Qubad Talebanî: Em ê Silêmaniyê bikin navenda nûjenî û karsaziyê
Kurdistan 10:46 AM - 2025-04-06
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Îro yekşemê li Navenda Kultur a bajarê Silêmaniyê, bi
amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê, karê kopiya duyemîn
ê Konferansa Navdewletî ya Nûjenî û Karsaziyê dest pê kir.
Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî gotarek
pêşkêş kir ku PUKMEDIA ew dişopand de tê de bixêrhatina amadebûyan kir û tekezî
li ser giringiya vê konferansê ji bo piştevaniya karsazî û aboriya Herêma
Kurdistanê kir.
Got jî: Em dixwazin Silêmanî bikin paytexta nûjenî û
karsazîyê, her karekî mezin bi pêngavekê dest pê dike û em kar bo pêşxistina afrandinê
û dahênerî û kargêrî li herêma Kurdistanê dikin.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: Ev konferans
dê bandoreke mezin li ser guhertin û pêşxistina asta kar bike. Nêrîneke me ya
berçav heye, ew e ku Herêma Kurdistanê bibe navendeke girîng a nûjenî û karnasî
û pêwîstiya me bi tiştekî ji ciwan, karsaz û siyasetmedarên Herêma Kurdistanê
heye, ew jî bawerî û xwebawerî ye. Baweriya min bi şiyana ciwanan heye, lewma
divê ew jî bi xwe bawer bin û li ser afirînerî û nûjeniyê bixebitin.
Wî got: Nûjenî livkereke sereke yê aboriya me û bazara karî
ye îro û sibê jî. Gelek welatên cîhanî ji bo pêşxistina nûjenî û karsaziyê
dixebitin. Çima em nikarin wê yekê bikin? Çima pêşketin tenê li welatên pêşketî
çêdibe? Ma ezmûna me tune? Ma mêjiyên me yên afrînar nînin? Ma zanîngehên me
yên pêşketî nînin? Her tiştê me heye û em dikarin Silêmanî û Kurdistanê bikin
navendeke girîng a nûjenî û karsaziyê. Ev dîsa vedigere xwebaweriyê û ger em bi
xwe bawer bin, em ê karibin vê armanca mezin pêk bînin.
Qubad Talebanî diyar kir: Nûjenî tenê ne taybete bi
kampaniya, belê ji bo ku sibe ji duh çêtir bikin di jiyana xwe ya rojane de jî
pêdivî bi nûbûnê heye. Em ji bo pêşxistina afrînarî û karsaziyê dixebitin.
Herêma Kurdistanê ji bilî êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞê û pêşwazîkirina
hejmareke zêde ya awareyan, rastî kêşeyên mezin ên aborî hat. Em rastî
pirsgirêkên mezin hatin me nekarî mûçeyan dabeş bikin û ti agahî derbarê kesên
mûçe werdigirin jî tunebûn. Spas ji
Xwedê re me dest bi cîbicîkirina projeya tomarkirina biyometrîk kir û di demeke
kin de me karî hemû karmendan tomar bikin û îro em encam vê pirojeyê distînin,
ku karekî mezin li yekxistina mûçeyan kiriye. Ev nûbûneke baş û girîng bû, û
emê bi îzna Xwedê di paşerojê de ji bo nûjenkirina projeyên din ên girîng kar
bikin.
Cîgirê serokwezîr diyar kir: Emê berdewam bin li ser kar bo
serrastkirina rêbaza hukimdariyê li Herêma Kurdistanê û veguhertina hikûmetê bo
elektronî. Gelê me yê hişyare, çavkaniyên xwezayî yên pir mezin, dîrokek tijî
serbilindî û ruhê nûjeniyê heye. Li hember me zehmetiyên mezin hene divê em
rûbirûyê wan bibin, û armanca konferansê jî ev e ku bîr û ramanên nû û hemû
kesên dilsoz û niştimanperwer li hev kom bike, ji bo yekkirina raman û
pêşniyaran, xwendina pirsgirêkan û çareserkirina wan bi awayekî komî û pêkanîna
guhertinên rasteqîne. Em ê her gav piştgiriyê bidin nûjeniyê, lê daxwazek me ji
nûkeran heye, ew e ku ber bi nûbûnek çêker ve biçin ku beşdarî avakirina welat
û pêşxistina şiyanên wî dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

