Bi nameyek ji serok Mam Celal Zaxo serhildan kir
Kurdistan 10:48 AM - 2025-03-13
PUKMEDIA
Zaxo
Di 13'ê Adara 1991'an de gelê Zaxoyê li dijî rêjîma Baasê
serî hilda û tevlî parêzgeh, bajar û bajarokên din ên Kurdistanê bûn ku li dijî
rêjîmê ya hilweşiyayî serî hildan.
Çirûska serhildanê di 5’ê Adara 1991’an de li bajarê Ranyeyê
ku ji wê demê ve weke “Deriyê Serhildanê” tê binavkirin, bajar û hemû herêmên
derdora wê hatin rizgarkirin û di rojên piştî wê de serhildan li herêmên din
belav bû.
Di destpêka serhildana navçeya Zaxoyê de, plan û
mekanîzmayên dabeşkirina hêzên Pêşmerge ji bo êrişa ser baregehên rêjîma Baasê,
li navçeya Darkerê hat lidarxistin.
Wek ku bi azadkirina hemû bajar û bajarokên Herêma
Kurdistanê qewimî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî di serhildana gel a
navçeya Zaxo de roleke sereke lîst.
Di civîna yekem de peyama serokê rihmetî Mam Celal giheşt
girseya serhildanê ya navçeya Darkerê têde daxwaz ji girseya gel kir ku rabin
ser piyan û navçeya Zaxo ji bindestiyê û zulmê rizgar bikin.
Piştre serhildana navçeya Zaxoyê li navçeya Darkerê di 13ê
Adara 1991ê de dest pê kir û hemû taxên navçeyê hatin rizgarkirin û êvara heman
rojê bajar ji bermahiyên rêjîma Baas a hilweşiyayî hat paqijkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

