şeşemîn konferansa amadekarî ya Dîdara Yekîtî li Helebce birêve diçe
Kurdistan 09:46 AM - 2025-03-13
PUKMEDIA
Logoya YNK
Biryare îro Pêncşemê şeşemîn kongireya amadekar yê duyemîn
dîdara YekîtiyaNiştimanî ya Kurdistanê li bajarê Helebce birêve biçe.
Berpirsê sekreteriya dîdarê Fehmî Burhan di daxuyaniyeke
berê de ji PUKMEDIA re ragihandibû ku yekemîn kongireya amadekar li bajarê
Musilê dest pê kir, yê duyem li Duhok, sêyem li Koye, çarem li Hewlêr, pêncem
jî li navçeya Germiyan û ya şeşem jî wê li Helebce be û wê sê rojan dirêj bike.
Got jî: komîteyên di konferansê de dê li ser pêkhateya
rêxistinî, siyaseta paşerojê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, pêwendiyên wê
li herêmê, rola jin û ciwanan di nava refên YNK û gelek mijarên din ên giring
gotûbêj bikin.
Amaje bi wê yekê jî kir: Armanca lidarxistina konfransan
reform û gotûbêjkirina nêrîneke nû ye û amadekariyên YNKê ji bo qonaxeke nû ya
jiyana siyasî û rêveberiya Herêma Kurdistanê ye, dê kadro, kesayetiyên navdar û
pêkhateyên cuda yên YNKê beşdarî konferansê bibin.
Wî got: Di konferansê de, kadro û beşdarên YNKê dê nêrîna
xwe ji bo paşeroja YNKê û siyaseta ku divê di qonaxên pêş de were şopandin,
pêşkêş bikin.
Her wiha armanca vê konferansê bihêzkirina pêgeh û bandora
Yekîtî weke partiya herî diyar û bibandor li qada siyasî ya Herêma Kurdistanê, Êraq
û navçeyê û herwiha di warê peywendiyên navdewletî de jî mekanîzma danûstandinê
li gel guhertin û pêşhatên li navçeyê tê gotûbêjkirin û pesendkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Cîgirê Serokê Herêmê bi Balyozê Japonya re civiya
10:28 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

