Saadî Pîra: Divê Kurdên Rojava bibin yek
Kurdistan 04:05 PM - 2025-03-17
PUKMEDIA
Saadî Ehmed Pîra û Ehmed Silêman
Îro li bajarê Silêmaniyê Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîra pêşwaziya Cîgirê Sekreterê Giştî Partiya Pêşverû Ehmed Silêman û Endamê Mekteba Siyasî ya ya Kurd li Sûriyê Elî Şemdîn kir.
Di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî û Rojava bi taybetî piştî rûxana rejîma Beşar Esed hate gotûbêjkirin.
Dubare helwesta kurdên rojava dûpat kir û rêkeftina di navbera QSD û serokê Sûriyê de wek derfeteke giring ji bo avakirina pêgeheke kurdî li Sûriyê nirxand.
Cîgirê Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman xebatên partiyê yên ji bo yekrêziya di navbera hemû partî û pêkhateyên etnîkî yên Rojavayê Kurdistanê de pêşkêş kir.
“Partiya wan berdewamiya siyasetên nemir Hemîd Derwîş e ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê” û her wiha pesna helwestên neguherbar ên serkirdatiya YNKê li hember Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê da.
Di dawiya hevdîtinê de her du alî tekez li ser yekkirina aştî û aramiyê ji bo çareserkirina kêşeyên navçeyê kirin, daku hemû netew û civak bi azadî mafên xwe bikar bînin û destêwerdana derve di guhertinan de nebe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

