Lidarxistina duyemîn Dîdara Yekîtiya Niştimanî
YNK 01:18 PM - 2025-03-26
PUKMEDIA
Dîdara YNK
Dîdara Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêngaveke nû
û girîng di karê siyasî û rêxistinî de nîşan dide, herwiha li ser asta Herêma
Kurdistanê, Êraq û navçeyê berfirehtir destpêşxeriyeke bêmînak e. Ev fikir wek
bersivekê hat li ser guherînên bilez ku li herêmê diqewimin, ku hewce dike ku
partiyên siyasî li ser mekanîzmayên xwe yên xebatê û amûrên ku bikar tînin ji
bo têkilî bi rastiya nû re ferz dike.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, weke partiyeke xwedî
dîrokeke dirêj a têkoşîna siyasî, têdigihe ku ji bo bersivdana van guhertinan
gavên wêrek û nûjen hewce dike û dîdara partiyê jî weke çarçoveyeke ku vê
nêrînê nîşan dide tê.
Dîdara Duyemîn ya YNK li Mûsilê dest pê dikeRoja Şeme rêkefta (15-02-2025) an Duyemîn Dîdara Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi serpereştiya Berpirsê Sekretariya Serok Mam Celal Qubad Talebanî bi dirûşmeya (Bi nêrînek nû, hêz, pêşkeftin û xizmetgûzarî) li Mûsilê dest pê kir ji bo wê mebestê jî beriya niha komîteya bilind dîdarê bi serpereştiya endamê mekteba siyasî Dr.Yûsif Goran çendîn civîn sazkiribû.
Armanca dîdarê wek di dirûşma xwe de diyar e; gotûbêjkirina nerîneke nû û amadekariyn ji bo qonaxeke nû ya xwesazdanê ya NKK ye ji bo jiyana siyasî û rêveberiya Herêma Kurdistanê ku kadirên YNK û kesayet û pêkhateyên Mûsil`ê têde beşdar bibin û piştre li tevaya deverên diyar birêve diçe.
Di rojên dîdarê de kadroyên YNK`ê dê nêrînên xwe yên derbarê pêşeroja partiyan de pêşkêş bikin; hevdem dîdar hewleke din e ji bo bi hêzkirina pêgeh û giraniya YNK weke partiyeke navdar û bibandor li ser asta Herêma Kurdistan, Êraq, welatên navçe û cîhanê de ji bo xwe guncandina digel hemû guhertinên rû didin.
Li gor rêziknameya navxwe ya di Kongreya Pêncemîn de hatibû pesendkirin, dîdara YNK çalakiyeke fermî yê demkî ye û beşek ji qonaxên têkoşîna berfireh ya hevalan e.
Duyemîn konferansa amadekarî ya Dîdara Yekîtî li Duhokê tê lidarxistinRoja pêncşemê 20/2/2025 qonaxa duyem a duyemîn konferansa amadekarî ya Dîdara duyem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Duhokê dest pê kir.
Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Latîf Nêrweyî ji PUKMEDIA re ragihand: Li gorî biryara Komîteya Bilind a dîdara Yekîtiya Niştimanî û di bin diruşmeya (Bi nêrîna nû, hêz, pêşketin û xizmetguzarî) îro pêncşemê karê duyemîn konferansa amadekariya Dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dest pê dike.
Got jî: Konferans bi amadebûna têkoşerên Parêzgeha Duhokê, kesayetiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û gelek mêvan li bajarê Duhokê tê lidarxistin.
Got jî: Armanca vê Dîdarê, dariştin û gotûbêjkirina nerîneke nû û amadekariyên YNK bo qonaxa nû ya jiyana siyasî û rêveberiya Herêma Kurdistanê ye.Di vê dîdarê de dê kadroyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, kesayetiyên navdar û pêkhateyên cuda yên bajêr beşdar bibin, û wê di demên pêş de li dever û navçeyên din jî dîdar were lidarxistin.
