Daxwaza çareserkirina pirsgirêkên cotkarên Kurd ên li herêmên nakok dikin
Kurdistan 05:36 PM - 2025-02-17
Kurdsat News
Artêşa Iraqê nahêle cotkarên kurd zeviyên xwe biçînin
Endamekî Encumena Parêzgeha Kerkûkê ragihand, artêşa Iraqê nahêle cotkarên kurd zeviyên xwe biçînin. “Heta biryara betalkirina biryarên Serkirdeya Baas berê bigihêje artêşê, divê pirsgirêk çareser bibe.’’
Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Kerkûkî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: "Tevî ku parlamento û serokomarê Iraqê vegerandina milkan bo xwediyên wan ên resen û betalkirina biryara Encûmena Serkirdatiya Şoreşê pesend kirine, lê astengiyên li pêşiya cotkarên Kurd li navçeyên nakok berdewam in."
Her wiha got: “Xuyaye heta niha artêşa Iraqê ew biryara ku ji aliyê Civata Nûneran ve hatiye pesendkirin, wernegirtiye, lê erkê hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê ye ku çareyekê ji pirsgirêkan re bibîne heta ku biryar bigihe artêşê.’’Ehmed Kerkûkî dibêje.
Îro danê sibê 17-2-2025, hejmarek zêde ji kolberên Kurd li navçeya Sergeran ya Dubzê, bi mebesta kolandina zeviyên xwe yên çandiniyê, ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin astengkirin, cotkar kolandina zeviyên xwe weke mafê xwe dibînin û daxwaz ji hikûmetê dikin ku pirsgirêkan çareser bike.
Di 21-1-2025an de, Parlamentoya Iraqê biryara betalkirina biryarên encûmena serkirdayetiya şoreşa rêjîma Baasê da, ku ji bo kurdan gelekî girîng e û bi hezaran donim erdên dagîrkirî li navçeyên nakok, dê ji xwediyên wan re bên vegerandin. Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd efûya giştî û vegerandina milkan ji xwediyên wan re pejirand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

