Nêrweyî: Serok Bafil di rêkeftina Rojavayê Kurdistanê de roleke bibandor list
Kurdistan 02:41 PM - 2025-03-11
PUKMEDIA
Letîf Nêrweyî
YNK ji bo Herêma Kurdistanê û hemû parçeyên din ên Kurdistanê aştiyê dixwaze û ji bo vê jî roleke mezin di aştiya Rojava û Bakurê Kurdistanê de lîstiye, ku niha hewl dide aştiyê li her du herêman pêk bîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "YNK'ê di şer û aştiyê de her tim piştgiriya Kurdên Rojava kiriye." Letîf Nêrweyî got.
Ev rêkeftina di navbera hikûmeta nû ya Sûriyê û General Mazlûm Ebdî dê bandoreke erênî li ser proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê bike, ku YNKê ji destpêka salên 1990î ve li ser wê kar dike.
Berpirsê desteya ragihandinê ya YNKê Letîf Nêrweyî ji PUKMEDIA re ragihand: “Ev çaremîn car e piştî rejîma Esed, Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî peyama xwe radigihîne.
Peyama yekem ji bo Kurdên Rojava hat dayîn, peyama duyemîn di Konferansa Munchenê ya Navneteweyî ya li Elmanyayê de û ya sêyemîn jî di panela Bexdayê de bû. “Peyama wî ya dawî piştî lihevkirina General Mazlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûriyê hat.’’
“Cûdahiya vê peyamê ew e ku vê carê lihevkirineke dîrokî pêk hatiye û yek ji wan hêzan ku roleke bibandor di piştgiriya navdewletî bo YNKê de lîstiye, bi taybet Serok Bafil ji bo vê peymanê ku ji bo gelê Kurd destkeftiyek e, aramî, jiyana hevbeş û avakirina Sûriyeke nû ye, gelek xebat kir."got
Serokê Desteya Ragihandinê ya YNK’ê wiha got: “Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku YNK li qada şer bû ji bo aştî û niştimanperweriyê bo Rojavayê Kurdistanê bîne, her wiha YNK di şerê li dijî DAIŞê de jî li ser heman rêyê bû, ev rêkeftin ji bo Başûrê Kurdistanê gelekî girîng e. "Dema ku şer bi dawî bibe, gelê Sûriyê naçin Başûrê Kurdistanê û koçber dê vegerin malên xwe, dê derî bên vekirin û tevgereke mezin a bazirganiyê çêbibe, ev jî dê sûdê ji her du aliyan re bike."
“Istîqrara ewlekarî, siyasî û îdarî li Sûriyê dê bandoreke erênî li ser Başûrê Kurdistanê bike, her wiha ev rêkeftin dê bandoreke erênî li ser proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê bike, ku YNKê ji destpêka salên 1990î ve li ser kar dike. Lewma em vê destkeftê weke destkefta gelê Kurd dibînin û kêfxweş in ku YNK di vî warî de rola xwe hebûye û hemû peyamên Serok Bafil jî bo parastina wê. Mafên hemû civakên Sûriyê bi taybetî mafên gelê kurd di destûra Sûriyê de hatine bidestxistin. “Di nav de yên ku bang li Rojava kirin ku çekan deyne û piştgiriyê bide vê peymana dîrokî.
Letîf Nêrweyî diyar kir:“Helwesta zelal a Serok Bafil a li hember Rojava û çareseriya pirsgirêka Kurd li bakur, berdewamiya rêya Serok Mam Celal e, ku her dem di wê baweriyê de bû ku yekane rêya çareserkirina pirsgirêkan maseya diyalog û aştiyê ye. Bi hemû hêz û aliyên siyasî re vekirî bû û diyalog weke çareseriyeke saxlem nirxand.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

