Seidî Pîre: Reşnivîsa nêrînên hevpar dê bibe bernameya karê hikûmeta nû
Kurdistan 10:37 AM - 2025-03-19
PUKMEDIA
Seidî Ehmed Pîre
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Seidî Ehmed Pîre
tekez kir ku danûstandinên navbera YNK û Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo
pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi awayekî baş pêşde diçin.
Seidî Ehmed Pîre di hevpeyvîneke televîzyonî de ku ji aliyê
PUKMEDIA`yê ve hatiye şopandin ragihand: Civîna erênî ya di navbera YNK, PDK de
ku duh sêşemê li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, piştî civîna bilind a navbera
birêz Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Cîgirê
Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat.
Eşkere kir ku danûstandin ber bi pesendkirina reşnivîsa dawî
ya nêrînên hevbeş ber bi pêş ve diçin û piştre qonaxa dabeşkirina postan di
navbera her du aliyan de dê dest pê bike û wê qonax qonax be.
Got jî: Di reşnivîsê de têgihîştina baştir di navbera her du
aliyan de ji bo pêkanîna hikûmeta yekgirtî li Herêma Kurdistanê, avakirina
hêzeke yekgirtî ya Pêşmerge, bidawîkirina diyardeya du rêveberî li Herêma
Kurdistanê û diyarkirina siyaseteke yekgirtî ji bo Herêma Kurdistanê heye. Di
vê reşnivîsê de dê pilana karê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê diyar bike,
pirsgirêkan çareser bike, cudahiyê di navbera herêman de bi dawî bike û erkên
her wezîr û berpirsekî di hikûmetê de were diyarkirin.
Got jî: Di reşnivîsê de têgihîştina baştir di navbera herdu
aliyan de heye
Berdevkê fermî diyar kir: Divê em peywendiyên di navbera YNK,
PDK de bihêztir û pêşve bibin, wan ji hev nêzîk bikin, bi hev re kar bikin û
nêrînên xwe li ser hemû dosya bikin yek. Baweriya me bi pirdengiyê heye û derî
ji hemû aliyên siyasî re vekirî ye ku bikeve peymana damezrandina hikûmetê di
navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrat de.
Wî berdewam kir: Pêwendiyên Yekîtiya Niştimanî û Partiya
Demokrat baş in. Em ji bo xizmetkirina welatiyan, pêşxistina aramiyê û pêkanîna
hikûmeteke berfireh ku xizmeta welatiyan bike kar dikin. Em avakirina
hikûmeteke bihêz û bi bernameyeke qayîm ji pêkanîna hikûmeteke ku bi rewşa niha
re ne hevaheng e baştir dibînin. Divê em bi hûrgilî kar bikin ji bo pêkanîna
hikûmeta nû.
Seidî Ehmed Pîre got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kar
li ser rêkeftina li ser pirsa gaz û petrolê li Herêma Kurdistanê û Êraqê dike
daku baştirîn xizmetguzarî pêşkêşî welatiyan bike û kar ji bo çareserkirina
hemû pirsgirêkan bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

