Kosret Resûl Elî: Em Hewlêrê bikin mînaka jiyana hevbeş
Kurdistan 05:44 PM - 2025-03-10
PUKMEDIA
Kosret Resûl Elî
Di çarçoveya serhildana girseyî ya gelê Kurdistanê ya li dijî neheqî û dîktatoriya rêjîma Sedam Beis, 34 sal berê di vê rojê de gelê Hewlêra paytext bi pêşengiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê serî hilda. û di demeke kin de bajar rizgar kirin.
Piştî ku di 5ê Adara 1991ê de li navçeya Raniyeyê bi serpereştiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê agirê serhildana pîroz destpêkir, proseya berfirehkirina hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dest pê kir û di 11ê Adarê de ala Azadî gihişt Hewlêrê, ku xelkê wê li dijî neheqî û zulmê rabûn û bi lehengiya xwe karîbûn di demeke kurt de bajêr paqij bikin.
Têdikoşin ji bo xizmeta gelDi vê derbarê de Kosret Resûl Elî di daxuyaniyekê de tekez li ser vê yekê kir ku, ew serbilinde ku di wê demê de Eniya Kurdistanê erkê azad kirina Hewlêrê bi destê xwe ve spartiye û tekez li ser vê yekê kir ku, Hewlêr bajarekî zindî ye û wê her we be û ti carî neheqî û zulm qebşl nake.
Kosret Resûl got: Em vê rojê bi bîr tînin, em tekez dikin ku heta niha hemû armancên me bi cih nehatine û ji bo bidestxistina armanc û daxwazên ku heta niha nehatine bidest xistin, divê têkoşîn berdewam be û em destê xwe bidin hev. xizmeta girseya gelê Kurdistanê bikin û destkeftên xwe biparêzin.
Banga birêz Kosret Resûl ElîÇirûska serhildanê bi banga serkirdeyê rizgarkirina bajarê Hewlêrê, têkoşer birêz Kosret Resûl Elî (ji bavê Rênas bo şaneya Brûskê, em nêzîkî we ne, dest bi xebatê bikin) derket. Serhildana li Hewlêrê dest pê kir û bajar ji Beisê û gemara wê hat paqijkirin.
Birêz Kosret Resûl Elî dibêje: Ji bo rizgarkirina Hewlêrê me weke erkekî dîrokî hat erkdarkirin û bi beşdarbûna xelkê qehremanên Hewlêrê, şervan, rêxistinên bi dizî, şaneyên çekdar û qehremanan û Pêşmerge me di demeke kêm de bajar rizgar kir, bi cîbicîkirina vê erkê mezin me karî dîrokê binivîsin û li ber kelê pîrozbahiya serkeftinê kirin.
Bicihkirina Hêzên PêşmergeRojek beriya azadkirina bajarê Hewlêrê, Hêzên Pêşmerge yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li nêzîkî pira Hîzob bi cih bûne, ku hêzên ku amadekariya rizgarkirina Hewlêrê dikin, li ser du beş hatine dabeşkirin, ya yekem bi serokatiya birêz Kosret Resûl Elî bû û ya duyem bi serokatiya Burhan Seîd Sûfî bû, û di 11/3/1991ê de hêz ber armancên xwe ve çûn û karîn hemû navçe rizgar bike û kete paytextê û li berdem kelehê şahî lidarxist.
Yekîtiya Niştîmanî endezyarê serhildanê yeSerokê Encûmena Piştgiriya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hecî Masîfî derbarê serhildana bajarê Hewlêrê ji PUKMEDIA re got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê endezyarê serhildanê ye û kariye hêzên Kurdistanî di bin sîwana serhildanê de kom bike û ji bo rizgarkirina Kurdistanê amade bikin.
Got jî: azadkirina Hewlêrê ne asan bû, ji ber ku piraniya baregehên Seddam li Hewlêrê bûn, lê me karî bi rêya deste û şanên çekdar ên Brûsk û rêkxistinên xwe, bernameyeke durist jibo azadkirina Hewlêrê hazir bikin.
Got jî: Her çend hin hêz henekê xwe bi hizra Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikirin, lê Yekîtî karî bi hevkariya girseyên gelê Kurdistanê agirê serhildanê geş bike û hemû navçeyên Kurdistanê azad bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

