Encamên dawî yên serjimêriya giştî: Nifûsa Êraqê 46 milyon û 118 hezar kes e
Êraq 09:55 AM - 2025-02-24
PUKMEDIA
Nexşeya Êraqê
Wezareta Pilandananê ya li Hikûmeta Federalî îro Duşemê 24/2/2025 encamên dawî yên serjimêriya
giştî ya nifûs û xaniyên Êraqê ragihand, ku hejmara rûniştvanên Êraqê 46 milyon
û 118 hezar kes e.
Di kongreyeke rojnamevanî de ku li baregeha Wezareta
Plandanan ê Êraqê bi amadebûna Mihemed Temîm Cîgirê Serokwezîr Wezîrê Plandanan
ê Êraqê, Sîrwan Mihemed wekîlê Wezîrê Plandanan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê,
Cîgirê Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, hejmarek ji Wezîr û balyozan,
serokê desteya amaran yê Erebistana Siûdî, Dîplomasên biyanî hatibû
lidarxistin, Encamên dawî yên bingehîn ên serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan
li Êraqê hatin eşkerekirin.
Wezaretê di raporta xwe ya ragihandina encaman de got: Encamên
bingehîn ên serjimêriya giştî ya nifûsê nîşan didin ku hejmara nifûsa Êraqê 46
milyon û 118 hezar û 793 kes e. Ji wan 6 milyon û 370 hezar kes li Herêma Kurdistanê ne, piştî ku di meha Mijdara borî de encamên destpêkê hatin ragihandin ku hejmara wan 45 milyon û 407 hezar kes e.
Wê got jî: Niştecih li gor jîngehê hatiye dabeşkirin, ku 70.17
% li bajaran û 29.83% li gundan li Êraqê û 84.57% li bajaran û 15.43% li
deverên gundewarî li Herêma Kurdistanê.
Dabeşkirina nifûsê li gorî temen:
Di bin 5 salan de:
11.16%
Temenê kesên bin bêkariyê de (5-14): 24,74%
Temenê yên ku kar dikin (15-64): 60,44%
65 salî û mezintir: 3,66%
Herêma Kurdistanê:
Di bin 5 salan de:
9,92%
Temenê kesên bin bêkariyê de (5-14): 21,76%
Temenê yên ku kar dikin (15-64): 63,92%
65 sal û zêdetir: 4,4%
Rewşa zewacê
Li gorî encamên
serjimariyê, temenê navînî yê zewacê 22.24 sale, mêr 24.06 sal û jin 20.7 sal
e.
Temenê navgîna yên
zewicî ji bo mêran 23 sal û ji bo jinan 20 sal e.
Dabeşbûna nifûsê li
gorî rewşa zewacê li Êraqê:
Salt: 41.6%
Zewicî: 54.01%
Hevberdan: 1.28%
Jinebî / jin mirî: 2,8%
Jihevdûrketî: 0.24%
Dabeşkirina nifûsa Herêma Kurdistanê li gor rewşa zewacê:
Salt: 41%
Zewicî: 55.83%
Hevberdan: 0.66%
Jinebî / jin mirî: 2.18%
jihevdûrketî: 0.33%
Rêjeyên mirin û
zayînê
Serjimêriyê diyar kir ku “Rêjeya mirina dayîkan li her 100
hezar jidayikbûnên zindî li Êraqê %26.7 e û li Herêma Kurdistanê zêde dibe
34.3% e.
Rêjeya zayînê ya
giştî li Êraqê %3.9 e, li Herêma Kurdistanê jî dadikeve %3.5.
Rewşa aborî
Serjimêriya giştî ya
nifûsê eşkere kir ku rêjeya nifûsa çalak ên aborî (15 salî û zêdetir) li Êraqê
%41.61 e, li Herêma Kurdistanê jî digihe %46.06.
Dabeşkirina karkeran li gorî sektoran:
Rêjeya karkerên di
hikûmetê û sektora giştî de ji tevahiya nifûsa çalak ên aborî: 38.25% li Êraqê,
û 37.18% li Herêma Kurdistanê.
Xwendin:
Rêjeya nexwendewariyê
li Êraqê di nav xelkê (deh salî û zêdetir) de %15.31 e û li Herêma Kurdistanê
jî dibe %16.23 bilind dibe.
Rêjeya xwendekaran di
qonaxên (seretayî, navîn):
Nêr: 51.5%
Mê: 48.5%
Rêjeya tomarkirina
xwendina seretayî li Êraqê %88 e û li Herêma Kurdistanê jî %93 ye, erêjeyek başe,
lê dîsa jî diyare ku hin zarok hene ku di xwendina seretayî de nehatine
tomarkirin an dev ji xwendinê berdane.
Xizmetguzarî:
Li gorî encamên
serjimêriyê, ava vexwarinê di hundirê malan de ji %87ê xelkê Êraqê û %82ê xelkê
Herêma Kurdistanê heye, ku ev jî rêjeyeke baş e, lê dîsa jî %13ê xelkê wê ji
çavkaniyên din avê peyda dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23 Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
03:40 PM - 2026-02-23
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
zortrin xwendraw
-
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23 -
Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23




.jpg)

Aplîkêşin

