Li Êraqê %20 bêkar hene lê milyonek karkerên biyanî kar dikin
Kurdistan 02:45 PM - 2025-05-01
PUKMEDIA
Karkerek di dema kar
Rêjeya bêkariyê li Êraqê gihîştiye ji sedî 20 û li welêt 2
milyon bêkar hene, lê zêdetirî milyonek karkerên biyanî jî li Êraqê kar dikin,
ku 71 hezar ji wan bi awayekî qaçax hatine Êraqê û kar dikin.
Roja 1ê Gulanê ku bi roja Cîûhanî ya Karkeran tê naskirin, li
gelek welatan bîhnvedana fermî ye, lê dîsa jî karker di wê rojê de diçin ser
kar, li gorî amarên ku ji hêla medyaya Êraqî ve hatine weşandin, îro nêzîkî neh
milyon karker çûne ser karên xwe û heft milyon fermanber jî Êi Iraq û Herêma
Kurdistanê di bêhnvedanê de ne.
Amarên Destya Kar li Êraq û Herêma Kurdistanê
Li gorî amarên herî
dawî, li Êraq û Herêma Kurdistanê 18 milyon kes kar dikin, ku ji wan 9 milyon
di kerta taybet de û 7 milyon jî di kerta giştî de fermanber in kar dikin, û li
gorî Wezareta Pilandana Êraqê 2.6 milyon kes jî bêkar in ku dike rêjeya ji sedî
14, lê Star Danbus, Serokê Yekîtiya Sendîkayên Karkerên Êraqê di wê
werbarê de got: Ew hejmar ji
sedî 20 zêdetir e, ji ber ku hejmareke mezin ji derçûyên zanîngeh û peymangehan
hene ku hîna derfetên kar di kertên taybet û giştî de ne ketiye destên wan.
Zêdetirî milyonek karkerên biyanî li Êraqê kar dikin
Li gorî amara
Wezareta Kar û Karûbarên Êraqî, zêdetirî 1 milyon karkerên biyanî li welêt kar
dikin, ku ji wan tenê 71 hezar û 146 xwediyê destûrnameyên kar yên fermî û xwedanên
kartên rûniştinê yên karkirinê ne, bi vê yekê jî hejmara bêkariyê zêde kiriye û bûye sedema
hinardekirina 350 milyon dolaran her mehekê,ku her salê dike 4.2 milyar Dolar.
Yasaya Kar li Herêma Kurdistanê
Li gorî Yasaya
Xanenişînî û Ewlekariya Civakî ya Karkeran ya jimara 39 a sala 1971an ya
sererastkirî, divê her xwedankarek di roja ku dest bi kar di projeya xwe
de bike divê navê wî karkerî li Desteya Civakî ji bo karkeran tomar bike, her wiha divê xwedankar piştî dawiya her
mehek ya kar %17ê mûçeyê karker bişîne Rêvberayetiya Desteya Civakî ya ji bo Karkeran
bi cûrekê ku %5 ji mûçeyê karker were kêmkirin û %12 jî di stûyê xwedankar de
dibe.
Di wê derbarê de
jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got: Heta niha 958 karker ji
projeyên kerta taybet li Herêma Kurdistanê xanenişîn bûne û bêyî derengmayîn mûçeyên xwe yên mehane werdigirin.
Hikûmeta Herêmê got:
Piraniya karkeran piştî ku hatine
misogerkirin û dest ji kar kişandine, û padaşta xizmeta xwe yên dawî wergirtine,
tenê di sala 2024an de, 1490 karker dê nêzîkî 34.5 milyar dînar wekî mûçeya xwe
ya dawî werbigirin.
Amarên mirina karkeran li Herêma Kurdistanê
Li gorî amarên Liqê
Silêmaniyê ya Sendîkaya Karkerên Kurdistanê, îsal li Herêma Kurdistanê 14
karkeran canê xwe ji dest dane, ku ev hejmar li gorî sala borî kêm bûye jiber ku sala
borî 54 karkeran canê xwe ji dest dabûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar: Beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de tekane rêya serrastkirina şaştiyane
Êraq 10:13 PM - 2025-11-10






Aplîkêşin

