Danûstandinên nuh di navbera Tehran û Washingtonê
Cîhan 11:53 AM - 2025-05-11
PUKMEDIA
Alaeya welatan
Îro Tehran û Washington careke din dicivin, Serokê Rûsyayê
Vladimîr Pûtîn pêşniyar kir ku Stenbol bibe wêstgeha destpêkê ji bo
danûstandinên bi Ukraynayê re. Şerê çend rojî yê di navbera Hindistan û
Pakistanê de, zêdetirî 30 welatan anî ser xeta şer û banga agirbestê kirin, Piştî
her pevçûnek kurt an dirêj, rê vegera ser maseya diyalogê ye. Herkes hemfikir e
ku divê şer ji holê bê rakirin
Washington û Tehran
Piştî hefteyekê derengketina gera çaremîn a danûstandinên atomî,
biryare ku Tehran û Washington di 11ê Gulana 2025an de li Mesqatê bicivin.
Medyaya Îranê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî
dê serokatiya şandeya Tehranê bike, di heman demê de nûnerê taybet ê Trump li
Rojhilata Navîn Steve Witkoff dê serokatiya tîma Washingtonê bike.
Heta niha sê dewreyên danûstandinan di navbera Washington û
Tehranê de hatine lidarxistin, du li Masqat û yek jî li Romayê.
Rûsya û Ukrayna
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêşniyar kir ku di navbera
welatê wî û Ukraynayê de li Stenbolê di nav agirbesteke mehekê de danûstandinên
rasterast werin kirin.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di konferanseke rojnamevanî de
li koşka Kirêmlên daxwaza danûstandinên rasterast di navbera Rûsya û Ukraynayê
de kir û daxwaz kir ku danûstandin li Stanbûlê roja 15ê Gulanê (Eyar)bê
lidarxistin.
Her wek pêşniyar bu rayedarên Kîvê dike ku danûstandinên ku
di sala 2022an de neqediyan, ji nû ve bidin destpêkirin.
Hindistan û Pakistan
Nûçeya agirbesta di navbera Hindistan û Pakistanê de ku şeva
borî 10/5/2025 hate ragihandin, bû mijareke germ di medyayê de û Serokê
Amerîkayê ev nûçe ragihand.
Piştî nêzîkî hefteyekê şer, nêzîkî 30 welatan navbeynkarî
kirin û Serokê Amerîkayê Donald Trump got:"Piştî danûstandin û
navbeynkariya Washingtonê, her du alî li ser agirbestê li hev kirin."
Wezîrê Derve yê Pakistanê aşkire kir ku "Nêzîkî 30
welatan beşdarî vê hewildanê bûn û hewildanên wan ên dîplomatîk serkeftî û
berhemdar bûn."
Li gorî raporên medyayê biryare siba Duşemê Hindistan û
Pakistan li ser maseya danûstandinan bicivin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

