Karesata Helebce... Birîna ku nayê kewandin
Kurdistan 09:49 AM - 2025-03-16
PUKMEDIA
Helebce
Di 16’ê Adara 1988’an de bajarê Helebce rastî sûcê herî hovane yê li dijî
mirovahiyê hat, di encama vê sûcê de 5 hezar mirovên bêguneh ku di nav wan de
jin, pîr û kal û zarok jî hebûn bi çekên kîmyawî hatin bombekirin.
Tiştê ku hat serê wî bajarê şehîd, sûcekî dijî mirovatiyê ye, 16ê Adara 1988an
de nîşan dide ku kurd rastî sûcê herî hovane hatin, xeniqandin, herikîna
hêsiran û herikîna firmêskan ji çavên bêsûc û bedew ên ku wê rojê dixwestin ku
di wê rojên de Xwedê bibînin.
Sûc çend xulekan berî demjimêr yanzdeh sibehê dest pê kir, ku xelkê bajêr bi wê
mirinê matmayî man, û xewnên wan windabûn, dema ku çar firokeyên şer mirin û
wêraniya ku bi bêhna sêvan pêçayî belav kirin, balafiran bi fermana
Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Êraqê Sedam Husên û bi cîbicîkirineke rasterast
ji aliyê Elî Kîmyawî bajar kîmya baran kirin bi gaza Xerdel û Siyanîd û
kareseta herî hovane li dijî mirovatiyê pêk hat.
Piştî demeke kin bajar tijî laşê şehîdan bibûn ku li ser erdê ketibûn, çi likar
bûn û çi zarokên xwe hembûz kiribûn, çi zarok dilîstin û ya nan dikir û yên
rûniştibûn, di çend deqeyan de bi hezaran kesên sivîl şehîd ketin, dîmenê bajêr
wêran bû.
Rêjîma berê ya Beis tawanek hovane kir, ku di dîroka mirovatiyê de bê hempa ye,
û ew tawaneke sedsalê ye ku dudilî nekiriye ku sivîlên bêguneh ên bajarê
Helebceyê bi çekên kîmyewî bombebaran bike. Suceke ku ti cudahî ne kir navbera
jin, mêr, zarok û kesên bi temen, wêne û dîmenên wan yên ku li nav malên xwe,
li ser cadeyan û li ber deriyên malên wan nayê ji bîrkirin, tabloyek mirovatî
ku nayê jibîr kirin û trajediya gelan dema ku mafê wan ê xwezayî yê jiyanek bi
ewle û bi rûmet tê desteserkirin, vedibêje çêkir.
Dîroka kîmyabarana Helebce, 16/3/1988. Divê di jiyana hemû Êraqiyan de weke
dersekê bimîne ku rêgir be ji vegerandina dîktatoriyê careke din, ev birîna
mezin û kûr di bîr de bimîne û di dibistanan de were fêrkirin da ku nifşên
paşerojê wateya dîktatoriyê fêm bikin, tawanên wê li dijî gelê me nas bikin û
bi hemû hêza xwe li hember wê rawestin dema ku ew hewl bide ku dîsa serê xwe yê
gemar rake.
Ev tawana ku ji aliyê dûvikên rêjîma berê ve li dijî gelê Kurdistanê hatiye
kirin, bê ceza namîne.
Di sala 2003an de, piştî rûxandina dîktatorê û azadkirina Êraqê ji bê
dadweriyê û stemkariyê li ser destê hêzên hevpeyman, zilam û dûvikên rêjîma
berê hatin girtin.
Piştre Dadgeha Gel dest bi cezakirina sûcdaran kir, Dadgeha Bilind a Cezayan
ava kir û dosyeya Helebceyê lêkolîn kir.
Eşîra Sêzdeh mal Helebceyê ji nû ve ava dike
Di sala 1700 de, eşîra Sêzdeh mal, Helebçe ji nû ve ava
kirin, paşê Cihû hatin bajêr û taxek Cihûyan ava kirin. Di serdema Mihemed Paşa
Caf de çend mîrên Cafê hatin û li taxa Paşa Reşmal çend xanî ava kirin. Dûv re,
mirovên din hatin û eşîrên Cafan derxistin û ew bêtir avadanbû û pêşket.
Berî ku bibe navçe, şaxekî navçeya Gulanbar (Xurmal) bûye. Di sala 1889an de bû
navçe û Osman Paşa Caf bû yekem parêzgarê Helebçeyê. Jina wî Adîla Xanim jî bû
hakimê Helebçeyê.
Li gor amarên Brîtanîyayê, nifûsa wî bajarî di sala 1920 de 6509 kes bû û
îdareya Pêncwên, Xurmal, Warmawa û Derbendîxanê dikir.
Helebçe cihê jidayikbûna gelek helbestvanên Kurd ên mezin ên wekî Ehmed Muxtar
Caf, Mewlewî , Abdullah Goran, Tahir Bag Caf, Qani` û hwd.
- Dibistana yekem sala 1919`an tê de hate avakirin
- Yekem otomobîl di sala 1924 de li bajarokê xuya bû, û paşê di heman salê de
telegraf hate danîn.
- Yekem nexweşxane di sala 1929an de hatiye avakirin, dûv re jî di heman salê
de av tê dabînkirin.
- Di sala 1933an de yekem dibistana keçan hat vekirin.
- Di sala 1936'an de yekem jenerator hatiye bikaranîn.
- Di sala 1939'an de yekem şanogerî ji aliyê lîstikvanên navdar Ehmed Cutyar û
Salih Mela Ehmed ve tê lîstin.
- Di sala 1945an de yekem dibistana navîn hat avakirin û parka giştî di heman
salê de hat vekirin.
Di salên 1930-an de li bajarokê Helebçe sê tax hebûn bi nave ( Paşa, Pîr
Mihemed û Sara) ku bi giştî nêzî 500 xanî pêk dihatin.
Di sala 1952’an de gelê Helebçe bi pêşengiya Ehmedê Hacî Rehîmê navdar li dijî
desthilatdariyê serhildanek da destpêkirin.
Hikûmeta Êraqê di 26ê Nîsana 1974an de bajarok bombebaran kir û di encamê de
100 kes hatin kuştin.
Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baas bajarok bi çekên kîmyewî bombebaran kir û
di encamê de herî kêm 5 hezar sivîl hatin kuştin.
Berpirsê sereke yê karesata Helebceyê hat cezakirin
Elî Hesen Mecîd, ku bi navê Elî Kîmyawî jî tê naskirin, di nav wan sûcdarên ku behsa kîmyabarana Helebceyê kirin, herî navdar bû, ev tawanbar berpirsê hêzên leşkerî û îstixbarata Êraqê û serpereştyarê kîmyabarana Helebce ye di roja 24/3/2010 de ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Êraqê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
Kurdistan 05:45 PM - 2025-11-11






Aplîkêşin

