Qubad Talebanî: YNK dixwaze di avakirina hikûmetê de çalak be

Kurdistan 02:27 PM - 2025-02-27
Quabd Talebanî PUKMEDIA

Quabd Talebanî

Kurdistan Qubad Talebanî

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrên Herêma Kurdistan`ê di Dîdara Hewlêr`ê de ragihand ku, em dixwazin kabîneya bê bihêz be û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) jî dixwaze di pêkanîna hikûmetê de beşdariyeke çalak be, ji bo vê mebestê me digel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gavên baş avêtine.

Her weha aşkere kir ku, çênabe partî hikûmetê ji bo berjewendiyên xwe û ji bo paqijkirina dijberên xwe bikar bîne û ji bo berjewendiyên Kurdan jî divê em pêgeha xwe li Bexdayê bihêztir bikin, ji ber ku piraniya pirsgirêkên me li Bexdayê çareser dibin.

Pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistan`ê

Qubad Talebanî derbarê civînên navbera YNK û PDK`ê de ragihand ku mijara pêkanîna hikûmetê di navbera her du aliyan de cidîtir bûye û gavên baş avêtine,di demekê de ku di dema borî de peywendiyên YNK û PDK`ê di asteke gelekî xirab de bûn, lê heya niha mijara çareserkirina postan di navbera me de ne hatiye yekalîkirin,lê YNK`ê tekez dike ku ew dixwaze bibe hevbeş di hikûmetê de, ne hevbeşê bê kirin û em dixwazin beşdarî biryarên giring bibin, ne wek berê.

Cîgirê Serok Wezîran dibêje: Em dixwazin di hikûmeta dahatû de xwedî pêgehek bi bandortir bin, tişta ku me di hevdîtinên xwe yên digel PDK`ê gotûbêj kiribû, mijara mekanîzmayên rêveberiyê bû, li navxwe û derveyê herêmê jî, got jî: Berê bê bawerî di navbera YNK û PDK`ê` de hebû, ji ber wê jî pir girîng e ku em wê baweriyê di navbera xwe de vegerînin û kabîneyeke bihêz pêk bînin, ku ji bo xizmetkirina baştir ji xelkê re be.

Her weha got: Pêwendiyên YNK`ê digel Nêçîrvan Barzanî ku di heman demê de cîgirê serokê  PDK`ê û Serokê Herêma Kurdistan`ê ye jî, hertimî baş bûye û ez piştrast im ku hevdîtinên navbera Serokê YNK û Serokê Herêma Kurdistan`ê yên li Davos`ê dê zêdetir pêşdebirina peywendiyan bike, lê tişta ku YNK tekez dike ew e ku rast e di rêkeftinên me yên berê yên digel PDK’ê de gelek xalên erênî hebûn, lê pêwîst e bê zanîn çima nehatine cîbicîkirin,em jî dixwazin heman şaştiyên berê di dema pêş de neyên kirin.

Amaje bi wê yekê kir ku YNK`ê çi carî digel wê yekê nebû ku nakokiyên hizbî di hikûmetê de derbikevin, ji ber wê çendê ez beşdarî civînên hikûmetê nebûm raste YNK û PDK di her tiştî de ji hev cuda ne, lê girîng e mekanîzma çareserkirina nakokiyan hebe, ji bo çareserkirina nakokiyan û Em dixwazin PDK`ê  ji tirsa YNK`ê ji bo hikûmeta bê wek berê nebe, û ji fişara kolanê fêm bike.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê

Qubad Talebanî li ser wan peywendiyan got:Pêwîste were fêmkirin ku hemû pirsgirêkên me li Hewlêr`ê nayên çareserkirin, berovajî vê yekê divê em ji bo hin mijaran vegerin Bexdayê, ji bo vê jî girîng e weke Kurd li Bexdayê xwedî helwesteke bihêz bin,ku YNKê her timî li ser helwesta me pêdagirî kiriye.

Her Qubad Talebanî got: Eger em dixwazin Kurdistaneke bihêz hebe, pêwîste bi hevre li Bexdayê bihêz bin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku digel Bexdayê hene, ku li gorî min pirsgirêk ne tenê mûçe û bûdce ne.

Guhertinên li Sûriyê

Cîgirê serokê hikûmetê got:Guhertinên li herêmê bi giştî û Sûriyê bi taybetî bandorê li ser Herêma Kurdistan`ê dike,li gorî min Sûriye hîn di guhertinên din re derbas dibe û nayê pêşbînîkirin ku wekî berê bimîne, di heman demê de pir girîng e ku hemî pêkhate beşdarî hikûmeta nû ya Sûriyê bibin, ji ber wê jî YNK`ê dê li rewşê binêre û bibîne dê li Sûriyê çi bibe.

