Yekîtiya Niştimanî
li Şamê.
Di sala 2003an de beşdarî xebatên rûxandina rêjîma
Baasî bû, bi pêşengên rêxistinên Yekîtiya Niştimanî derbasî bajarê
Bexdayê bû û biawayekî aktîf beşdar bû, ligel aliyên opozisyona Êraqî yên ku
piştî rûxandina rêjîma Baas vegeriyan Êraqê. Di avakirina ezmûna demokratîk û
nivîsandina destûra herdemî de, ku wê demê wek alîkarê Serok Mam Celal kar
dikir di Encûmena Rêveberiya Demî de.
Wî di sala 2004ê de postê balyozê Êraqê li Romanya wergirt û heta sala 2010 li
ser vê postê ma.Piştî wê, ew madalyaya pesindayînê ji konferansê hat xelat
kirin.
Di sala 2011an de piştî pêşniyar û israra Serok Mam Celal,
postê Sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî wergirt û heta dawiya
jiyana xwe li wir ma.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
Kurdistan 05:45 PM - 2025-11-11






Aplîkêşin

