Rêjeya nexwendewariyê li Kurdistanê ji ya Iraqê zêdetir e
Kurdistan 06:07 PM - 2025-02-25
PUKMEDIA
Ala û nexşeya Kurdistan û Iraqê
Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê dibêje, li gorî encamên dawî yên serjimêriya Iraqê, rêjeya nexwendewariyê li Herêma Kurdistanê ji Iraqê zêdetir e û got: "Pêvajoya xwendinê di bernameya hikûmetê de ne giring e, ev jî bûye sedema bilindbûna nexwendewariyê li herêmê ji Iraqê."
Endamekî Parlamentoya Kurdistanê dibêje:"Erkê vê rûniştina parlamentoyê ye ku di bûdceyê de pereyên pêwîst ji bo sektora perwerdeyê were terxankirin û girîng e Wezareta Perwerdê pêdaçûnê li plana xwe bike û ev jî nîşan dide ku gelek kêmasî di vê sektorê de hene."
Wezareta Perwerdê û Hikûmet ji bilindbûna rêjeya nexwendewariyê berpirsyar in
Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Ebdulwahîd Mihemed ji PUKMEDIA re wiha got:“Rêjeya nexwendewariyê li Iraqê %15 û li Herêma Kurdistanê %16 e, ev jî tê wê wateyê ku li Herêma Kurdistanê kesên nexwendewar zêdetir in.
Serokê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê kêmbûna sektora xwendinê bi çend sedeman ve girê dide û ragihand: “Di dema ku ji bo proseya xwendinê bûdce, avahî, teknolojiya nûjen û rahênan ji bo baştirkirina kalîteyê nayê terxankirin, di encamê de rêjeyeke zêde ya nexwendewariyê heye, berpirsyarî dikeve ser milê Wezareta Perwerde û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.’’
PDK zêdetirî 15 salan Wezareta Perwerdehiyê girtiye destê xwePartiya Demokrata Kurdistanê (PDK) zêdetirî 15 salan e ku berpirsê Wezareta Perwerdeyê ye. Îsmet Mihemed di kabîneya heştem de, Piştîwan Sadiq û Dr. Alan Mihemed Seîd ku hemû jî li ser navê PDK’ê wezîrê perwerdeyê bûn.
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Rewaz Ehmed Şa ji malpera fermî ya YNKê re ragihandiye; “Rêjeya zêde ya nexwendewariyê li Herêma Kurdistanê li gorî Iraqê ji ber çend sedeman e, ku ya herî girîng jî krîza darayî ye ku zêdetirî 10 sal in Herêma Kurdistanê li ber xwe daye û her wiha nebûna bûdceyê.’’
Sektora perwerdeyê sedemeke din a bilindbûna rêjeya nexwendewariyê li Herêma Kurdistanê ye.“Erkê vê rûniştina parlamentoyê ye ku dema ku mijara bûdceyê were parlamentoyê, bûdceyek taybet ji bo beşa perwerdeyê jî bi awayekî cidî were veqetandin.Rewaz Ehmed Şah got, erkê Wezareta Perwerdeyê ye ku zêdetir giringiyê bi vê sektorê bide û ji bo kêmkirina rêjeya nexwendewariyê bixebite.
Perwerde di rojeva hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne giring eSerokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Ebdulwahîd Mihemed pêşniyar kir: “Pêwîste çendîn konfêrans bên lidarxistin ji bo destnîşankirina lawaziyên proseya perwerdeyê û ji nû ve dîzaynkirina bernameyeke berfireh a perwerdeyê, ji ber ku di çend salên borî de bi qasî ku giringî bi hînkirinê hatiye dayîn, ewqas giringî hatiye dayîn."Bi hezaran malbat ji ber ku perwerdeya zarokên wan xuya nake dest ji dibistanê berdan."
Got jî: xwendin ne karekî pêşîne di bernameya hikûmeta herêma Kurdistanê de, lê li welatên pêşkeftî proseya xwendinê serekîya hikûmetê ye, lewra divê hemû hewlên madî û manewî bên kirin.Hikûmet divê budçeya pêwîst ji bo sektorê veqetîne, di heman demê de li ser kampanyaya ji holê rakirina nexwendewariya ku ev çend sal in winda bûye bixebite.
Li gorî PUKMEDIA, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 16 sal in wezîrê perwerdeyê ye û sektora perwerdeyê rastî gelek pirsgirêkan hatiye. Di heyama 10 salên borî de, %60ê dibistanên Herêma Kurdistanê pêwîstî bi nûjenkirinê heye, herwiha nêzîkî 2000 dibistanên du dewre yan jî zêdetir bûne û çendîn dibistan jî di avahiyên kirêkirî de ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