Wî got: Rola Kurdan li Sûriyê pir girîng e û ya giringtir ew e ku vegerin Şam`ê û beşdariyê di Sûriye ya nû de bikin, çawa ku em di wê baweriyê de ne şaş e ku kurd di Sûriyê nû de biçûk bibin weke YNK`ê divê siyaseteke me ya zelal ji bo Sûriyê hebe ,em ê di demek nêzîk de ofîsa xwe li Şam`ê vekin, her çend e dema berê jî şaş têgihiştinek hebû.

Peywendiyên YNK û Îran`ê

Talebanî wiha got: Peywendiyên YNK’ê bi Îran û xirabiya peywendiyên me digel Turkiyê weke tê gotin ne reş û spî ne,heman tişt li ser Partiya Demokrat ya Kurdistan`ê (PDK) jî ew gotin heye, ku pêwendiyên wê yên xirab digel Îran`ê û pêwendiyên wê jî bi Turkiyê re baş in, lê divê ji bîr mekin ku Îran welatekî bihêz li herêmê ye, siyaseteke jîrane dişopîne û di warê rêvebirinê de xwedî ezmûne.

Qubad Talebanî dibêje: Her çend e YNK ji bo çi welatekî hevsê nebûye metirsî, lê berovajî vê yekê me hewl daye peywendiyên xwe digel welatên hevsê û welatên din bihêztir bike û hertimî di siyaseta xwe ya bo herêmê de aştî hilbijartiye ji ber ku li gorî me diyalog pirsgirêkan çareser dike ne ceng.

Peywendiyên YNK û Turkiye

Derbarê peywendiyên YNK û Turkiye jî got: YNK`ê bi Turkiyê re ku ji aliyê Serok Mam Celal ve hatiye avakirin, peywendiyeke dîrokî heye û em hewl didin peywendiyên xwe berdewam bikin, her çend e pêwendiyên me sar in, lê demek dirêj derbas nabe ku ji nûve germ bibin.

Got jî: Berê piştî nexweşî û koça dawî ya Serok Mam Celal, YNK di nava partiyê de di rewşeke ne hevseng re derbas bû, bê guman bandor li peywendiyên me yên navdewletî kir, lê niha ku partiya me pir baş e, em dikarin giringiyê bidin peywendiyên navdewletî.

Qubad Talebanî weha got: Girînge Turkiye fêm bike ku YNK û Silêmanî ji bo wê ne metirsî ne,divê ew bi siyaseta xwe de biçe ku demeke dirêj e dorpêç xistiye ser firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê, bi nêrîna min, Turkiye bi xwe jî windakarê vê biryarê ye û ez dikarim bi eşkere bêjim ku hem hikûmeta Êraq`ê û hem jî ya Herêma Kurdistan`ê di vê mijarê de li hember Silêmaniyê xemsar bûne.

Rola YNK`ê di pêvajoya aştiya Turkiyê de

Her wiha got: YNK bi her awayî piştevaniya pêvajoya aştiyê li Turkiyê dike û me jî bi zelalî ev piştgirî gihande şanda Îmraliyê ku di dema borî de li ser vê mijarê serdana YNK`ê kiribû, û em daxwaza aştiyê di navbera gelê Kurd û Turkiyê dikin her wiha got: Me amadebûna xwe ji bo piştevaniya şanda Îmralî nîşan da û got: Me wek YNK`piştgirî daye Şanda Îmralî ji bo pêvajoyea aştiyê li Turkiye.

Pirsgirêka mûçe û bi bankkirina mûçeyan

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê aşkere kir ku bi giştî sîstema bankî li Êraq`ê xirab e û li Herêma Kurdistan`ê jî  xirabtir e û êdî baweriya xelkê bi bankan nemaye.

Her bankek ku ji aliyê partiyê ve were piştgirî kirin, xelk ji wê dûr dikevin, ji ber vê yekê xelk serî li bankên dewletî li Êraq`ê didin, û daxwaza vekirina ofîsên bankên Federal li Silêmaniyê dikin.

Qubad Talebanî got: Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistan`ê duh lîsta mûçeyên meha Sibat`ê radestî Wezareta Darayî ya Êraq`ê kir,û tê çaverîkirin ku di zûtirîn dem de pare bên êxistin ser (Hejmara Min) ya wezareta darayî, lê niha Wezareta Darayî ya Êraq`ê daxwaza cî bi cîkirina Mîlak ji herêmê dike, ji bo vê çendê jî lîsta mûçeyên heyvekê dike pîver ji bo şandina mûçeyan ji bo herêmê.

PUKMEDIA





zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket