Civata Nûneran dê deng li ser bi parêzgehbûna Helebce bide
Kurdistan 09:31 AM - 2025-03-25
PUKMEDIA
Parêzgeha Helebce
Biryare, îro danê
êvarê, Sêşem rêkefta (25-03-2025) an , Civata Nûnerên Êraq`ê civîna xwe ya asayî bo dengdana li ser çend
proje yasayan saz bike,bi taybetî jî proje yasaya bi parêzgehbûna
Helebce.
Çiro Heme Şerîf; Parlamentera
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) ji PUKMEDIA re ragihand: Bi saya hewlên
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê, proje yasaya parêzgehbûna Helebce hate
pesendkirin ku bikeve rojeva civîna Civata Nûnerên Êraq`ê.
Her weha got : Em
hêvîdar in ku îro deng li ser proje yasayê bidin û diyariyek biçûk jî pêşkêşî
xelkê Helebce bikin û ji bo wan qurbanîdana mezin ku wan dane.
Reşnivîsa Proje
yasaya bi parêzgehbûna Helebce
Li ser bingeha madeya
(61) ya destûra komara Êraq`ê, Civata Nûneran biryar da ku yasaya jêrîn
derbixe: Yasaya bi parêzgehbûna Helebce li komara Êraq`ê.
Madeya Yekem:
Li Herêma Kurdistan-
Êraqê parêzgehek bi navê Parêzgeha Helebceyê dê were avakirin û bibe
parêzgariya 19.ehemîn ya Komara Êraq`ê û navenda wê qezaya Helebce ye.
Madeya Duyem:
Pêwîste Civata Wezîrên Herêma Kurdistan - Êraq
sînor û yekeyên îdarî yên parêzgehê destnîşan bike.
Madeya Sêyem:
Pêwîste desthilatên peywendîdar bendên vê yasayê
cî bi cî bike.
Madeya Çarem:
Ev yasa ji roja belavbûna wê di Rojnameya
Fermî de (Rojnameya El Weqaih ya Êraqî) tê cîbicîkirin.
Sedemên wê yekê:
Ji bo berjewendiya
giştî, û encama mezinbûna bajar û akincîbûnê ku li bajarê Helebce rû dide,û
qurbanîdanên mezin yên xelkê wî bajarî, û ziyanên madî, mirovî û jîngehê ji
encama bombebarana bi çekên kîmyawî yên qedexekirî ji aliyê rejîma berê ve di
Adar ya sala 1988`an de, û ji bo piştgirîkirina helwesta navneteweyî ya ku di encama
van binpêkirinan de bi dest xistibû, ev yasay bû hat derxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

