Serokatîya komarê: Divê Tawana Enfalê wek Jenosîd bê naskirin
Kurdistan 12:06 PM - 2025-04-14
PUKMEDIA
Salvegera komkujiya Enfal`ê
Serokatiya
Komarê bi boneya 37. salvegera Tawana Enfalê ya ku rejîma berê li dijî gelê
Kurd pêk anî, daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hat xwestin ku yasayek ji bo qerebûkirina
madî û manewî ji malbatên mexdûrên Enfalê re bê dayîn û komkujiya Enfalê jî
weke tawaneke navneteweyî bê naskirin.
Naveroka Daxuyaniyê:
Di salvegera tawana hovane ya Enfal`ê de ku rejîma berê li dijî gelê
Kurd pêk anî, ku bû sedema şehîdbûna zêdetir ji 180 hezar zarok, ciwan û pîr û
kalan, em bi tundî şermezarkirina vê tawana hovane tekez dikin û dupat dikin ku
ew bi tawaneke jenosîd tê dîtin.
Em wan
giyanên pak bi xemgînî bi bîr tînin û em di wê baweriyê de ne ku xwîna şehîdan
stûna bingehîn a sîstema me ya demokratîk e û em bang li Civata Nûneran dikin ku yasayekê derxîne ji
bo qerebûkirina madî û manewî ji bo malbatên qurbaniyên Enfalê, di heman demê
de tekezî li ser pêwîstiya naskirina tawanên Enfalê wek tawaneke navdewletî ya
jenosîdê dike, Herwiha em tekezî li ser giringiya wê yekê dikin ku nûneratiya me ya
daîmî li Netewên Yekgirtî hewlên pêwîst bide da ku ev tawan wek tawaneke
navdewletî ya jenosîd were naskirin û bi fermî ji aliyê Netewên Yekgirtî ve
were naskirin, her weha em tekezî li ser giringiya wê yekê dikin
ku nûneratiya me ya herdemî li Neteweyên Yekgirtî hewlên pêwîst bide da ku ev
tawan wek tawaneke navdewletî ya jenosîd were naskirin û bi fermî ji aliyê
Netewên Yekgirtî ve were naskirin.
Sîstema demokratîk ya Parlemana Êraqê ya Federal modêleke binavûdeng e
li herêmê û cihê şanaziyê ye ji bo hemû Êraqiyan, hemû pêkhateyên Êraq`ê bi
taybetî gelê me yê Herêma Kurdistan`ê tûşî gemarên rejîma dîktator bûne, ku ne
tenê metirsî li ser welatên hevsê û aştiya navçeyê bû, belku metirsiyeke
rasterast bû bo ser gelê Êraq`ê.
Em daxwaz ji hemû pêkhateyên Êraqê,
Ereb, kurd, Şî`e, Sunne, Mesîhî, Tirkmen û hemû pêkhateyên din dikin ku bibin
yek û pabendî sîstema me ya demokratîk bin ku garantiya aştî, dadmendî û
pêkvejiyana hemû pêkhateyên Êraq`ê ye.
Serokatiya Komarê
14.04.2025
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