Di rojên dîdarê de, kadroyên Yekîtiya Niştîmanî û beşdarên civînan dê nêrîna xwe ji bo paşeroja Yekîtiya Niştimanî û siyaseta ku divê di qonaxên bê de bên meşandin pêşkêş dikin. Her wiha armanca vê dîdarê bilindkirina pêgeh û bandora Yekîtiya Niştimanî wek giringtirîn û bibandortirîn alî di warê siyasî li Herêma Kurdistanê, Êraq û navçeyê û herwiha li ser asta peywendiyên navdewletî ye.
Li gor sîstema navxweyî ya ku di pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî de hatiye pesendkirin, dîdar çalakiyeke fermî, demkî û yek ji wêstgehên têkoşîna berfireh a kadroyên wê ye.
Yekem dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roja 12/3/2022ê bi serpereştiya Qubad Talebanî dest pê kir û di 31/5/2022 bi dawî hat û siyaseta YNK di warên curbicur de diyar kir û bû stûnek ji siyaseta giştî ya YNK.
Li Koye sêyemîn konferansa amadekariya Dîdara Yekîtiya Niştimanî birêve diçeRoja Çarşemê li bajarê Koyê sêyemîn konferansa amadekariya duyemîn dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dest pê kir. Berpirsê Sekreteriya dîdara duyem Yekîtiya Niştimanî Fehmî Burhan ji PUKMEDIA re ragihand: Konferansa Yekîtiya Niştimanî ya yekem li parêzgeha Neynewayê û ya duyem jî li parêzgeha Duhokê birêve, îro çarşemê sêyem kongireya dîdarê wê li bajarê Koye were lidarxistin, û ya çaremîn wê siba li bajarê Hewlêrê be û wê sê rojan dirêj bike.
Got jî: komîte dê li ser pêkhateya rêxistinî û siyaseta paşerojê ya Yekîtiya Niştîmanî û peywendiyên wê li herêmê û rola jin û ciwanan di nav rêzên Yekîtî û gelek mijarên din ên giring gotûbêj bikin.
Got jî: Armanca vê dîdarê, dariştin û gotûbêjkirina nerînek nû û amadekariyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo qonaxa bê ya xebata siyasî û rêveberiya Herêma Kurdistanê ye.
Gotûbêja vê forumê jî ew e ku ji nû ve verastkirin û gotûbêjkirina nêrîneke nû û amadekariyên Yekîtiya Nîştimanî ya ji bo qonaxeke nû ya xebata siyasî û rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Di vê dîdarê de ku li bajarê Duhokê tê lidarxistin, kadroyên Yekîtiya Niştimanî, kesayetiyên navdar û pêkhateyên cuda yên wî bajarî têde beşdar bin.
Her wiha got: Di rojên lidarxistina vê dîdarê de, kadroyên Yekîtiya Nîştimanî û beşdarên civînan dê nêrîna xwe ya ji bo paşeroja Yekîtiya Niştimanî û siyaseta ku divê di qonaxên pêş de bê şopandin binirxînin, Her wiha armanca wê bilindkirina pêgeh û bandora YNK wek giringtirîn û bibandortirîn alî di warê siyasî li Herêma Kurdistanê, Êraq û navçeyê û herwiha li ser asta peywendiyên navdewletî ye, ku mekanîzma guftûgokirina li gel guhertin û pêşhatên ku li navçeyê diqewimin tê gotûbêjkirin û pesendkirin.
Konferansa Amadekar a duyemîn Dîdar li Hewlêrê dest pê dikeDi çarçoveya amadekariyên duyemîn dîdara Yekîtî de, îro pêncşemê 2727/2025 pêncemîn konferansa YNKê bo dîdarê li Hewlêrê tê lidarxistin.
Bi beşdariya kadro, endam û alîgirên YNKê li Hewlêrê konferansa amadekarî bo duyemîn konferansa amadekarî bo dîdarê li Hewlêrê dest pê dike, beşek ji armanca dîdarê guhdarîkirina nêrîn û têbîniyên endam û girseyên YNKê û pevguhertina nêrînan li ser paşeroja partiya xwe ye.
Berpirsê Sekreteriya Duyemîn Dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Fehmî Burhan ji PUKMEDIA re ragihand: Dîdarê konferansa yekem li Mûsilê, ya duyem li Duhokê û ya sêyem jî li Koyê encamp da,herweha îro Konferans dê roja pêncşemê li Hewlêrê were lidarxistin, em hêvîdar in di konferansê de mijarên ku ji bo dîdarê hatine amadekirin werin gotûbêjkirin.
