Ji Zimanko bo Azad bi 7-3 ahang bikin
Kurdistan 12:05 PM - 2025-03-07
PUKMEDIA
Silêmanî
Îro Înê 7/3/2025, xelkê parêzgeha Silêmaniyê
salvegera serhildana bajarê li dijî rêjîma Beis a dîktator a hilweşiyayî bi bîr
tîne.
Di vê rojê de xelkê bajarê Silêmaniyê serdana mezarên şehîdan dikin ku canê xwe
feda kirine bo rizgar kirina gelê Kurdistanê ji gemariya desthilatdariya
şovenîst a rêjîma Sedam Husên.
Gelê Kurdistanê di 5’ê Adara 1991’an de li dijî rêjîma dîktatorê Sedam Husên
serî hilda, hêzên pêşmerge û gelê Kurdistanê destanên qehremanane nivîsandin ku
bû sedema azadkirina axa Kurdistanê ji qirêjiya Beisiyan.
Çirûska yekem a vê destanê di 5'ê Adara 1991'an de ji bajarê Raniyeyê yê
girêdayî parêzgeha Silêmaniyê hat avêtin.
Di rojên wiha de her sal gelê Kurdistanê vê dastana qehremanane bi bîr tînin ku
ji aliyê gelê bindest ve li dijî rêjîma herî diktator ku herî hovane zilm û
hovîtî li dijî gelê aştîxwaz ên Kurdistanê kir û ev rêjîm li ser singê gel zor
kiribû ji sê deh salan zêdetir e.
Di 5'ê Adara 1991'an de li bajarê Raniya yê girêdayî rêveberiya Raperîn yekemîn
çirûska serhildana lehengiya gelê Kurdistanê dest pê kir û qada serhildanê
berfireh bû û di 7'ê Adarê de gihişt bajarê Silêmaniyê. û ev bajar tev rabû, ji
ber ku xelkên wî karîbûn kontrola tam li ser dezgehên ewlekarîyê û rêvebiriya
tê de bi dest bixin, û reva endamên wê ji hêmanên rêjîmê yên ketî piştî ku wê
rûxiya li hember derbên bi êş ên Şervanên leheng ên serhildanê bi ser wan de û
bi vî awayî bajarê Silêmaniyê di 8ê Adara 1991ê de hat rizgarkirin, di 11ê
Adara 1991ê de ev çirûsk gihîşt Hewlêrê û karîbû bi temamî tarîtiya ku li ser
vî bajarî bû rakin weke hemû bajarên din ên Herêma Kurdistanê.
Paşê xelkê serhildanê bi lez û bez pêşveçûna xwe li ser rêya serketin û
rizgariyê berdewam kirin û çend bajarên din rizgarkirin: Duhok, Koye, Şeqlawe,
Helebce, Amêdî, Mexmûr, Zaxo, Agirî, Derbendîxan, Kelar, Çiwarte, Pêncwên, Seyd
Sadiq û hemû navçeên Kurdistan bi dawî bû bajarê Kerkûkê ku di bîstê Adara
1991ê de azad kir û bi vî awayî qonaxa dawî ya vê rêwîtiya herheyî û
qehremanane bi dawî kir. bi serkeftineke eşkere bi dawî bû û tê de armancên
bilind ên ku serhildan ji bo wan hatibû destpêkirin, hatin bidestxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

