Talebanî li gel şandeke dîasporaya Iraqî ya li Amerîkayê civiya
Kurdistan 07:18 PM - 2025-02-25
Ofîsa Ragihandinê ya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Qubad Talebanî û şandeke dîasporaya Iraqî li Amerîkayê
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke dîasporaya Iraqî ya li Amerîkayê bi serokatiya Martin Manna Serokê Odeya Bazirganî ya Keldanî-Amerîkî kir.Di civînê de çawaniya bihêztir kirina peyIwendî û hemahengiya di navbera her du aliyan de, rewşa mesîhiyên li Herêma Kurdistanê û Îraqê û çendîn mijarên din hate nirxandin.
Di civîna roja sêşemê (25/2/2025) de rewşa mesîhiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê hat gotûbêjkirin û şanda dîaspora ya Iraqê li Amerîkayê destxweşiyê li hikûmet û rûniştvanên Herêma Kurdistanê kir ji bo piştgiriya berdewam bo civaka Mesîhî.Wî got ku Kurdistan dê bimîne wek welatê pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyan de û pesna rol û pêgeha dîrokî ya mesîhiyan li Herêma Kurdistanê da.
Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa çawaniya bihêztir kirina peywendiyên bazirganî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û diyasporaya Iraqî li Amerîkayê hate kirin û di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr amadehiya xwe ji bo dabînkirina her cure hêsankarî bo sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Her wiha di civînê de behsa pirsgirêkên li pêşiya avadankirina Mûsilê jî hat kirin û di vê derbarê de, Qubad Talebanî tekez li ser wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê û sermayedarên Kurd ji bo her cure hevkariyê li gel hikûmeta federal û wan sermayedarên ku dixwazin beşdarî proseya avedankirina Mûsilê bibin, amade ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