Li her derê civîn sê roj dirêj dike, di rojên yekem û duyemîn de dê mijarên ku hatine amadekirin bên gotûbêkjirin û roja sêyemîn jî dê rapor an jî nerînên endamên konferansê yên li herêmê werin vegerandin.
Ev di demekê de ye ku Duyemîn dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roja Şemiyê 15/2/2025 bi serpereştiya Serokê Sekretariya Serok Mam Celal Qubad Talebanî û bi dirûşma “Bi dîdgeheke nûh, Bi hêzî û Pêşveçûn û xizmetguzarî” li parêzgeha Musilê dest pê kir, ji bo wê mebestê jî pêştir komîteya bilind a dîdarê bi serpereştiya D. Yûsif Goran endamê mekteba siyasî çendîn civîn hatin encamdan.
Pêncemîn Konferansa amadekarî dîdara YNK li Germiyan tê lidarxistinBiryare îro pêncşemê pêncemîn konferansa amadekariyên duyemîn dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li rêveberiya Germiyanê dest pê bike.
Berpirsê Sekreteriya Korbenda Duyem a YNKê Fehmî Burhan ji PUKMEDIA re ragihand: Yekemîn konferansa dîdara YNKê li bajarê Mûsilê, ya duyem li bajarê Duhokê û sêyemîn konferans YNKê li bajarê Koye hat lidarxistin, herweha çaremîn li Hewlêrê bû û ya pêncemîn jî dê li herêma Germiyan be û wê 3 rojan berdewam bike.
Got jî: komîteyan dê li ser pêkhateya rêxistinî û siyaseta paşerojê ya Yekîtiya Niştîmanî û peywendiyên wê li herêmê û rola jin û ciwanan di nav rêzên Yekîtiya Niştimanî de û gelek mijarên din ên giring gotûbêj bikin.
Got jî: Armanca vê dîdarê, dariştin û gotûbêjkirina nerînek nû û amadekariyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo qonaxa bê ya xebata siyasî û rêveberiyê li Herêma Kurdistanê ye.
Got: Di rojên dîdarê de, kadroyên Yekîtiya Niştimanî û beşdarên civînan dê nêrîna xwe ji bo paşeroja YNK û siyaseta ku divê di qonaxên bê de were şopandin, binirxînin ş armanca wê bilindkirina pêgeh û bandora YNK wek giringtirîn û bibandortirîn alî di warê siyasî li Herêma Kurdistanê, Êraq û navçeyê û herwiha li ser asta peywendiyên navdewletî ye, ku mekanîzma guftûgokirina li gel guhertin û pêşhatên ku li navçeyê tên kirin tê gotûbêjkirin û pesendkirin.
şeşemîn konferansa amadekarî ya Dîdara Yekîtî li Helebce birêve diçeŞeşemîn konferansa amadekariyê ya duyemîn Dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê îro Pêncşemê li parêzgeha Helebce dest pê kir.
Di destpêka konferansê de endama Encûmenê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Heme Seîd gotarek pêşkêş kir û got: Di konferansê de li ser pêkhateya rêxistinî û siyaseta paşerojê ya Yekîtiya Niştimanî, peywendiyên wê li herêmê, rola jin û ciwanan di nava refên YNK û gelek mijarên din ên girîng tên gotûbêjkirin.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî dê hemû sozên ku dane welatiyan cîbicî bike û emê berdewam bin ji bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê.
Got jî: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê giringiyeke mezin dide herêma Şarezûr, ku bûye dergûşa têkoşîn, qurbanîdanê, Duyemîn Dîdara Yekîtiya Niştimanî ji bo pêşxistina xebatên rêxistinî û hizbî ji bo rûbirûbûna guhertinên nû pir girîng e.
Piştre Berpirsê Navenda Rêxistina Şarezûr a YNK’ê Omer Hecî Ehmed gotarek pêşkêş kir û tê de got: YNK bi berdewamî ji bo nûkirin û pêşxistina karê hizbî pêdaçûn li nêrîn û pêşniyarên hemû hevalan dike û amadekirina projeyek berfireh ji bo xebata paşerojê ya YNK’ê dike.
Got jî: Dîdara yekem girîng bû û destkeftên girîng bi dest xist û YNK ji qonaxekê derbasî qonaxeke din kir, dixwaze hikûmeteke bihêz pêkbîne ku di asta kêşeyên ku li pêşiya Herêma Kurdistanê de be, hikûmeteke bi ortaqiya rasteqîne ku ti aliyekî paşguh naxe, daxwaz ji hemû hevalan dikin ku nêrîn û pêşniyarên xwe li ser hemû mijarên Herêma Kurdistanê û navçeyê diyar bikin.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ji destpêka damezrandina xwe ve heta niha kariye gelek qonax û kêşeyên dijwar ku rûbirûyê wê bûne, derbas bike û qurbaniyên mezin da ku gelê me ji bindestî û bêdadiyê rizgar bike.
Heftemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî li Silêmaniyê dest pê dikeHeftemîn konferansa amadekariyê ya duyemîn Dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê îro li salona Koşka Hunerê ya Silêmaniyê dest pê kir.
Di destpêka konferansê de Berpirsê Navenda Rêkxistinên Silêmaniyê yê YNKê Ziyad Cebar gotarek pêşkêş kir û tê de bi xêrhatina amadebûyan kir û hewlên Desteya Bilind a Duyemîn Dîdara YNKê di lidarxistina konferansan de li hemû deverên Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Ziyad Cebar di dirêjahiya axaftina xwe de ku ji aliyê PUKMEDIA`yê ve hat şopandin, got: Serokê nemir Mam Celal û hevalên wî ji bo gelek armancan Yekîtiya Niştimanî ava kirin, şoreşeke nû ji bo gelê me ragihandin û qurbaniyên mezin dan, di piraniya rojên dijwar de partiya me li eniya herî pêş a têkoşînê bû, sîstema desthilatdarî û demokrasiya hertimî li Herêma Kurdistanê ava kir, Mafên Kurdan di destûra bingehîn a Êraqê ya herdemî de hatine destnîşankirin.
Got jî: Niha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serpereştiya Serok Bafil Celal Talebanî karîn serkirdayetiya qonaxa niha û nûneratiya hemû gelê Kurdistanê bike û armanca sereke ya dîdara duyem jî berçavgirtina guhertinên nû yên li Rojhilata Navîne.
Konferansa amadekariya Dîdara YNKê li Kerkûkê dest pê kirHeştemîn konferansa amadekariyê ya duyemîn Dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê demek beriya niha li bajarê Kerkûkê bi beşdariya hevalên ji Kerkûk û Selahedîn dest pê kir.
Konferans ji Kerkûkê re pir girînge
Di destpêka konferansê de berpirsê rêxistinên YNKê li Xurmatû Kerîm Şukr gotarek pêşkêş kir û tê de got: Ev konferans ji bo parêzgeha Kerkûkê gelek giringe, ji ber ku YNK giringiyê dide parêzgeha Kerkûkê û em dixwazin kêmasiyan nas bikin û wek yek tîm bi yekdengî kar bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Herwaha got: ‘Divê em siyaseteke nû ji bo rûbirûbûna guhartinên nû û rabûna li hember kêşe û rewşên heyî yên ku derdikevin pêş bigrin û îro guh li nêrîn û pêşniyarên hemû heval û kadroyan di derbarê siyaset û pêngavên paşerojê yên Yekîtiya Niştimanî de digrin.
Pêşkêşkirina pêşniyaran ji Komîteya Bilind re
Berpirsê rêxistinên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Kerkûk û Selahedîn Aso Mamend gotarek pêşkêş kir û ragihand: Em hêvîdar in ku kadroyên me bi coş beşdarî vê konferansê bibin û hemû pêşniyarên xwe pêşkêşî Komîteya Bilind a Duyemîn Dîdara Yekîtiya Nîştimanî bikin.
Got jî: Em bang li birayên beşdar dikin ku pêşnîyarên xwe li gor berjewendîyên hevwelatîyan pêşkêş bikin û piştevanîya ciwan, jinan û hemû pêkhateyên cuda jî bikin.
Wî jêderî eşkere kir: Parêzgeha Kerkûkê û navçeya Xurmatû di qonaxeke dijwar re derbas bûn, bi taybetî dema ku rastî êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin. Lê spas ji xwedê re, bi saya qurbanîdana hêzên Pêşmerge û xelkê Kerkûk û Xurmatoyê me karî terorîstan paşve bixin û metirsiya wan ji ser Kerkûkê derxin. Ev serkeftin û destkeftiyeke mezin a dîrokî ye û bi piştevaniya welatiyên xwe yên hêja me karî rûbirûyê terorîstan bibin û wan têk bibin.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ti carî dest ji xelkê Kerkûkê bernedaye û di rojên herî dijwar de li gel wan maye û bi piştevaniya welatiyan, me karî serkeftineke mezin di hilbijartinên encumenên parêzgehê de bidest bixin û me parêzgarekî Kurd ji bo Kerkûkê hilbijart ku bê cudahî xizmeta hemû welatiyan û pêkhateyên cuda bike. Kerkûk bajarê pêkvejiyanê di nav hemû pêkhateyan de ye û wê her wiha bimîne.
Aso Mamend got: Îro em rûbirûyê guhertinên mezin li navçeyê ne û em hêvîdar in ku ev konferans bibe faktereke girîng ji bo dabînkirina derfetan ji bo ciwan û jinan ji bo pêşkêşkirina pêşniyar û nêrînan bo bihêzkirin û pêşxistina xebata hizbî û siyaseta paşerojê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê. Tişta ku li Kerkûkê bidest ketiye serkeftineke ji bo me hemûyan, lewma divê em bi hev re kar bikin ji bo parastina destkeftên xwe bêyî cudahî û xizmetkirina hemû welatiyan.
Herwaha got, Kerkûk û Xurmatû hêjayî xizmetên zêdetir in, ji ber ku van her du herêman qurbaniyên mezin dane û gelên wan her tim di pêşengtiya têkoşîna demokratîk de cih girtine. Ji ber wê jî divê em bi hev re xizmeta welatiyan û bi taybet malbatên şehîdan û hemû welatiyan bikin.
Hewil didin bê cudahî xizmeta hemûyan bikin
Paşê parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha gotarek pêşkêş kir û tê de got: Konferans qonaxeke nû ya siyasî ye ji bo guncandina bi rastiya rewşa nû ya Kurdistan û Êraqê.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dixwaze nêrîn û pêşniyarên kadro û girseyên xwe bike nexşerêyek ji bo dirustkirina siyaset û biryardana xwe ya paşerojê û yek ji armancên wê dîdarê çaksazkirina karê hizbî li gor pêwîstiyên qonaxa niha ye.
Got jî: Em dixebitin ku bê cudahî xizmeta hemû pêkhate û beşan bikin. Em xizmeta hemû deverên Kerkûkê dikin. Dema ku me erka xwe wergirt me di warê rê, kerebe, av û paqijiyê de şoreşek di warê xizmetguzariyê de da destpêkirin.
Yekîtiya Niştimanî di eniya herî pêş a têkoşînê de ye
Endama Encûmena Serkirdatiya YNKê Sitran Ebdullah li ser navê Komîteya Bilind a Duyemîn Dîdar gotarek pêşkêş kir û got: Armanca vê konferansê çaksaziya herdemî û berdewam e, YNK ji roja damezrandina xwe ve di rêza herî pêş a têkoşînê de ye û niha jî di rêza herî pêş a tekoşînê de ye ji bo serrastkirina hikim û avakirina hevsengî û damezrandina hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyaratiya debara welatiyan dike, erkên me mezin li Êraqê hene bi taybetî bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoyê.
Got jî: Çawa ku Yekîtiya Niştimanî ji bo pêşxistin û geşepêdana Kerkûkê kar dike û berpirsê birêvebirina vê parêzgehê ye, pêwîste em li ser du aliyan de diyalogê bikin, ya yekem têgihîştina pêwîstî û erkên qonaxa niha ye û ya duyem jî pêşxistin û çaksazkirina saziyên partiyan e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
Kurdistan 05:45 PM - 2025-11-11






Aplîkêşin

